Rojnameya Ronahî

Daxwaza dagîrkirinê ya dewleta tirkî xelas nabe

Zekî Bedran
Dewleta tirkî li pêş çavê cîhanê plan û îlana dagîrkirina Sûriyê dike. Sûriyê dewleteke endamê NY ye. Ji Sûriyê  êrîşeke li hember Tirkiyê tune ye. Sûriy bixwe jî welateke di şerê navxweyî de brîndar bûyî ye. Rêjeya mezin hilweşiyaye û di nava zor û nebûnê de ye. Di rewşa Sûriyê de xwedî para mezin, Tirkiyê ye. Sînorên xwe ji DAÎŞ, El Qaîde û Ixwanan re vekiriye û piştgiriya tevayiya  hêzên çekdar kiriye.
Dewleta tirkî dijminahiya li hember Kurdan derbasî derveyî sînorên xwe kiriye, êrîşên xwe yê li Surî û Iraqê bênavber didomîne. Dema dît ku bi piştgirêdayîna bi DAÎŞ û çeteyên din re nikare planên xwe pêk bîne, ew bi xwe rasterast dest bi tevgerên dagirkirinê kiriye. Li Suriyê mîna Rusya û Îranê dewletên ku piştgiriya rêveberiya Şamê dikin hene. Ji bilî vê Koalisyona Navneteweyî ya ku li dijî DAÎŞ’ê hatiye damezrandin heye. DYE pêşengiya koalîsyonê dike. Tevayî welatên Ewropa û endamên NATO’yê tê de cî digirin. Suriya ku hêzên mezin ya cîhanê tê de heye, çawa dewleta tirkî dikeve wir û heremên girîng dagîr dike. Serweriya asîmanî ya Suryê  jî di deste wan hêzên mezin de ye.
Dewleta tirkî ji nakokiya di navbera hêzên mîna hêzên Rusya û DYE baş sûd wergirt. Bi Rusya re li hev hat Efrînê û DYE re li hev hat Girê Spî û Serêkaniyê dagîr kir. Rusya bi wergirtina hin tawîzan ve ji dagîrkirinê rê vekir. Di heman demê de hewl da têkiliyên DYE û Tirkiyê xera bike. Lê di dawî de Tirkiyê kirin hevkarê Suriyê. Dewleta tirkî bi dagîrkirinê re sînordar nema. Li Îdlibê ji hêzên mîna El Nusrayê re piştgirî da û parast, li hemberî Şamê hêzeke alternatîf ava kir. Bi vî re jî sînordar nema. Di heremên dagîrkirî de paqijiya etnîkî kir. Bi dehhezaran hêzên çekdar birêxistin kir. Li hemberî Şamê Artêşa Netewî ya Surî û hikûmet ava kir.
Heremên dagîrkirî wek rêveberî girêdayî xwe kir. Di wan hereman de pereyê Tirkiyê bikar tîne. Perwerde bi zimanê tirkî ferz kir. Kevrên Mîsaqa Milî tên raxistin. Wêrektiya ku ji van nakokî û lîstikan girtiye jixwe re ji Efrînê heya sînorê Îranê di kurahiya 30 km heremên bi ewle diyar dike. Ji bo her kesî re bide pejirandin gav bi gav bi pêş de diçe. Li hember wî hêzeke ku zagonên NY ferz dike tune ye. Ji bilî vê dizane ku dema Kurd dibin mijara gotinê, kesek deste xwe naxe bin kevir. Kurd di masayê de weke kaxizeke herî erzan dimîne. Jixwe dewleta tirkî hewldana Fînlandiya û Swêd ya ketina NATO’yê xwest li hember Kurdan kar bîne. Ne NATO, ne DYE û ne jî welatên Ewropî li hember bazarkirina Kurdan bertek nîşan nedan. Ji bo berjewendiyên xwe gelên bindest û mezlûm feda dikin.
Rusya û Îran bi dewleta tirkî re bloka Astanayê ava kir. Pêvajoya Astanayê bi temamî eniyeke dijberiya Kurdan, bakur û rojhilatê Surî bû. Di ser de jî dagîrkirina dewleta tirkî hate rewakirin. Yên dagîrker dewleta tirkî, Kurd û Rêveberiya Xweser jî welatî û xwediyê Surî ne. Lê sê aliyên Astana belavokê ku weke, “li hember yekparebûn û yekitiya siyasî ya Surî” belav kirin hêzên bakur û rojhilatê Surî nîşan dan. Wan weke Emerikiyî û perçeker pêşkeş kirin. Nexwe gelên bakur û rojhilatê Surî di nava sînorên heyî de xweserî û demokrasiyê dixwestin. Li hember Şamê arteşeke alternatîf ava nakin û nedixwestin rêveberiyê hilweşînin. Ya ku di hundir û derveyî Surî hêzên Sunî rêxistin û bi çek dikir, dixwest rejîmê biguhere Tirkiyê bi xwe bû.
Di rewşa Suriyê de ku di nava qeyran û aloziyê de ye berpirsyariya mezin ya Rusya û Îranê heye. Ji ber DYE endamê NATO ye dikare piştgiriya Tirkiyê bike û çavê xwe bigire. Ev rewşeke tê fêmkirin lê mirov helwesta Îran û Rusyayê re çi bibêje? Erdogan niha serdana Taranê bike. Çi karê Erdogan li Tehranê heye? Eşkereye ku, li ser Surî plansaziya nû ya dagirkirinê nîqaş bike. Bazariya xwe bi Rusya re didome. Ger Îran û Rusya helwesteke hevgirtî bigire Tirkiyê nikare êrîş bike. Gelê Surî Tirkiyê navexwîne. Dagirkirin hilweşandin û rûxandinê bi xwe re tîne. Zordariya çete û dagirkeran aciz bûne. QSD û heremên xweser dibêjin li hember dagirkirinê berxwe bidin. Suriya ku yekgirtî be ji bo dagirkeriya tirkî veguhere avgîrê. Ji ber Erdogana faşîst wê dizane weke berê hewl dide Rusya û Îranê razî bike.
Ger dagîrkirin rojavayê Firatê armanc bigire DYE zêde bertek nîşan nade. Wê bibêje di wir de hêza me tune ye û ewlehiya sahaya asîmanê girêdayî Rûsya ye. Di heman demê de bibêjin, “dijî dagîrkirinê ne û piştgirî nadin.” Giştî ew qas e. Heya niha ji Rusya û Îranê helwesteke bîryardar a girtina deriyê nehatiye dîtin. Ger wisa bibûya Tirkiyê nikaribû bazartiyê bidomîne. Jixwe dewleta tirkî li Iraqê li hember gerîlayê şereke giran dide meşandin. Aboriya xwe ber têkçûnê ye. Bi sudwergirtina qeyrana Ukraynayê ve jî dihesibîne DYE û NATO dijî min dernakeve, Rusya di nava zehmetiyê de ye, wê tawîzan bide min. Ger gelê Suriyê bibe yek, Îran û Rusya jî rê nede tişta ku pêşiya dewleta tirkî derkeve xisareke mezin e.