Rojnameya Ronahî

Divê salvegera dehan bibe salvegera parastina nirxan

Dilyar Cizîrî

Dewleta Tirkan ya dagîrker ku beşek ji xaka Sûriyê dagîr kiriye rojane gund û navçeyên herêmên sînor topbaran dike. Rojane welatiyên wan herêman dikuje, dide koçberkirin û malên wan talan dike.

Di demeke wisa de Serokê Dewleta Tirkan Erdgoan gefa êrişeke dagîrkeriyê ya nû li dijî herêmê dixwe. Ev jî metirsiyê li ser ewleyiya tevayiya herêmê çêdike. Li aliyekî ewleyiya bi milyonan kesên li herêmê ku jimareke mezin ji wan koçber in, dixe metirsiyê, li aliyê din jî têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ku QSD’ê bi hevkariya Koalisyona Navdewletî dimeşîne, asteng dike. Herwiha bi êrişa muhtemel re, derfeta zindîbûna DAŞ’ê careke din zêde dibe. Amerîka di vê derbarê de daxuyanî dan û got êrişa muhtemel li dijî herêmê wê têkoşîna li dijî DAIŞ’ê asteng bike.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdê daxuyanî derbarê mijarê de da û diyar kir ku wê bi tevayiya hêza xwe parastina herêmê bikin û bersiva êrişan bidin. Li aliyê din jî berî wê Rêveberiya Xweser rewşa awerte ragihand.

Li aliyê din jî 33 partiyên siyasî yên bakur û rojhilatê Sûriyê berî demekê bi daxuyaniyekê bang li civaka navneteweyî û di serî de NY herêmên kir ku bakur û rojhilatê Sûriyê ji balafirên şer û yên bêmirov re qedexe bikin. Partiyan di heman çarçoveyê de peyamek radestî bûroya NY ya li Qamişlo kir.

Lê heta niha NY û hêzên mezin yên di rewşa li Sûriyê de xwedîbandor roleke erênî ji bo rawestendina êrişan pêk nelîstine, helwesta wan di asta daxuyaniyan de maye. Ev jî metirsiya êrişan zêdetir dike. Ji lewma di rewşeke wiha de ji tevayiya xelkên bakur û rojhilatê Sûriyê tê xwestin ku ji bo parastina herêmê di nava amedekariyê de bin, xwe di her awayî de li gorî rewşa berxwedanê amade bikin.

Careke din jî ji xelkên bakur û rojhilatê Sûriyê bi giştî û gelê Kurd bi taybetî yê li hundi û derveyî welat dijîn, tê xwestin ku ji bo pêkanîna biryareke navdewletî ya qedexeya balafiran li ser herêmê bi tevayiya hêza xwe têkoşînê bikin. Di heman demê de ji gelê Kurd û dostên wan tê xwestin ku ji bo parastina destkeftiyên şoreşa bakur û rojhilatê Sûriyê ku niha di salvegera wê ya 10’an de tê pêşwazîkirin, tê xwestin vê bikin rojeva her kesî.

Ev çi di riya malperên dijîtal û heştagên ji aliyê Meclisa Medya Dicîtal tê ragihandin, çi di riya dost û hogirên heyî yên li her çar aliyên cîhanê dikare bibe. Ji ber ragihandina qedexeya rabûna balafiran wê gelekî bandorê li dewleta Tirkan ya hêza xwe dispêre teknîka hewayî bike.

Bêguman wisa jî wê dewleta Tirkan û komên xwe yên çete bi ti awayî nikaribin li ser erdê ti gavan biavêjin, heger êrişeke bê balafir kirin jî ne pêkan e encamê bi dest bixin.

Ji bo wê jî di salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê de erkê her kesî ye ji bo parastina bakur û rojhilatê Sûriyê û Rêveberiya Xweser ya ji bo çareseriya aloziya tevayiya Sûriyê bûye, mînak, zêdetir di nava têkoşîn û xebatan de bin. Her çendî civaka navdewletî ji bo berjewendiyan her tiştî dike, gerek em di çi astê de be jî, em karibin bandorê li wan bikin û rastiya wan li nava çavên wan bixin.