Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

KCK: Li dijî dagîrkeriyê parastina Şoreşa Rojava erkê her kesî ye

18/07/2022
in NÛÇE
A A
KCK: Li dijî dagîrkeriyê parastina Şoreşa Rojava erkê her kesî ye
Share on FacebookShare on Twitter

Hevserokatiya Konseya Rêveber ya KCK’ê diyar kir ku Şoreşa Rojava, şoreşa hevpar ya tevayiya gelan e û got, li dijî dagîrkeriyê parastina vê şoreşê erkê her kesî ye.

Navenda nûçeyan

Hevseroktiya Konseya Rêveber ya KCK’ê derbarê salvegera 10`an ya Şoreşa Rojava de daxuyaniyeke nivîskî da. KCK’ê diyar kir ku salvegera 10`an ya Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê şoreşa herî mezin û biwate ya sedsalê ye û got li dijî dagîrkeriyê parastina Şoreşa Rojava erkê her kesî ye.

‘Şoreşa Rojava nirx û dîrokeke girîng li şoreşên cîhanê zêde kir ’

KCK’ê, salevgera 10’an ya Şoreşa Rojava li tevayiya gelên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, jin, ciwan û tevayiya gelên cîhanê pîroz kir û wiha got: “Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê şoreşa mezin ya gelan û jinan e ku bi dirêjahiya dîrokê gelan li dijî desthilatdaran têkoşîna azadiyê dane û di sedsala 21’an de bi ser ketiye ye. Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê ku berdewamiya şoreşên ku bindestan li dijî desthilatdaran pêk anîne ye, taybetmendiyên bêhempa afirand û nirxên gelekî girîng û dîrokî li şoreşên gelan ên cîhanê zêde kir.“

‘Bingehê şoreşê ji aliyê Rêber Apo ve hat danîn‘

KCK’ê da zanîn ku yek ji taybetmendiyên herî diyar ên Şoreşa 19’ê Tîrmehê eve ku îradeya hevpar û azad ya gelan esas digire û wiha dewam kir: “Şoreşa 19’ê Tîrmehê hişt ku pergala mêtingeriyê bi tevahî ji holê rabe û şoreş bigihêje xeyala jiyana wekhev û azad. Şoreşa 19’ê Tîrmehê bêyî ku serî li desthilatdarî û amûrên dewletê bide şoreş pêkanî û çareserî pêş xist. Bê guman afirînerê vê fikrê Rêber Apo ye. Rêber Apo bi zîhniyeta civaka polîtîk, exlaqî û sîstema Konfederalîzma Demokratîk ji pirsgirêka şoreşê re çareserî anî û li ser van esasan Şoreşa 19’ê Tîrmehê pêk hat. Ji ber wê Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi xwe spartina fikir û paradîgmaya ku Rêber Apo danî holê pêk hatiye.”

KCK’ê daxuyakirin ku yek ji taybetmendiya herî girîng ya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, ew e ku li ser bingeha zîhniyeta Neteweya Demokratîk hatiye avakirin û got: “Sîstema Neteweya Demokratîk ku li ser bingeha jiyana wekhev û hevpar ya gelan hatiye avakirin, hiştiye ku pevçûnên di navbera gelan, çand û civatên baweriyan ku bûye pirsgirêka herî girîng ya Rojhilata Navîn, bêyî ku şer bikin dikarin xwe bi xwe rêvebibin. Neteweperestî û sîstema netew-dewletê berovajî feraseta jiyana bi hev re û jiyana hevpar ku taybetmendiya herî diyar ya erdnîgariya Rojhilata Navî ye. Şoreşa 19’ê Tîrmehê ku li ser esasê zîhniyet û pergala Neteweya Demokratîk hatiye avakirin, ji bo vê pirsgirêka kûr a ku li Rojhilata Navîn bûye kangren çareserî anî û derfetê ku gelan li ser esasê wekheviyê bi hev re bijîn dabîn kir.“

‘Azadiya jinê esas girt‘

KCK’ê da zanîn ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê jin û azadiya wê esas girtiye û wiha got: “Şoreşa 19’ê Tîrmehê di wateya rasteqîn de bûye şoreşa jinê. Pêkanîna şoreşa li ser bingehê azadiya jinê bi derbaskirina feraseta serdest a mêr ku di dîrokê de rê li ber mêtingerî û newekheviyê vekiriye û bi zêdekirina wê berdewam kiriye, di dîrokê de yekemîn e. Bê guman ked û rola jinê di her şoreşê de çêbûye. Lê belê Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşeke bi pêşengiya jinê pêk hatiye û jin bi îrade bûye. Şoreşa ku xwe dispêre pêşengî û vîna jinê, pêşketineke gelekî girîng û dîrokî ye.”

KCK’ê destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de li ser Şoreşa 19’ê Tîrmehê xeterên giran hene  û wiha got: “Parastina şoreşê li hemberî êrîşên dagirkeriyê erk û berpirsyariya herî bingehîn ya şoreşgerî û welatparêziyê ye. Faşîzma AKP-MHP’ê ku xwedî zîhniyeta dij-Kurd a dewleta Tirk a qirker a mêtinger e, bi refleksa êrîş û tunekirina her tiştî li ser navê Kurdayetiyê tevdigere û dixwaze Şoreşa Rojava tasfiye bike. Dagîrkirina Rojava û ji holê rakirina Sîstema Demokratîk ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî weke yek ji qonaxên herî girîng yên pêkanîna vê armancê tê dîtin. Ji bo vê jî teqez dixwazin Rojava dagir bikin û şoreşê tasfiye bikin.”

‘Şoreşa hevpar ya tevayiya gelan e‘

KCK’ê diyar kir ku çawa ku hêz û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê , DAIŞ têk birin û mirovayiyê ji tengasiyeke mezin rizgar kirin, wê li dijî dagîrkeriya faşîzma AKP-MHP’ê bisekinin û wan jî têk bibin û daxuyaniya xwe  wihaqedand: “Gelê me û Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li her derê li dijî êrîşên qirkirinê yên faşîzma AKP-MHP’ê ya Kurdan di nava têkoşîn û berxwedaneke bênavber de ye. Weke Tevgera Azadiyê ya Kurd em bang li hemû gelên cîhanê, kesimên şoreşger û demokratîk dikin ku weke duh îro jî li rex gelên Rojava, bakur û rojhilatê Sûriyeyê bisekinin û Şoreşa Rojava biparêzin.”

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.