Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dîmenê eniya şer ya li Zapê

04/07/2022
in NÛÇE
A A
Dîmenê eniya şer ya li Zapê
Share on FacebookShare on Twitter
Rojnamevan Kûrtay Serhat dîmenê qada şer kişand ku di navbera artêşa Tirkan ya dagîrker û gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê de şerekî giran lê diqewime. Serhat li ser wan giran qala hewldanên dagîrkeriyê yên leşkerên Tirk kir.
Artêşa Tirk ji 17’ê Nîsana 2022’an û vir ve li ser Zap, Metîna û Avaşînê ji hewa û bejahî ve dest bi êrîşên dagirkeriyê kiriye. Gerîlayên HPG û YJA Starê jî bi rengekî dîrokî li ber van êrîşan radibin. Rojnamevan Kûrtay Serhat ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê ye, li gel şert û mercên giran jî dîmenê eniya şer kişand.
Kûrtay Serhat dîmenê Girê Hakkarî, Girê Şehîd Akîf, Girê FM heta bi Ava Zê, qadên Şehîd Mazlûm, Şehîd Leşker û Girê Cûdî kişand û got, “Ez niha bi gerîlayekî HPG’ê re me, ji bo kincên me yên sivîl balê nekişîne me kincê kamûflajê yê gerîla li xwe kir û em rewşa şer dişopînin.”
Dîmenê konên leşkerên tirk kişand
Kûrtay Serhat anî ziman ku li ser Girê Hakkarî yê li hemberî wan yekîneyên artêşa Tirk a dagirker hene û li ser rewşa şer a ku dîmenê wê kişand ev agahî parve kir:
“Hûn niha Girê Hakkarî dibînin. Li ber wê jî Girê FM heye. Li vê derê jî îro gelek teqîn çêbûn, dengê şer hebû. Ev rêze gir dewam dike û dibe qada Şehîd Mazlûm. Jê wêde jî Girê Şehîd Nalîn heye. Mirov dikare leşkerên Tirk ên li vê derê bi cih bûne bibînin. Beriya niha hêzên gerîla avêtin ser vî girî û artêşa dagirker derbên giran xwaribû. Bi heman rengî leşkerên Tirk li ser Girê FM jî bi cih bûye, li vê derê jî têne dîtin.”
Rojnamevan Kûrtay Serhat dîmenê Girê Şehîd Leşker jî kişand ku di roja destpêkê ya êrîşa dagirkeriyê de artêşa Tirk leşkerên xwe lê danî û diyar kir ku li ser gir konên leşkeran hene. Kûrtay Serhat ragihand ku leşkerên Tirk ên li rêzegirên Kurojahro hatin dorpêçkirin çend roj berê windahiyên giran dan û destnîşan kir ku li herêma Kurojahro ya ku ji bo herêmê cihekî stratejîk e, liv û tevgera leşkerî hîn jî dewam dike.
Leşkerên Tirk li derdorê reşandin
Rojnamevan Kûrtay Serhat dîmenê teqînên li ser Girê FM jî kişand û got, “Niha jî tê bihîstin ku hin ji hêzên gerîla bersivê didin leşkerên Tirk.”
Kûrtay Serhat dîmenê gulereşandina hêzên gerîla ya li helîkopterên artêşa Tirk jî kişand û têkildarî vî şerî jî ev agahî parve kir: “Em dibihîzin ku gerîla bersivê didin leşkerên Tirk. Bêguman nikarin tespît bikin bê gerîla li ku bi cih bûye û hema li derdora xwe direşînin. Ev rewş hema bêjin her roj bi vî rengî ye. Bêguman em dikarin vê jî bibêjin; gerîla fîşekên welê bi kar tînin ku şopê li pey xwe nahêlin. Ev jî karê artêşa dagirker zehmet dike.”
ANF
ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.