Rojnameya Ronahî

Rojnamegereke Îtalî: Şoreşa 19’ê Tîrmehê hêviya mirovayiyê ye

Rojnamegereke Îtalî da zanîn ku dewleta Tirkan ya dagîrker û çeteyên DAIŞ’ê hewl didin bi her rê û rêbazê Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya li bakur û rojhilatê Sûriyê têk bibin û got, “Vê şoreşê hêvî da mirovayiyê tevê.”

 

FacebookTwitterWhatsAppTelegram

Di dirêjahiya 10 salên borî de gelek rojnameger, fikirzan û şandeyên dîplomasî serdana Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, da ku rewşa Şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’yan ji nêz ve binasin.

Ji nav wan jî rojnamegera îtalî Benedetta Argentieri ye ku gelek caran serdana Rojava, herêmên Reqa û Tebqayê kir.

Di hevpeyvînekê li gel ajansa me (ANHA) de rojnamegera îtalî Benedetta Argentieri Şoreşa 19’ê Tîrmehê di 10 salên wê de nirxand.

‛Gel xeta sisiyan hilbijart’

Têkildarî mijarê rojnameger Benedetta Argentieri anî ziman ku qonaxa yekemîn, ji 19’ê Tîrmeha 2012’yan ve dest pê kir, dema ku şêniyên Kobanê bajar ji rejîmê paqij kir û got: “Li vir eşkere bû ku Kurd tev li opozîsyonê nabin, lê xeta sêyemîn hilbijart, ew jî rêya nû ya xwerêvebirinê ye. Ji ber wê gelek rojnamegeran bi taybet rojavayan bi şik li kurdan dinêrîn.”

Benedetta Argentieri diyar kir ku şoreş kêliya avakirin û guhartina civakê bû û kêliyeke pir girîng bû. Lê piranî welatiyên li derveyî Kurdistanê nizanîn çi li wir diqewime.

Benedetta Argentieri girêdayî qonaxa duyemîn ev tişt anî ziman: “Dema DAIŞ’ê êrişî Kobanê kir, ez wê bi qonaxa duyemîn bi nav dikim. Ji ber civata navneteweyî ji wê kêliyê ve nas kir ku şoreşek li Sûriyê heye ku opozîsyonê nikarî bikira, lê Kurd wê yekê dikin.”

Her wiha Benedetta Argentieri diyar kir ku aliyê siyasî di rojnamegeriyê de derneket pêş, lê doza Kurd, partî û tevger li derveyî Rojhilata Navîn bi awayekî baş navdar bû.

‛Şoreşê hêvî da têkoşerên ji bo azadiya li cîhanê’

Der barê tiştên Şoreşa 19’ê Tîrmehê li gel kesên hewl didin azadiyê li cîhanê pêk bînin de, rojnamegera îtaîl Benedetta Argentieri ev tişt got: “Piranî kesên li cîhanê nas kir ku çi tişt diqewime. Şoreşa Rojava hêvî da ku gelek kesên çepgir û kesên li tevahî cîhanê  yên ji bo azadiyê tê dikoşin.”

Benedetta Argentieri destnîşan kir ku şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bandor li kesên normal jî kir û tev li komên piştgiriyê bûn û wiha pê de çû: “Ji ber tiştên ku ji Şoreşa Rojava fêr bûne êdî bûn çalakger ku rêyeke din li derveyî rejîma kapîtalîstê heye. Piranî kes ji tevaî cîhanê tev li şoreşê bûn û fêr bûn.”

Benedetta Argentieri bal kişand ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku êdî li gel piranî dewletên neteweyî naskirî ye û êdî bûye statûyek.

‛Dewleta tirkî û DAIŞ xetera mezin li ser şoreşê ne’

Rojnameger Benedetta Argentieri qonaxa sêyemîn ku niha tê jiyîn bi ya herî xeternak wesif kir û wiha got: “DAIŞ’ê di aliyê leşkerî de têk çû û rojavayî ji bilî desteka leşkerî tiştekî din pêşkêş nakin, dewleta Tirk jî hewl dide vê laboratoriya siyasî hilweşîne.”

Benedetta Argentieri wiha berdewam kir: “Bê guman dema em bi şoreşa Rojava difikirin divê nefikirin ku cihekî herî nimûne ye. Şoreş tiştekî piratîkî ye, lê gelek pirsgirêk û nakokî hene.”

Têkildarî çareserkirina wan pirsgirêk û nakokiyan rojnameger Benedetta Argentieri ev tişt anî ziman: “Çareserkirina hin ji wan hêsan e, lê hinên din jî pêdiviya xwe bi gelek dem û kedan heye. Bê guman li gel gefên bênavber ên dewleta Tirk, çete û DAIŞ’ê zehmet e ev yek pêk bê.”

Benedetta Argentieri wiha xuya kir: “Wek min berê gotiye, şoreşa Rojava hêviyek da ku gelek kesên li cîhan û Ewropa. Ew jî tevî ku gelek kurdên li Ewropa ji ber rejîmên li Tirkiyê, Iraq, Sûriyê û Îranê neçarî wir bûne û êdî doza Kurd li gel piraniyan nas kiriye, lê Şoreşa Rojava ew yek derbas kir.”

Der barê ragirtin û tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan, rojnamegera îtalî ev tişt got: “Tiştên rêber Ocalan ji zêdetirî 23 salan ve pêşkêş kiriye, nîşaneya mezin e ku dewleta Tirk ne rejîmekî demokratîk e. Ev yek jî di Şoreşa Rojava de eşkere bû.”

Benedetta Argentieri da zanîn ku fêmkirina îdeolojiya giştî ya li pey şoreşê ku hêvî da Rojhilata Navîn û tevahî mirovahiyê, hişt gelek kes destekê bidin kurdan.

Rojnamegera îtaîl Benedetta Argentieri di dawiya axaftina xwe de banga destekdayîna Şoreşa 19’ê Tîrmehê kir û got, ji ber ku Ewropa cihekî zehmet a pêkanîna şoreşê li dijî rejîma kapîtalîzmê ye, divê piştgiriya Şoreşa 19’ê Tîrmehê were kirin.

ANHA