Fener…
Idrîs Henan
Ji 17ê Nîsanê û vir de şer û êrişeke bêeman bi ser Herêmên Parastina Medya ve tên meşandin. Dagîrkerên Kurdistanê, li gorî lihevkirineke nepenî, bi serperştiya faşîzma tirkî, hemleya tinebûna gelê Kurdî zindî kirine. Hemûyan hefsarê xwe radestî faşîzma tirkî ku nûner û berdevka wan ya Peymana Atlantîka Bakur e û ji êrişan re dev, guh û çavên xwe girtine.
Çendîn roj in dewleta faşîst a Tirkan dijberiya Swêd û Fînlandayê kir ku bi awayekî gelek beloq daxwziyên “qebedayên koşe û ziqaqên teng” jê dikirin. Bi cilên dîplomsiyeke xwînmij, bazara endamtiya wan her du welatên navborî ya nava NATO’yê dikir. Heyameke wisa bû ku rojane li çiyayên Kurdistanê derbên mirinê dixwe, nedizanî çawa xwe jê bifiltîne. Her çiqas belaya xwe li Amerîka û Rûsyayê dabe ku destûrnameya êrişeke “xilasker” bistîne û xwe ji tengezariyên ku li Herêmên Parastina Medyayê dikişînê xilas bike, bê encam man.
Lê ji ber ku “çeripîna” kilîtê lê teng dibûn û êdî di nav tunelên Gerîlayên Azadiyê de li ber lingan diçûn, bi rijd bû ku atmosfera şerê Rûsya û Ukranyayê afirnadiye, weke firsenda dawî, bi kar bîne û aloziya ku bêhn lê çikandiye, qederekê derbas bike. Jixwe, çendîn dîmenên ku vê pêxîrtengiya faşîzma tirkî li çiyayên Kurdistanê isbat dikin kêm bin jî, lê yên hene jî têrê dikin ku virr û derewên rojane li ser civakê dike bicerisînin. Her tişta bi civakê re parve kiriye derew e. Çi gotiye û çi kiriye, berovajî wê rast e. Ji lew re, daxwaznamyên Swêd û Fînlandayê yên endamtiya NATO’yê firsendek dîrokî ji faşîzma tirkî re bûn.
Piştî civîna sêalî (Tirkiyê, Swêd û Fînlande) ya bi koordîneya Sekreterê Giştî yê NATO’yê Stoltenberg, a 28 Hezîranê li Spanyayê, Erdogan serkeftina xwe ragihand û tevahî alavên ragihandina tirkî ketin nava tevgerê û tenê hevoka “em bi ser ketin” dubare kirin. Jixwe tişta bûye ne serkeftin, derbkirina nirxên demokrasiyê bû. Axaftina Serokwezîra Swêdê piştî civînê, vê yekê baş îfade dike, teybet dema ku dibêje: “Zagonên me yên terorê di 30 salên dawî de, di guhertinên mezin re derbas dibin. Herwiha ji bo ku tevlêbûna nava rêxistina terorê weke sûc bê dîtin wê di Destûra Bingehî de guherîn bê çêkirin.”
Ev rastiya NATO ye. Ew sazî li ser bingeha şer û mêtingeriyê hatiye avakirin. Jixwe, welidînek şerê cîhanê yê duyemîn bû. Di bineya wê de tiştek bi navê nirx, azadî, demokrasî û mirovatî nîne. Her tişt berjewendî ye. Qezenc û zirar e. Serokê Amerîka Joe Biden ev yek eşkere got; civînê mohra xwe li dîrokê xistiye û hemû Ewrûpa bû NATO. Yanê tam berovajî bendewariyên Rûsya bû. Li gorî Biden; Serokê Rûsya dixwest hemû Ewrûpa bike weke Fînlandayê. Yanê li hemberî geşedanên mêtingerî û pêşbirka desthilatdariyê di pozisyona bêalîbûnê de bin. Ev yek diyar dike ku navenda hegemoniyê hîna di wê israra xwe ya yekblokê de ye. Eger Swêd û Fînlanda bermahî û hêviyên demokrasiya Ewrûpa bûn, ew jî têk birin û xistin nava qirêjiya xwe. Tirkiyê û Erdogan amûrên vê lîstikê bûn.
Jixwe yek peyama civîna Madrîdê ya NATO’ê hebû, ew jî lihevkirina li ser polîtîkayên qirkirinê yên li dijî têkoşîna gelan û senteza azadîxwaz a Tevgera Azadiyê ye. Bi piştgirî û sazûmankirina vê itîfaqê re, siyasetên îmha, înkar û qirkirinê yên li ser têkoşîna gelê Kurd tên meşandin, hatin erêkirin û mixa dawî li darbesta demokrasiya Ewrûpa xistin. Lê ji ber ku hişmendiya azadî û demokrasiyê ya ku îro bi pêşengiya têkoşîna Kurdan zindî maye, wê gelên azadîxwaz, bi rêxistinbûn û têkoşîna xwe ya bê mînak, demokrasiyê zindî bikin û nirxên gelan biparêzin. Çendîn piştgiriya ji faşîzma tirkî re zêde bibe, dê nikaribe pêşî li têkçûna wê li hemberî têkoşîna azadiyê bigire. Bi gotineke hê gelêrî; çiqas Erdogan Tirkiyê li dû bêhna kebabê ketibin, wê rastî daxkirina lingê kerê werin.






