Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

AfD`ê li dijî êrişên dagirkeriya Tirkiyê serlêdana Meclîsa Federal kir

07/07/2022
in NÛÇE
A A
AfD`ê li dijî êrişên dagirkeriya Tirkiyê serlêdana Meclîsa Federal kir
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

Ji partiyên muxalefeta Elmanyayê Alternatîf ji bo Elmanyayê (AfD) ya rastgir-populîst bi sernavê “Aştî û azadiyê biparêzin – Dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Bakurê Iraqê û Bakurê Sûriyeyê şermezar bikin” serlêdana Meclîsa Federal kir.

AFD’ê li dijî dagirkeriya dewleta tirk ya faşîst û erêkirina dagîrkeriyê ya NATO serlêdana Meclisa Federal kir. Di serlêdanê de bibîrxistin ku, dewleta Tirk di 18’ê Nîsana 2022’an de bi çekên giran, balafirên şer û helîkopteran hewl dide Başûrê Kurdistanê dagir bike û wiha domand:

“Ne hikumeta Iraqê Tirkiye vexwend xaka xwe, ne jî êrîşek li ser Tirkiyeyê heye ku xala 51’emîn a Neteweyên Yekbûyî ya li ser mafê ‘parastina rewa’ dide pêş. Bêguman ev ne êrîşa destpêkê ya Tirkiyeyê ye ku bi binpêkirina peymanên navneteweyî re êrîşa dagirkeriyê dibe ser herêma Kurdan a li bakurê Iraqê.”

AfD’ê diyar kir ku di salên 2018 û 2019’an de dewleta Tirk kete nava xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herwiha bibîr anî ku ev dagirkerî ji aliylê Daîreya Xizmetên Zanistî ya Meclîsa Federal ve bi rengekî eşkere weke ‘binpêkirina hiqûqa navneteweyî’ hatiye pênasekirin.

‘Êriş û gefên tirkî ewlehiya Rojhilata Navîn dixe xeteriyê de’

AfD’ê bal kişand ser gefên nû yên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ên li dijî xaka bakur û rojhilatê Sûrî û da zanîn ku heya niha pir caran dagirkeriya tirk ya li ser xaka Sûrî pir cara bûye rojeva Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya EWrûpayê, lê ti carî bi bîryarekê şênber

AfD’ê destnîşan kir ku dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê gelek caran ketiye rojeva Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê, lê belê ti biryareke şênber a pêkanînan nehatiye wergirtin. Herwiha teqez kir ku ev politikaya êrişên dagîrkeriyê yên Tirkiyê  li dijî evlehiya Rojhilata Navîn in.

AfD ragihand ku raya giştî û çapemeniya Elman jî, li hemberî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Kurdistanê, xwe bêdeng dikin û ji bo dawî li dagirkeriyê bê anîn ji Meclîsa Federal xwest ku zextê li Hikumeta Federal a bi serokwezîrtiya Olof Scholz bike.

‘Divê pêkanîn bê ferzkirin’

Di serlêdana Koma AfD’ê ya li Meclîsa Federal de bi van du xalan daxwaz hate kirin:

“1- Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser bakurê Iraqê divê bi rengê herî tund bên şermezarkirin, ku ev êrîş bi binpêkirina hiqûqa navneteweyî têne kirin.

2- Li hemberî kesên ku biryara êrîşê dane û piştgiriya êrîşê dike, divê bi hevkarên Ewropî re biryara pêkanînê bê dayin.”

Ev serlêdana AfD’ê tê payin ku sibe bigihêje Komîsyona Têkiliyên Derve ya Meclîsa Federal û beriya betlaneya havînê di rûniştineke parlamentê de bê nîqaşkirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.