Rojnameya Ronahî

PKK’ê 14’ê Tîrmehê wekî ‘Roja Rûmetê ya Neteweyî’ îlan kir

Navenda Nûçeyan/Qamişlo
PKK: Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên ku sê meh in li Zap, Avaşîn û Metînayê berxwedana herî mezin û watedar a dîrokî dimeşînin, Xeta Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê ji xwe re bingeh digirin.
Komîteya Rêvebir a PKK’ê derbarê salvegera 40’emîn a Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a di 14’ê Tîrmeha 1982’an de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyanî li ser malpera PKK’ê hate weşandin. Di di daxuyaniyê de peyama ‘Em 14’ê Tîrmehê ya ku bûye roja li hemberî her cure koletî, îxanet û teslîmiyetê biryara jiyana azad hatiye dayîn, wekî ‘Roja Rûmetê ya Neteweyî’ îlan dikin’ derket pêş. Herwiha peyam hat dayîn ku di sala 2022’an de bi qasî xetereyan, derfetên serkeftina tekoşina azadiyê jî zêde ne û hate gotin ku ewê di salvegera 41’emîn ya 14’ê Tîrmehê de, wê li ser xeta berxwedana hevalên xwe bimeşin û wê bi heman vîna xurd serkeftinê bi dest bixin.
Di daxuyaniyê bi kurtahî ev peyame hatin dayîn:
“Em Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û gelê Kurd di salvegera 40’emîn a Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmeha 1982’an a serkeftî de ne. Em 14’ê Tîrmehê ya ku bûye roja li hemberî her cure koletî, îxanet û teslîmiyetê biryara jiyana azad hatiye dayîn, wekî ‘Roja Rûmetê ya Neteweyî’ îlan dikin.
Wekî ku tê zanîn hemû nirxên li Kurdistanê li ser navê azadiyê çil sal in tên afirandin, li ser esasê Berxwedana Mezin a Zindanê ya 1982’an hatiye bidestxistin. Di Newroza 1982’an de Berxwedana Zindanê ya ku ji aliyê Mazlûm Dogan hate destpêkirin û di 17’ê Gulanê de ji aliyê Çar Şoreşgeran hate geşkirin, di 14’ê Tîrmehê de Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê jî berê vê berxwedanê dide serkeftina îdeolojîk.
Di bingeha her tiştî de ev berxwedan heye
Li ser vî tiştî Rêber Apo ev tişt gotibû: Em li ser soza xwe ya ji bo Mahîr, Denîz û Îbrahîman bûn kom, li ser soza xwe ya ji bo Hakî me PKK ava kir, li ser soza xwe ya Mazlûm em vegeriyan welat, li ser soza xwe ya ji bo Berxwedana 14’ê Tîrmehê jî me Pêngava Gerîla ya 15’ê Tebaxa 1984’an da destpêkirin.
Gerîlayên azadiyê xeta 14’ê Tîrmehê ji xwe re bingeh digire
Tevgera me û gelê îro jî li ser xeta 14’ê Tîrmehê li ber xwe dide û bi ser dikeve. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên ku sê meh in li Zap, Avaşîn û Metînayê berxwedana herî mezin û watedar a dîrokî dimeşînin, Xeta Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê ji xwe re dike esas. Hêza ku têk naçe ya gelê Kurd û gerîlayên azadiyê nîşanî hemû mirovayetiyê dide. Destanên qehremanî yên herî mezin û watedar ên gelê Kurd û mirovayetiyê dinivîsin.
Bi rûhê 14’ê Tirmehê perhala êşkence ya İmralî parçe bikin
Di demên dawîn de hinek derdorên serwer ên li Tirkiyeyê, li ser rewşa li Îmraliyê û Rêber Abdullah Ocalan spekulasyonên cihê dikin. Em bi baldarî û hêrseke mezin van tiştan dişopînin. Aliyekî vê rewşê nîşan dide ku xwediyê vê spekulasyonê çiqasî muxtacî rastiya Rêber Apo ne. Ev derdor ew qasî qels bûne êdî hêviya xwe bi vî tiştî girêdane ku qaşo wê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê parçe bibe. Ev tişt durî rastî bin jî em van spekulasyonan wekî kûrbûna zext û şantajên li ser Rêber Apo fêm dikin. Li ser vî esasî em bang li hemû gelê xwe û dostên xwe dikin ku bila têkoşîna li hemberî pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê geştir bikin.
Hember êrişeke bakur û rojhilatê Sûriye’yê her çar parçeyên Kurdistan bibin yek
Diyar e heke pêvajoya hilweşandina wan bi lezgînî pêk were, wê faşîzma AKP û MHP’ê ji ber tirsa canê xwe zext, teror, qetlîam û êrîşên xwe yên dagirkeriyê zêdetir bike. Herêmên Parastinê yên Medyayê di serî de wê êrîşên xwe yên li ser Mexmûr, Şengal û Rojava zêdetir bikin. Bi taybetî dibe ku li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hinek êrîşên nû yên dagirker bike. Li hemberî vî tiştî em diyar dikin ku divê gelê me  û hêzên azadiyê yên li her qadê divê tevdîrên xwe zêdetir werbigirin û li hemberî dijminê faşîst û qirker têkoşîna xwe xurttir bikin. Em bawer dikin wê gel û hêzên azadiyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî êrîşeke nû ya dagirker berxwedaneke serkeftî bimeşînin û pêşiya dijmin bigirin û em dixwazin diyar bikin ku wê gelê me û dostên me yên demokrat ên li her çar parçeyên Kurdistan û derveyî welat jî piştgiriyê bide berxwedana wan.
Xeta berxwedanê ya 14’ê Tirmehê baş û rast fêm bikin
Li ser vî esasî em ‘Roja Rûmetê ya Neteweyî’ pîroz dikin, afirînerên vê roja dîrokî bi rêz û hurmet bi bîr tînin, jin û ciwan di serî de em bang li gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe yên demokrat dikin ku bila Xeta Berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê baş û rast fêm bikin û li ser vê xetê têkoşîna hilweşandina faşîzma AKP û MHP’ê li her qadê geştir bikin!”