Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

KCK: Rihê 14’ê Tirmehê faşizma 12’ê îlonê têk bir, wê faşizma AKP-MHP jî têk bibe.

13/07/2022
in NÛÇE
A A
KCK: Rihê 14’ê Tirmehê faşizma 12’ê îlonê têk bir, wê faşizma AKP-MHP jî têk bibe.
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda nuçeyan

Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê çalakiyeke mezin û dîrokî ye ku li dijî faşîzma cûnta 12’ê Îlonê hate lidarxistin, faşîzm têk bir û hêviya azadiyê ya gelan bi ser xist. Faşîzma AKP-MHP’ê dewama faşîzma cûnta 12’ê Îlonê ye. Çawa ku beriya 40 salan faşîzma cûnta 12’ê Îlonê bi tasfiyekirina Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê xwest Kurdan qir bike, faşîzma AKP-MHP’ê jî bi heman armancê tevdigere û êrîşî gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurd dike.

Hevserokatiya Konseya Rêveber ya KCK’ê bi wesîleya salvegera 40’emîn a Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a ku kadroyên pêşeng ên PKK’ê Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz di 14’ê Tîrmeha 1982’yan de li hemberî faşîzma cûntaya 12’ê Îlonê ya dewleta tirkî kiribû, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

 

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

KCK: “Em salvegera 40’emîn ya Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê pîroz dikin, di şexsê şehîdên 14’ê Tîrmehê Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz de şehîdên şoreşê û demokrasiyê hemûyan bi rêzdarî, bi minet bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê dilsozê bîranîna şehîdan bin û têkoşîna wan bi ser bixînin.

Yek ji deverên ku zext û îşkence herî zêde lê hate kirin Girtîgeha Leşkerî ya Amedê bû. Rêveberiya cûnta faşîst a mêtinger û qirker ji bo Şoreşgerên Kurdistanê yên dîlgirtî teslîm bigire, li zindana Amedê sîstemeke welê ya îşkenceyê danîn ku di dîrokê de kêm caran hatiye dîtin. Li Zindana bi Hejmara 5’an ya Amedê bi her rê û rêbazên li derveyî mirovayiyê dest bi îşkenceyeke giran kir û zindana Amedê kir keleheke zilmê.

Yê ku destpêkê nîşan da ku li dijî sîstema îşkenceyê ya rêveberiya cûnta faşîst a 12’ê Îlonê ya li zindana Amedê yekane rê û ya herî rast berxwedan e, Mazlûm Dogan bû ku bi çalakiya xwe ya dîrokî ya mezin ev yek raxist pêş çavan. Mazlûm Dogan destnîşan kir ku teslîmiyet xiyanet e, berxwedan jî serketin e û bi çalakiya xwe nîşan da ku divê li sîstema îşkenceyê teslîm nebin.

 

Berxwedana 14’ê Tîrmehê hêviya dijmin tune kir

Berxwedana 14’ê Tîrmehê rejîma cûnta faşîst û sîstema îşkenceyê ya 12’ê Îlonê têk bir. Dijminê ku dixwest Şoreşgerên Kurdistanê teslîm bigire û di şexsê wan de Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê biqedînin, hêviya dijmin tune kir. Lewma Çalakiya Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê li gel encamên xwe yên îdeolojîk ji aliyê siyasî ve jî pêngaveke gelekî mezin e.

PKK’ê li ser esasê xeta 14’ê Tîrmehê Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê afirand û îro jî li ser bingeha xeta 14’ê Tîrmehê li dijî mêtingerî û qirkeriyê têdikoşe. Lewma xeta PKK’ê xeta 14’ê Tîrmehê ye. Rêber Apo jî bi dilsoziya bi xet û Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê gerîla afirand û pêngava gerîla ya mezin ya 15’ê Tebaxê li ser hîmên Berxwedana 14’ê Tîrmehê pêk anî, bi vî rengî armancên Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê bi cih anî. Nirx û destketiyên ji aliyê Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ve hatine afirandin, hemû li ser xeta berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê pêk hatine.

Faşîzma AKP-MHP’ê dewama faşîzma cûnta 12’ê Îlonê ye. Çawa ku beriya 40 salan faşîzma cûnta 12’ê Îlonê bi tasfiyekirina Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê xwest Kurdan qir bike, faşîzma AKP-MHP’ê jî bi heman armancê tevdigere û êrîşî gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurd dike. Lewma desthilatdariya AKP-MHP’ê rêxistiniyeke faşîst mêtinger û qirker a welê ye ku ji bo jinûve zindîkirina faşîzma cûnta 12’ê Îlonê ya mêtinger qirker, derketiye ser dika siyasî.

Faşîzma AKP-MHP’ê ji ber ku xwedî mejiyekî dijminê Kurdan e û hebûna xwe jî bi tunebûna gelê Kurd ve girêdaye, di şerê dijî Kurdan de hemû nirxên exlaqî û mirovî binpê dike û li dijî gerîla çekên kîmyewî û çekên nuklerî  yên taktîkî bi kar tîne. Li xaka Rojava û Sûriyeyê yên dagirkirî bi demografiyê dilîze û gelan qir dike. Her roj gefeke nû ya dagirkirinê dixwe. Ev hemû sûcê li dijî mirovahiyê, sûcê şer û qirkirin e. Ji ber dijminatiya xwe ya li Kurdan, dewleta tirkî û faşîzma AKP-MHP’ê van sûcan dike.

 

Heman kiryarên faşîzma 12’ê Îlonê yên li zindanan, îro faşîzma AKP-MHP jî dike

Faşîzma AKP-MHP’ê ne tenê li derve, her wiha li zindanan jî êrîşan dike. Heman kiryarên faşîzma cûnta 12’ê Îlonê yên li zindanan, îro faşîzma AKP-MHP jî dike. Zext û îşkence li girtiyan têne kirin. Gelek girtiyên ku rewşa wan a tenduristiyê giran bûye nayên berdan. Girtiyên ku 30 sal in di zindanê de ne û cezayê wan qediyane nayên berdan. Her roj cenazeyên girtiyan ji zindanan têne derxistin. Bêguman zindanî jî li hemberî van êrîşên faşîzma AKP-MHP’ê bi ruhê 14’ê Tîrmehê li ber xwe didin. Faşîzm wê ti carî nikaribe bi zext û îşkenceyê îradeya girtiyên ku bi ruhê 14’ê Tîrmehê li ber xwe didin bişikîne û wê ti carî bi ser nekeve. Ji ber ku şensê faşîzmê nîne ku li hemberî xeta 14’ê Tîrmehê bi ser bikeve.

 

Gerîlayên ku li ser bingehê 14’ê Tîrmehê ava bûne, wê artêşa dagirker teqez têk bibin

Li hemberî artêşa dagîrker û faşîzma AKP-MHP’ê ku bi tasfiyekirina gerîla dixwazin Başûrê Kurdistanê dagîr bikin û Kurdan qir bikin, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi ruhê 14’ê Tîrmehê li ber xwe didin û di serî de li Zap, Avaşîn, Metîna û Xakurkê li her derê derbên giran li wan dixin. Gerîla ji xwe li ser hîmên xeta berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê ava bû û timî li ser vê xetê meşiya. Gerîlayên ku li ser vê bingehê ava bûne û ber bi serketinê ve dimeşin, wê artêşa dagirker teqez têk bibin. Çawa ku li hemberî berxwedana 14’ê Tîrmehê faşîzma cûnta 12’ê Îlonê têk çû û kelehên zilmê hatin hilweşandin, veguherîn kelehên berxwedanê, çawa ku tarîtî veguherî ronahiyê; îro jî gelê Kurd û Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê yên bi ruhê 14’ê Tîrmehê li ber xwe didin, wê faşîzma AKP-MHP’ê têk bibin

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.