Farûk Sakik
Di van rojên dawî de şantaj, tehdîd û gefên ji bo herêma rojavayê Kurdistanê ji nû ve dest pê kirin. Erdogan dema ku dikeve tengasiyê, berê xwe dide Rojava. Yan gefan dixwe yan jî weke Efrîn û Serê Kaniyê dagîr dike. Ev hewldanên wî ji bo zeximkirina desthilatdariya wî ye. Dibe xeyalên wî yên Neo-Osmanî jî hebin. Emê van daynin aliyekî û vegerin gefên îro ku Erdogan xistine rojeva xwe.
Berî ku derbasî îro bibim, ji sala 2015’an hevdîtinekê bîr bixim. Ev diyalog û hevdîtin, di navbera Rêber Apo, Sirri Sureyya Onder û Erdogan de derbas dibe. Di pêvajoya şerê Kobanê yê ku şerê man û nemanê bû, derbas dibe. Di kêliyên ku DAIŞ wê êdî bi ser nekevê de, Erdogan ji Sirri Sureyya Onder re dibêje; “Ji Ocalan re bibêje Rojava xeta meya sor e, emê destûrê nedin ku li wê derê ji bo Kurdan statûyek ava bibe.” Dema ku vê peyamê digihînê, Rêber Apo bersiveke wiha dide; “Ji Erdogan re bibêje ji bo min jî li Kurdistanê herêma Rojava xeta sor e. Çi dibe bila bibe emê statûyekê ava bikin.” (Me, ev diyalog ji Sirri Sureyya Onder bihîst)
Çima herêma rojavayê Kurdistanê ji bo Rêber Apo xeta sor bû? Li vê derê şoreşek pêk hatibû. Sîstema rêveberiya xweser hatibû îlankirin. Paradîgmaya Ocalan ya Konfederalîzma Demokratîk ku ji bo Rojhilata Navî bi salan bû kedeke mezin dabû li vê heremê aj û bejin dabû. Li vê heremê di pratîkê de hatibû isbatkirin. Li vê heremê her kesî bi vê paradîgmayê bawerî anîbû.
Heger herêma rojavayê Kurdistanê ji bo Rêber Apo xeta sor be, Erdogan wê ji vê derê êrişî Ocalan bikira. Dixwest li ser herêma rojavayê Kurdistanê re Rêber Apo iqna bike. Li gorî texmîn, nirxandin û tecrûbeyên me ji notên hevdîtina xwendî, Rêber Apo bi ti awayî li gorî berjewendiyên AKP’ê tev nagere.
Li Tirkiyê pêvajoya hilbijartinê dest pê kir. Heger pêşwext be di meha Mijdarê de ye. Heger hilbijartin di dema xwe ya asayî de be jî di Hezîrana 2023’an de wê were çêkirin. Hemû îstastîk û anket dibêjin AKP berçem berçem diçe. Di hejmara dengê wî de ketineke mezin heye. Bi serê xwe û bi MHP’ê re ne mimkun e ku bibe desthilatdar. Ji bo wê jî tek rêyek li pêş wan heye û ew jî dengên HDP’ê-dengê Kurdan e. Li gorî encamên hilbijartinên dawî ji sedî 12 dengê HDP’ê hene. Ev jî teqabulî nêzikî 10 milyon dengan dike. Erdogan ji niha ve li dû van dengan ketiye. Ji bo vê yekê jî xwe avêtiye ber deriyê-bextê Rêber Apo.
Em texmîn dikin, îro li Îmrali ji bo Rêber Apo were iqnakirin deste li du desteyan diçin û tên. Demek Ocalan iqna nabe ev car jî li ser Rojava re gef tên xwarin. Erdogan derdikeve pêşberî kamereyan û xeta Rêber Apo ya sor tehdîd dike. Dibêje ku amadekiryên me temam bibin emê bikevin herêma rojavayê Kurdistanê.
Lê ji bo ku xwe bihêz nîşan bide berê xwe da civîna NATO. 28’ê Hezîranê li paytexta Spanya Madrîdê civîna NATO pêk hat. Di navbera Tirkiye, Swêd, Fînland û Sekreteriya NATO de, li pişt deriyên girtî civîn hat lidarxistin.
Di vê civînê de, li ser dijminantiya Kurdan, Tirkiye peymana ku rê li ber endamtiya NATO’yê vedike imze kir. Bêbextiya dewletên Ewropa li vê derê xwe dubare kir. Berdêla erêkirina endamtiya 2 welatan de, dijminatiya herêma rojavayê Kurdistanê wek ku Erdogan dixwaze hat erêkirin.
Em gelek caran di nava xwe de suhbet û nîqaşen de dibêjin gelo piştî vê gefê wê êriş dest pê bikin? Heger xeta sor ya Rêber Apo baş were xwendin û nasandin wê bersiv were dîtin.






