Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kongra Star: Divê helwesta li hemberî dewleta tirkî zelal be û baregehên wê werin girtin

22/07/2022
in NÛÇE
A A
Kongra Star: Divê helwesta li hemberî dewleta tirkî zelal be û baregehên wê werin girtin
Share on FacebookShare on Twitter

Piştî komkujiya dewleta tirkî ya dagîrker li Zaxo kirî, Kongreya Star daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, divê hikumeta Iraqê û ya başûrê Kurdistanê li hemberî dewleta tirkî helwesta xwe zelal bikin.

Kongreya Star bi daxuyaniyekê komkujiya dewleta tirkî ya dagîrker li Zaxo pêk anî şermezar kir û banga helwesteke cidî li hikumeta Iraqê kir.

Di daxuyaniya Kongra Star de ev xal hatin diyarkirin:

“Ji destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê û heta niha jî dewleta Tirkan êrişên xwe li ser gelên herêmê bê navber dewam dike û di 10 saliya Şoreşa 19’ê Tîrmehê de ji bo binpêkirin û têkbirina hemû deskeftiyan bi hemû awayan ked dide ku bingeha vê projê ji holê rake.

Êrişên dewleta Tirk ên ku çêdibin bi hincetên cuda ne û herêmên me di nava metirsiyan de dihêlin. Ev êriş ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, lê belê li ser Şengal, Mexmûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê jî tê kirin bi wê re dixwaze herêmê vala bike.”

Di berdewama daxuyaniyê de ev hate destnîşankirin, “Di 20’ê Tîrmehê de jî dewleta Tirk a dagirker bi topan êrişî cihekî geştiyariyê kir ku gelê Iraqê li wê derê çûbûn seyranê di encama wê de 9 kes hatin qetilkirin, 2 zarok û 3 jin û 4 mêr her wiha 25 birîndar hene û birînên wan giran in. Di heman demê de salvegera komkujiya Sûrojê bû. Destpêkê em vê dibêjin; çima ezman û hewaya Iraqê ji dewleta Tirk re vekirî ye? Ji ber ev êriş piştî ku dron derketine çêbûye. Her wiha xwe bicihkirina dewleta Tirk di Iraqê de bi vî awayî gelo nayê wateya dagirkeriyeke rewa? Ji ber li ber çavan e û her kes mûdaxeleya dewleta Tirk ji hemû erd û hewaya dewleta Iraqê û herêma Başûrê Kurdistanê re dibîne û ev êrîşên dewleta Tirk li dijî hemû zagon û qanûnan e. Ev yek gelek xeterî û metirsiyan ji bo demên pêş bi xwe re tîne.”

Di daxuyaniyê de komkûjiya duh li dijî sivîlên Iraqê li gundê Perex ê girêdayî Zaxoyê çêbû wekî sûcekî mirovahî hate binavkirin û berpirsiyariya wê girtin ser rayedarên Iraqê û rayedarên herêma Başûrê Kurdistanê, ji ber her li hember van êrişan bêdeng man û li hemberî wê helwesteke tûnd li dijî dewleta Tirk nîşan nedan.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: “Em rêxistina Kongra Star bang li gelê Başûrê Kurdistanê û gelê Iraqê dikin ku bargehên dewleta Tirk li welatê xwe nehêlin û xwedî helwest bin. Ji ber ku armanca dijmin eşkere ye û daxwaza wan dagirkerî û têkbirina hêz û îradeya gelan ya azadîxwaz e.”

ANF

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.