Serbest Etê/Qamişlo
Mamosteyên perwerdeya branşên zanistî yên Akademiya Ş.Egîd Cîlo qedandîn bi şahiyekê bawernameyên xwe girtin.
Îro (6`ê Tîrmeha 2022`yan) saet 9`an li Akademiya Ş. Egîd Cîlo ya bajarê Qamişlo dewreya branşên zanistî ya mamosteyan ya bi beşdariya 42 mamosetyan yên ji kantona Qamişlo û Hesekê bi şahiyekê qediya.
Di şahiyê de rêveberên akademiyê axivîn û bal kişandin ser girîngiya perwerdeya branşan û gotin, ji bo ku mamoste biserkeftîtir erkên xwe pêk bînin pêdivî bi perwerdeyên wiha heye.
Herwisa ji aliyê rêvberiya Akademiyê ve bawername li mamosetayên başdarbûyî hatin belavkirin. Şahî bi dîlan û stiranan qediya.
Hêjayî gotinê ye ku di vê perwerdeyê de, mamosteyan branşên zanistî (Fîzîk, Zanyarî, Kîmya, Bîrkarî û Erdnîgarî) rêûrêbazên perwerdeyê girtin û ji 31ê Gulanê heta 6ê Tîrmehê perwerdeya wan dewam kir.






