Tîr
Dijwar Ehmed Axa
Li welatê lawiran (Heywan) jî hin pîvan û urf û adet hene; ji bilî berazan, ti heywan qet qebûl nakin ku yek li dora hevala wan bigere. Herwiha heywan bixwe bi dîtinê yan no bêhnê yan bi destdanê dijminê xwe nas dike.
Di dîroka Islamê da dibêjin pêxember carelû gotiye filankes gawire û weke wî derketiye. Eshabeyên wî jê pirsîne, gotine, ya resûlê Xwedê te çawa zanî ku ew kes gawire, qey Cibraîl wehî ji te re anî? Pêxember dibeşişe, ji wan re dinêje, ne hewce ye mirov pêxember be û wehî ji cem Xwedê jê re dakeve heta dost û dijminên xwe nas bike. Hûn jî dikarin tê derxin. Hema binêrin bê hûn ji kê hes dikin, ew jî ji we hes dike û hûn ji kê hes nakin ew jî ji we hes nake.
Îcar em bên ser xwe û derdora xwe. Ji Tirkan dest pê bikin ka hûn doza çi li me dikin heyran! Li ser bextê we be, hûn dibêjin em ji Kurdan hes dikin. Hey agir bi ruhê we keta, ma ku yek ji yekî hes bike, van ecêban bi serê wî tine? Min di destpêka axaftina xwe de got, heta bi heywan jî bi bêhnê, yan bi dîtinê yan bi destdanê dost û dijminên xwe ji hev nas dike. Maqey em Kurd weke heywanan jî nabin ku dost û dijminên xwe ji hev nas nekin?
Hûn Tirk her roj bavê me dişewtînin, zarokên me dikujin, destdirêjiyê li namûsa me dikin, malên me bi ser me de tînin xwar, dar û daristanên me dibirin, milk û malên me talan dikin û hê dibêjin em ji we hes dikin. Va temenê min bû 58 min heta niha heskirineke bi vî rengî li dinyayê nedîtiye û ne bihîstiye. De ka emê çilo û çawa ji we hes bikin? Lawo ev ser hezar salî re ye em bi hev re dijîn û di şerê we û Sefewiyan de me Kurdan destê we girt heta hûn bi ser ketin û di şerê serxwebûna niştimanî de dîsa kalikê we “Ataturk” 1919an de di kongreya Erzirom û Sîwasê de alîkarî ji me xwest û me alîkarî da we. Eger ne ji alîkarya me bûya, we nikarîbû komarê ave bikin. Ataturk li Bursa di kongreya çapemenyê de soza ku mafê Kurdan di rêvebirina herêmên xwe de bidin anîbû ziman. Lê piştî ku komara xwe xurt kir û artêş ava kir, dest bi fen û fûtên xwe kirin û Kurd xapandin. Ma wê çilo dilê me li we vebe looo… We bi hezaran keç û xortên me şehîd xistin. Newalên welatê me ji terman tijî kirin (Geliyê Zîla, Newala Qesaba) û herwiha… Heskirin ji ba Xwedê ye, hûn ji me hes nakin. Welahî we bilahî we tilahî qesem bi her sê navê Xwedê mêrkê Tirk ji Kurdan hes nake, nan û xuya wî li ser çoga wî ye.
Dixwzim şîretekê jibo Xwedê li we bikim Tirkno… Bela we ji bin serê we ye, we dost ji xwe re nehiştin… Bulgar, Yûnan, Ermen, Ereb, Suryan, Aşûr… Em Kurd tenê mane, hê jî em dibêjin em birayên hev in werin em bi hev re bijîn. Lê hûn welatê me talan dikin, bombebaran dikin, wêran dikin, çekên qedexkirî bi kar tînin, bes e lo. Şerm bikin, hûn nikarin Kurdan tine bikin. Wê Kurd her tim bijîn û jinûve zîl bidin, eyb e, eyb hûn zirtê xwe dikin, eger rast be, balafiran ranekin û werin meydanê, em bibînin bê kî berx e û kî beran e.






