Teslîmbûn an jî berxwedan.Çerxa qedera paşerojê bi van herdû hevokan digeriya. Radestî hêsan bû, lê berxwedan zor û zehmet bû.
Sibê salvegera 14’ê tîrmehê,berxwedana zîndana Amedê ye. Di dîroka kurdistanê û tevgera azadiyê de rûpeleke nû ya berxwedanê dest pê kiribû. Li ser bîranîna kadroyên Pêşeng ên PKK’ê Mihemed Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Elî Çîçek û Akif yilmaz û berxwedana wan a dîrokî, îro li gelek deveran berxwedan tê meşandin. Ji zîndana Amedê rihê berxwedanê li nava rihê ciwanên kurdistanê belav bû. Doh li Amedê îro jî li Qendîl, Biradost û Efrînê belav bû.
Berxwedana zindana Amedê li dijî dagirker û faşistan bû. Berxwedan mezintir dibe û heta hesab ji hemû dagirker û nûkerên dagirkeran dixwaze. Li Kobanê Arîn û Rêvana sembolên berxwedanê û têkoşîna li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker bûn. Li şengalê 12 gerîlayên li pêş dijmin xwe kirin bend û rê li pêş komkujiyên mezintir girtin dewama vê berxwedanê ye.. Li Efrînê jî Avêsta û polatan û bi dehan şervanên fedayî li ser vê xeta berxwedanê ku çiroska xwe ji berxwedana zîndana Amedê digre tê meşandin. Dîsa li başûrê kurdistanê li dijî dagirkeriya Tirk çalakiyên gerîla didomin û berxwedana li hemberî hemû hêz û teknîka dagirkeran a pêşketî mezintir dibe.
Gotina Yek ji Pêşengên Berxwedana 14 Tîrmehê Mihemed Xeyrî Dûrmûş ya meşhûr ku xwestibû “ deyîndarê gelê xwe ye “ li ser gora wî bê nivîsandin, îro bi hezaran niştîmanperwer xwe deyndarê wê gotinê dibînin û gelê kurd vê gotina wî weke peyamên bilindkirina têkoşînê qebûl kir.
Wekî me di destpêkê de jî anî ziman. Teslîmbûn hêsane lê berxwedan zor û zehmete.
Ev gotin jî rastiya kurdistanê dide ber çavan. Her demê berxwedêran xeta berxwedanê esas girtine û teslîm nebûne. Teslîmkar û îxanetkaran jî li gel dagirkeran cihê xwe girtine.
Şengal tevî gelê wê yê Êzîdî hat firotin, kerkuk hat radestkirin. Ev ne îxanet be çiye?!. Yên ku gotin li rojava şoreş tune û bi her awayî û ji dagirkerên li ser kurdistnaê zêdetir êrîş kirin kî bûn ger ku em wekî sembolên Îxanetê nebînin û pênase nekin. Ên ku niha li Efrînê li gel dagirkeran cih digrin ne teslîmkar û îxanetkarbin çine?.
Li başûrê kurdistanê teslîmiyeta PDK di dîrokê de tê zanîn û cihgirtina li gel dagirkeran li ber çava ye. Li Efrînê jî teslîmbûn û xiyaneta kesên wek fûad Elîko û birahîm biro jî dewama vêye. Em naxwazin navan bînin ziman, lê ew êdî gihiştine vê astê ku bûne sembolên îxanetê yên dawî.
Lê ti carî bîranînên li ser berxwedanê hatine avakirin ji riya xwe derneketin û her dem hesab ji îxanetkaran pirsîne, dipirsin û wê bipirsin.
Berxwedana zîndana Amedê dema tê ziman dijmin dilerize û her wiha yên ku difikirin wê vê tevgera berxwedêr biqedîne jî..
Dem dema hesabxwestinê ye. Yên civîn û bazarên veşartî li ser hesabê gelê kurd ê berxwedêr dikin û dibin hevkarê dagirkeran helbet wê bê hesab nemînin û gelê kurd yê xwe deyndarê Xeyriyan û Kemalan dibîne wê hesab bi rihê berxwedana 14 tîrmehê bipirse.
Her kes divê Xeta xwe diyar bike, Îxanet û Teslîmbûn an jî berxwedan.
Mihemed SEYDÎ