Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Wê ti carî nikaribin pêşî li têkoşîna HDP’ê bigirin’

04/07/2022
in NÛÇE
A A
‘Wê ti carî nikaribin pêşî li têkoşîna HDP’ê bigirin’
Share on FacebookShare on Twitter
Delege û aktivîstên kongreya HDP’ê gotin, li gel zext û êrîşan jî wê têkoşîna xwe ya li dijî polîtîkayên desthilatdariyê dewam bikin.
Kongreya Asayî ya 5`an ya HDP’ê bi dirûşma ‘Çareserî bi me re ye’ bi beşdariya bi deh hezaran kesî li Enqereyê roja Yekşemê pêk hat. Beşdarên kongreyê peyam dan ku wê li gel zext û êrîşan jî li dijî polîtîkayên desthilatdariyê têbikoşin.
Kesên ku tevlî Kongreya Asayî ya 5’an ya Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) bûn, ji ANF’ê re axivîn.
Yagmûr Kavak: Ji bo Kongreya 5’emîn a HDP’ê bi hezaran kes li Enqereyê li hev civiyane. Em li Salona Sporê ya Enqereyê ne û li vir coşeke gelekî mezin heye. Li dijî zilm û zordariya AKP-MHP’ê ya li ser HDP’ê, li hemberî doza girtinê, li hemberî tayînkirina qeyûman li şaredariyan, li hemberî kujerên Denîz Poyraz gel îro li vir li hev kom bûne, ji çar aliyên Tirkiye û Kurdistanê bi coşeke mezin hatine vê derê. Li vir qala fikrê ‘rêya sêyemîn’ tê kirin.
Alî Ozoglû: Ji Fatsayê tevlî kongreyê dibim. Bi horon, bi tûlûm em bi coşeke mezin hatin vê derê. Me heman coş li vê derê jî dît, lewma gelekî kêfxweş bûn. Yên ku dibêjin ’em ê HDP’ê bigirin’ bila li vê kongreyê binerin û aqlê xwe bînin serê xwe. HDP gel e gel nikare bê bêdengkirin. Ji Derya Reş heta Edîrneyê, ji Edîrneyê heta bi Qersê, ji Qersê heta Colemêrgê kes nikare vê partiyê bêdeng bike. Hîmên partiya me xwe dispêrin Mazlûm Doganan, Kemal Pîran, Hakî Kareran.
Delegeya HDP’ê Songul Şarkli: Li gel êrîşên li ser partiyê jî tevlîbûneke xurt heye. Ji destpêkê heta dawiyê em ê HDP’ê biparêzin. Berxwedana me wê dewam bike. HDP û kevneşopiya siyasî ya HDP’ê bêçare nîne. Çareseriyên me yên alternatîf teqez hene. Em ê heta dawiyê paratiya xwe biparêzin.
Delegeya HDP’ê Medîha Yuksel: Bi dagirtina vê salonê, bi geşkirina coşa li vê derê me ev peyam dan wan hêzên ku êrîşî HDP’ê dikin: ‘Em li vir in, li ser piyan e, bi ti cihî ve naçin’. Bi hêza ji vir wergirtî em ê li dijî faşîzma AKP-MHP’ê têbikoşin.
Delegeyê HDP’ê Bulent Ûygûner: Li gel dozên girtinê û zextê jî HDP’ê bi vê kongreyê careke din nîşan da ku heye û hêzeke civakî ye. Niha salon dagirtî ye. HDP’ê bi vê yekê re careke din nîşanî hêzên herêmî û navneteweyî da ku îradeya çareseriyê ye û gel bi HDP’ê re ye.
ANF
ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.