Di vê pêvajoyê de her çiqas êrîş bi tevayî bin jî, neyar herî zêde êrîş li ser nirxên me yên çandî kirin. Êrîşên ku li ser gel tên kirin jî tê zanîn ku sedem dîsa nirxên çand û hunerî û netewî ne. Lewre ê miletekî dike xwedî nirx, xwedî rûmet çanda wî ye. Ji ber wê çand di navenda menzîla êrîşan de ye. Huner di civakê de dengê rastiyê ye. Vêya jî sedem e ku huner dibe menzîla dagirker û faşîstan. Piştî ku dagirkeran Kurdistan kirin çar perçe, bi taybetî bi pergala kapitalist modernite di warê qirkirin û pişaftina çand û hunerî de êrîşên herî dijwar kirin.
Çand mîna hemû afirandin û watedayinên civakan a di tevahiya dîrokê de karê bi şêwazekî giştî tê binav kirin. Bi zêdekirina li xwezayê ya hewldanên mirov çanda madî û manawî pêk tê. Huner jî hêzê dide afirîna çand û civakbûnê. Huner nikare ji wan cuda bê nirxandin. Girtina dest a hunerê ji van têgînan cuda wê were wateya ji hev qutkirina civak û civakbûnê, her wiha wê bingeh li nexweşiyên mezin veke. Hunerek e ji nirxên madî û manevî yên avakirina civakbûnê qut û serbixwe nabe.
Huner tê wateya herî baş rafînekirina çanda manevî û nîşandana herî delal a çanda madî. Lewra jî huner ji aliyê mirov ve tê afirandin, ne tenê ji bo civakî ye, her wiha pêşengiya civakê jî dike. Mîna sinc (exlaq) ku xerca civakê ye, civakê yekgirtî dihêle, huner jî bi felsefe û bîrdoziya xwe avakirina yekîtiya civakî mîna wezîfe digire ser xwe. Ji ber vê yekê jî ji siyasetê, an karê civakê serbixwe nikare were dîtin. Nerîn û hestên hunermend tê wateya tezahura nêrîn û hestên civakê. Lewra jî hunermend mirovê ku civaka xwe nas dike û dijî ye. Jiyana hunermend ne li gora xwe, li gor jiyana civak û gel e. Bi qutkirina hunerê ya ji dîrok û civakê re ew rizandin ji aliyê çînên serdest ve ji bo berjewendiyên xwe bikar anîn.
Wexta ku Turk, Ereb û Farisan êrîşî nirxên gelê Kurd kirin ê xwestin bi temamì ji holê rakin bi deng ê awaza xwe, bi stranên xwe, bi çîrok, destan û zimanê xwe yên dewlemend li berxwe da û bi hezarsalan xwe li ser piyan hişt. Bi govenda xwe bi şano, laqirdî û henekên xwe dewlemendiya xwe ya dîrokê ji dewletên dagirker parast. Lewre çand û huner cureyê xwe anîna ziman e. Cêreyê nasnama xwe parastinê ye.
Ol, felsefe, mîtolojî, zanist û qadên cuda yên hunerê çanda civakê pêk tînin. Bi gotineke din rew a derûnî û têgihi tin a civakê nî an dide. Bi netew-dewlet, an jî bi destê dewletê dema netewe hatin avakirin, cîhana, çandê bi berovajîkirin û qirkirineke mezin re rû bi rû re hate hi tin. Modernîteya kapîtalîst kevne opiyê bi tevahî û heqîqeta xwe qebûl nake. Yên li hesabê wê tên ji nav diki îne, li gor berjewendiyên xwe diguherînê û ji xwe re dike mal. Dîroka çandî ya li gora xwe berovajî kiriye û pê kê î takekes û civakê tê kirin.Ev jî ti tekî gelekî cuda ye. Bi navê dîrokê bêdîrokî, bi navê çandê, bêçandî tê ferz kirin. Ji bo vê yekê jî huner ji aliyê bîrdozî û felsefî ve, bi êwazekî ore gerî li dij tevkujiya çandî mîna parastina rewa gereke werê nirxandin û dest girtin. Misogere ku jiyaneke ba , xwe ik û azad bi jiyaneke rêxistinkirî gengaz e, bi jiyaneke nerêxistinkirî ne mumkun e. Lewra jî huner û hunermend bê rêxistin nabe. Li gor pîvana bingehîn a tevgera hunerê ya gelê Kurd tê xwestin were tinekirin, her wiha ji ber rastiya ku tevkujiyeke çandî tê ferzkirin nabe ku huner ji bîrdozî û rêxistinbuyînê cuda were girtin.
Huner bi şêwazê rexne û helwestdayinê dikare bi şêwazekî tuj û di cih de were pratîze kirin. Di nava vê pratîzebûnê de rêxistinbûyîn û xebata rêxistinkirî ewlekariya serkeftinê ye. Li dij nirxên ku tekoşîna azadiyê afirandiye her cure komplo, şerê taybet, tasfiyekarî û siyaseta gemar a li ser gelê me tê meşandin divê were dîtin û xabatên hunerî werin meşandin. Bi dîtina van rastiyan û durketina ji berjewendîparezî, mulkiyetvanî û takekesî huner were afirandin wê destkeftiyên me mayindetir bike. Tevî hewldana kûr a azadi û serkeftinê, Kurdan, xeteke hunerê ya hêza xweser a ciwanan derxe der wê bibe temamkar a herî mezin ya demokrasiyê. Bi vê yekê re hunermend ku wicdanê civakê ye bi çalakiya xwe wê bêhnvedanekê biafirîne û bi şêwazekî der wê beşdarî têkoşîna azadiya gelan bibe.
Hozan Seyîdxan