Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

​​​​​​​Tevlîbûna Meclisa Leşkerî ya Til Temir zêde dibe

15/07/2022
in NÛÇE
A A
​​​​​​​Tevlîbûna Meclisa Leşkerî ya Til Temir zêde dibe
Share on FacebookShare on Twitter
Endamê Rêveber yê Nivîsgeha Tevlîbûnê ya Meclisa Leşkerî ya Til Temir diyar kir ku bi zêdebûna gef û êrişên dewleta Tirkan ya dagîrker yên ser herêmê re, tevlîbûna nava refên meclisê zêde bûye.
Êrişên qirkirin û dagirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûn. Di demên dawî de dewleta Tirk gefên dagirkirina herêmên nû xwarin. Li hemberî van gef û êrişan gelên herêmê  tedbîrên parastinê digirin û tevlêbûna nava Meclisa Leşkerî ya Til Temirê zêde dibe.
Endamê Rêveber ê Nivîsgeha Tevlêbûnê ya Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Dilşad Ebadî li ser mijarê ji ANHA’yê re axivî û got: “Li gel gef û êrişên domdar ên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmên me, em dibînin ku tevlêbûna ciwanan nava refên me zêde dibin. Di du mehan de tevlêbûna nava refên me ji berê zêdetir bû. Di vê demê de 200 kes derbas kir, tevlêbûn roj bi roj zêde dibe.”
Dilşad Ebadî diyar kir ku kesên tev li meclisê dibin ciwanên herêmê û gundên Til Temir û koçberên bajarê Serêkaniyê ya dagirkirî ne ku tevlêbûna nava refên parastinê hilbijartine da ku herêmê xwe biparêzin û yên dagirkirî rizgar bikin.
Ebadî diyar kir ku ew ciwanên ku tev li meclisê dibin dişînin akademiyan da ku perwerdeyan bibînin û piştre li gorî pêwîstiyan li eniyên şer werin belavkirin.
Têkildarî perwerdeyên li akademiyan têne dayîn, Ebadî wiha got: “Perwerdeyên ku li akademiyên leşkerî têne dayîn ji yên berê cûda ne, ji ber ku me karîbû tektîkên xwe biguherin, berovajî rewşa me ya beriya êrişên li ser bajarên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî. Ji ber ku em îro li hemberî dagirkeriya Tirk û balafirên wî rû bi rû ne. Dijminê me îro nikare êrişî xaka me bike, tevahî êrişên wê bûne bi çekên giran û yên hewayî. Ji ber vê yekê me tektîkên xwe guhertin.”
Endamê Rêveber ê Nivîsgeha Tevlêbûnê ya Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Dilşad Ebadî di dawiya axaftina xwe de ev peyam da ciwanên herêmê “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gefan dixwin û rojane êrişî herêmên me dikin. Ev yek ji her kesî re diyar e. Li herêmên dagirkirî jî sûcan li dijî niştecihên resen dikin. Ji ber vê yekê divê ciwanên herêmên me û niştecihên wê xwe berpirsên parastina vê xakê û gelên wê ji her êrişekê bibînin, xwe bi rêxistin bikin û li hemberî her xeterî û êrişan bisekinin.”
ANHA
ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.