Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji HPG’ê bîlançoya şer ya 3 mehan: Hezar û 528 dagîrker hatin cezakirin

15/07/2022
in NÛÇE
A A
Ji HPG’ê bîlançoya şer ya 3 mehan: Hezar û 528 dagîrker hatin cezakirin
Share on FacebookShare on Twitter
HPG’ê bîlançoya şer ya 3 mehan eşkere kir. Li gorî bîlançoyê hezar û 528 dagîrker hatine cezakirin û 3 helîkopter û tankek jî di navê de, gelek wesaitên leşkerî hatine imhakirin.
Navenda nûçeyan
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya şer ya 3 mehan eşkere kir.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Dewleta Tirkî ya mêtinger û faşîst êrişî qada Zap, Avaşîn û Metînayê kiribû û dest bi dagîrkirina başûrê Kurdistanê kiribû. Sê meh ji ser van êrişan derbas bûn. Di van êrişan de bi hezaran dagîrker hatine seferberkirin, teknîka şer ya NATO ya di serdemê de herî pêşketî, hat bikaranîn. Li hemberî van êrişan gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên bi fedayî şer dikin li eniyên şer bi pratîka xwe ya bêhempa bersiva pêwîst didin dagirkeriyê.
Dagirkeran li hemberî berxwedana destanî û tarza şerê fedaî ya hêzên me nekarîne encamekê bistînin û 1198 caran bi çekên kîmyewî, cureyên bombeyên taktîk nukleer û termobarîk wekî teqemenî bi kar anîne, qanûnên şerê navneteweyî bin pê kirine û sûcekî herî giran kirine.
Artêşa Tirk a dagirker bi beşdariya bi hezaran dagirker û kontrayan li Bakurê Kurdistanê bi sedan êrişên berfireh kirine lê tu encam bi dest nexistiye. Gerîlayên me yên azadiyê di vê serdemê de li Bakurê Kurdistanê çalakiyên xurt kiriye û careke din hesabê qirêj ê dagirkeran pûç kiriye.
Qehremanên me yên nemir ên ku bi ruhekî fedaî heta fîşeka xwe ya dawîn şer kirine, li pêşiya dagirkeran bendeke ku nayê derbas kirin ava kirine. Di vê pêvajoya berxwedana dîrokî de ya ku şehîdên me bi kedeke mezin pêşengiya wê kirine, 72 hevrêyên me şehîd bûne. Îrade û mîrateya ku şehîdên me yên nemir bi fedaî şer kirine û ava kirine, wê bibe mîsogeriya doza azadiyê ya pîroz a Gerîlayên Azadiyê ya Kurdistanê û meşa serfiraziyê.
Bîlançoya şerê navbera 14’ê Nîsanê û 14’ê Tîrmehê wiha ye:
Çalakiyên ku ji aliyê hêzên me hatine lidarxistin;
Hêzên Parastinê yên hewayî bi şêwazê kemîn, vedizîn, serdegirtin, sabotaj, sûîkast, çekên giran, pevçûn-derbe, operasyonên koordîne yên gerîla û şoreşgerî 1129 çalakiyên gerîla li dar xistine.
Di encama çalakiyên hêzên me de;
– 3 ji van kontra û 6 jê payebilind bi giştî 1528 dagirker hatin cezakirin.
– 217 dagirker birîndar bûn.
Êrişên artêşa Tirk a dagirker;
Bi qasî ku hêzên me karîn tespît bikin, di serî de li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi taybetî jî Herêmên Berxwedanê;
– Bi balafirên şer 2 hezar û 623 caran hatiye bombekirin.
– 1978 caran ji aliyê helîkopterên êrişê ve hatiye bombekirin.
– Tunelên şer û çeperên hêzên me 1198 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hatin bombekirin.
Çek û alavên leşkerî yên ji aliyê hêzên me ve hatine desteserkirin;
– 7 tivingên piyade MPT-55
– Tivingeke piyade MPT-66
– 2 tivingên piyade M-16
– Tivingeke piyade ya AK-47
– 2 tivingên HK-416
– 3 Demançe
– Çekeke BKC
– Roketavêjeke B-7
– 2 çekên bombeavêjê
– 4 guleyên bombeavêjê
– 3 Êlekên êrişê (Pola).
– Mertalekî pola
– 2 Rext
– 5 jarjor
– Kamerayeke termal
– Dûrbîneke termal
– Dûrbîneke lazer
– 2 nîşanderka lazer
– 2 amûrên çekên ya ji bo nîşandana tînê
– 6 Dûrbînên roj û şeve
– 4 mayîn
– Amûreke teqandina mayînan
– 848 guleyên M-16 û BKC
– Cîhazeke aselsan
– 5 telefonên destan
– 3 kamerayên seriyan
– Nîşangehek
– Paneleke rojekê
– Pûsûlayek
– 3 kêr (Kasatura)
– Çavkaniyeke enerjiyê
– 4 çenteyên Leşkerî
– 8 ronahîyên destan (fener)
– 2 pergalên kameraya Mobese
– 2 veguherkerên enerjiyê yên UPS
Amûrên leşkerî û wesayîtên ku ji aliyê hêzên me hatin rûxandin;
– Helîkoptereke êrişê
– 2 helîkopterên Skorsky
– Tankek
– 6 wesayîtên leşkerî yên zirxî
– Kamyona kepçeye
– 2 çekên BKC
– 4 çekên A4
– 2 amûrên jammerê ya sînyalê dibire
– 3 Radar
– 19 drone
– 3 kamerayên termal
– Teleskopek
– 32 pergalên kameraya Mobese
– 2 amûrên guhdariya deng
– 1 Kamerakêş (fotokapan)
– Konteynirek
– 2 sensorên tevgerê
– Kamelyayek
– 16 konê leşkerî
– 41 çeperên şer
Amûrên leşkerî yên ku ji aliyê hêzên me hatine derbkirin;
– 25 helîkopterên êrişê
– 31 helîkopterên Skorsky
– 9 drone
– Wesayîteke zirxî ya leşkerî
– 12 çeperên şer
– 2 kepçe”
ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.