Çalakiyên gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên li dijî artêşa tirkî ya dagîrker bênavber dewam dikin.
Çalakiyên gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên li dijî artêşa Tirk a dagirker bênavber dewam dikin. Di çalakiyên tîmên gêrîla yên bitevger de 23 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn. Li devera Çemço gerîla nehişt hêzên Tirk ji sînor bibihurin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê gor, “Çalakiyên bênavber ên gerîlayên Azadiya Kurdistanê dewam dikin. Di encama çalakiyên bi bandor ên tîmên me yên bitevger de 23 dagirker hatin cezakirin û 3 dagirker jî birîndar bûn. Artêşa Tirk a dagirker 17 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan, 12 caran bi balafirên şer, 15 caran bi helîkopterên êrişê û bi dehan caran jî bi obusan qadên berxwedanê bombebaran kirin.”
HPG´ê kite bi kite wiha behsa çalakiyên gerîlayan kir:
Li Zê (Zapê)
2’ê Tîrmehê saet di 15:30’î de di navbera hêzên me û dagirkeran de ku xwestin li Qada Berxwedanê ya Çemço bi pêş ve biçin, şer qewimî. Li vir dagirkerek hat cezakirin û yek jî birîndar bû.
2’ê Tîrmehê saet di 16:00’an de dagirkeran xwest bi wesayîtên zirxî ji sînorê Bakurê Kurdistanê ber bi Qada Berxwedanê ya Çemço ve bi pêş ve biçin; hêzên me derb li wan xistin. Di çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin û bipêşveçûna dagirkeran hate rawestandin. Saet 17:00’an jî dagirkeran xwest bi pêş ve biçin, dîsa bi çekên giran hêzên me li wan xist û 2 dagirkerên din jî hatin cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûn.
Dagirkeran êvarê bi piştgiriya helîkopterên êrişê bi wesayîtên zirxî kuştiyên xwe ji deverê birin.
2’ê Tîrmehê saet 18:00’an tîmên me yên YJA Starê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê xist û dagirkerek ceza kir.
3’yê Tîrmehê saet 08:10’an tîmên me yên bitevger ên YJA Starê bi çekên giran derb li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Kokerê xistin û 4 dagirker ceza kirin.
Li Xakurkê
Komek ji hêzên dagirker ên di 2’ê Tîrmehê de hatin Girê Şehîd Derwêş hatin şopandin, bi çekên giran hatin gulebarankirin û 7 dagirker hatin cezakirin.
Li Metîna
29’ê Hezîranê saet 21:00’ê de bi sekvaniyê li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî dagirkerek hat cezakirin.
2’yê Tîrmehê saet 11:10’an û 3’ê Tîrmehê saet 01:30 û 05:50’î de tîmên me yên bitevger bi sekvaniyê 3 caran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî xistin û 3 dagirker ceza kirin.
2’ê Tîrmehê saet 18:30’an de, dagirkeran xwest tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bombebaran bikin; hêzên me ew gulebaran kirin û kirin ku gavekê vekişin.
3’ê Tîrmehê saet 06:40’an de dagirkeran xwest ber bi tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ve bi pêş ve biçin, hêzên me bi sabotajê li wan xist û 2 dagirker ceza kirin.
Ozgûr Polîtîka