Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Girîngiya Şoreşa Rojava!

21/07/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
Li Ukrayna mijara şervanên bi pere
Share on FacebookShare on Twitter

Ahmet Aktaş

 

Em niha 10 saliya Şoreşa Rojava ya 19ê Tîrmeha 2012an pîroz dikin. Li ser xêrê be û li me tevayiya Kurdistaniyan û gelên bindest pîroz be!

Bi navê Şoreşa Rojava, lê ya rasttir divê em bêjin “pêngava yekê ya bi giştî Şoreşa Kurdistanê, ya damezirandina pergaleke nûjen û hemdem bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratî pîroz dikin”.

Lewra cara yekê ye ku di dîroka Kurdistanê de, bi bîrdoziyeke hemdem; bi felsefeyeke ku jiyana azad, demokratîk û wekhev ji bo tevayiya civakê di nava xwe de dihewîne pêk hat. Ev jî felsefeya Rêber APO ye.

Erê şert û mercên wê serdemê yên cîhanê û hêrêmê jî zêmîn dida, lê yê ku ev zemîn ji bo gelê Kurdistanê berxweş kir, rê nîşan da, li gel ku di zîndanê de, di nava dorpêç û tecrîdeke giran de bû jî, Rêber APO, bi giştî Tevgera Azadiyê, belê bi taybeti gelê Rojava û Tevgera wê hişyar kir. Bi vê tenê jî ranewestiya ewqas bi hûrgilî rê li ber rohnî dikir, hema weke Rêberekî fermana meşê bi ser wan de disepand!

Ka, bi kurtayî be jî, em hinekî bala xwe bidin konjoktora wê serdemê ya cîhanê û bi taybetî ya Herêma Rojhilata Navî.

Kes nemaye ku `Bihara Ereban` nebihîstiye.

Çalakiya yekê li Tûnûsê 17.12.2010. dest pê kir; bi navê Mihemed Buazîz kesekî xwe şewitand.

Li pey vê çalakiya li dijî birçîtî, bêexlaqiya civakî-siyasî, qedexeyên li ser ramanên azad, dizî û şert û mercên xerab yên jiyanê, bandora xwe li gelek welatên din jî kir û bayê wê derbasî Misir, Yemen, Sudan, Cezayir, Urdunê û hwd. bû. Herwiha, derbasî Iraq û Sûriyê jî bû, ku ev welatan yekser têkildarî şoreşa gelê Kurdistanê ne.

Ya girîng ew e ku bi navê lê hatiye kirin, ji vê “Bihara Ereban” kîjan gelî çi sûd girt?

Bêguman gelê herî xurt xwedanê Rêberî û rêxistin û serpêhatiyên şoreşgerî; gelê Kurdistanê bû. Lewma di vê demê de, rûmet û heybeta Şoreşa Rojava ya 19ê Tîrmeha 2012an derket pêş û ewqas dengê hêja û bibandor veda, hem di şoreşa giştî Kurdistanê de hem jî di raya giştî ya cîhanê de.

Jixwe, ma gelo êdî baştir nayê zanîn ka çima ew rêxistina terorîst ya di cîhanê de herî xwînrij û xwînxwar DAIŞê, êrîşa xwe ya sereke ajot ser Şoreşa Rojava?

Dema ku ketina DAIŞê bi çavê xwe dît, vê carê weke fermandarê yekê yê vê rêxistina terorîst R.Erdogan, yekser hêza dewleta xwe ya dagîrker ajot ser Şoreşa gelê Rojava. Bi piştgiriya Rûsya û DYA Efrîn, Serê Kaniyê û Grê spî dagîr kirin!

Çawa Şoreşa Rojava, ji bo gelên herêmê û tevayiya mirovayiyê bû weke pergaleke model ya pêşketî û hemdem, bi taybetî jî rola jinê ya pêşeng di şorêşê de, bala raya giştî ya cîhanê gelek bi xurtî kişand.

Helbet kevneperestiya cîhanê jî vala nesekinî, eşkere destek da hevalbendiya AKP û DAIŞê. Herwiha xiyaneta Kurdan, bi taybetî jî PDKa Erbîlê kişandin rex xwe û bi hev re êriş kirin ser Şoreşa Rojava!

Her niha jî, heman eniya kevneperest, ji ber wê tirsa xwe ya mezin ji Şoreşa Rojava, ku ji bo xwe alternatîf dibînin, di kesayeta vê Şoreşê de êrişî destekftiyên Kurdistanî dikin.

Di encamê de, weke ku roja Çarşemê Fermandarê QSDê Mezlum Ebdê jî got, divê li dijî vê êrişa dagîrkerî û qirkirinê ya dewleta tirkî, gelê Kurdistanê û gelên Herêmê tev bikevin nava têkoşîneke hevpar. Lewra ev êriş, xeter e li ser deskeftiyên jiyana azad ya tevayiya gelên bindest.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.