Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Jin û ciwan wê li hemberî dagîrkeriyê pêşengiyê bikin

29/06/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
Di xetera qirkirinê de rewşa rewşenbîrên Kurdistanê
Share on FacebookShare on Twitter
Zekî Bedran
Êrişên Tirkiyê yên ser bakur-rojhilatê Sûriyê didomin. Ango ji dinyayê tevê re ragihand ku amadekariya dagîrkeriyeke nû dike. Pêwîst nabîne amancên xwe jî veşêre. Dibêje ezê ji Til Rifet dest pê bikim, pişt re Minbic, pişt re hinbihin heta Dêrikê bistînim. Seranserê sînorê Sûriyê ji bo xwe kiriye ‘herêmên ewle’. Bi dagîrkirinê tenê nasekine. Li aliyekî jî ji bo ku herêmên weke Efrînê bi ser welatê xwe ve bike amadekariyê dike. L herêmên dagîrkirî xelkê wan derdixe li şûna wan biyaniyan bi cî dike. Ev plana qirkirineke neteweyî ya eşkere ye.
Li ser Kurdan plana dewleta tirkî ya qirkirinê ya sedsalan pêk tê. Komar li ser bingehê yek milet, yek dewletê hat avakirin. Ji bo pêkanîna vê jixwe Ermen hatibûn tinekirin. Pişt re Rûm, Asur û Cihû ji Anatolya û Mezopotamya derxistin û di komkujiyan re derbas kirin. Ji sala 1924’an ve jî Kurd ji Tirkan jimartin, hebûna wan hat inkarkirin û li ser wan seferên tinekirinê pêk anîn. Heta roja me ya îro ne plan hatiye guhertin ne jî bişaftin rawestiyaye. Niha jî dixwazin bi serkêşiya faşîstê Erdogan û Bahçelî vê qirkirinê bigihînin encamê.
Ji bo tinekirina Kurdan dewleta tirkî krîza li Sûriyê ji bo xwe kir firset. Lewazbûna Iraqê dîsa biheman armancê bi kar tîne. Bi salan e Iraqû bombebaran dike û li ser erdê wê bi dehan baregehên leşkerî ava kirine. Niha jî ji bo ji bo bikaranîna şerê Ukrayna li hemberî Kurdan bi Amerîka, NATO û Rûsya re di nava bazarê de ye. Serlêdana Swêd û Dînlandiya ya NATO li hemberî Kurdan bi kar tîne. Ji welatên Rojava re dibêje, ‘ezê Kurdan biperçiqînim, êrişên dagîkeriyê bikim hûnê jî erê bikin û piştgiriyê bikin.
Tirkiyê dixwest bikeve Yekîtiya Ewropa. Ji bo endamtiya wê Yekîtiya Ewropa krîter datanîn pêşiyê. Dixwest Tirkiye qanûnên xwe biguherîne û reformên demokratîk bike. Niha tersê wê dibe. Tirkiye ji wan re dibêje, hûnê qanûnên xwe biguherînin û weke min Kurdan qedexe bikin, bigirin û bibin hevparên komkujiyan. Erdogan weke Hîtler vê wêrekiya xwe ya van sepandinên bi ser welatên Ewropa de ji kû digire? Bêguman ev welat ku li nirxên demokratîk xwedî dernakevin û ji her rengê bazarê re vekirî ne, Erdogan wêrekiya xwe ji vê digire û heta dawiyê vê bi kar tîne.
Evên me li jorê gotîn mijarên wisa ne ku hema hema her kes dizane û me gelek caran dubare kirine. Rêveberên Ewropa û Amerîk jî van mijaran pir baş dizanin. Ka Tirkiye çi dike, li dû çi ye Rûsya ji her kesî pirtir dizane. Digel wê berjewendîperestiya wê wisa kir ku Tirkye Sûriyê wêran bike. Tirkiyê ji nakokiyên navber Amerîka û Rûsya sûd girt. Niha jî ji tengavbûna Rûsya sûdê digire û pê re bazarê dike. Biheman rengî NATO û dinyaya Rojava di mijara Swêd û Fînlandiya de dikişîne nava bazarê. Di serê vê bazarê de Kurd hene. Wiha dibêje; Kurdan bidin min, hûn çi tawîzê dixwazin bigirin.
Ev bazara bixeter û qirêj êdî li ber çavê dinyayê dibe. Di rewşeke wiha de wê Kurd û gelên Sûriyê çi bikin? Pirsa divê bersiva wê bê dayîn ev e. Dewletên Rojava ku her tim destekê didin Tirkiyê tê zanîn. Wê demê wê helwêst û amadekariya gelên bakur-rojhilatê Sûriyê encamê diyar bike. Tirkiye û dewletên din gelan, guhê xwe nadin berjewendiyên wan û îradeya wan. Derdê wan berjewendî û desthilatdariya wan in. Wê demê divê em ne li bendê bin ku ev dewlet li hemberî dagîrkeriyê helwêsteke cidî nîşan bidin.
Rêveberiyên herêmên xweser û saziyên wan divê her tişta xwe daynin holê û li hemberî dagîrkeriyê amadekariya xwe bikin. Lewra li herêmên dagîrkirî bi dehhezaran bermayiyên DAIŞ’ê û El Nusra dike balaya serê gel. Ne derfetên wan yên jiyanê dimînin ne jî ewleyiya wan. Jixwe li deverên wisa Kurd namînin. Ji bo wan dagîrkirin tê wateya qirkirin û komkujiyan.
Di rêxistinkirina berxwedanê de erkê herî mezin dikeve ser milê ciwanan. Divê ciwan rola xwe ya çalak bilîzin. Divê bizanin ku erkê wa ye ku çandeke şoreşgerî biafirînin û welatperweriyê belav bikin.
Divê ciwan ji kedkaran heta gundewaran bi awayekî berfireh bikevin nava xebat û rêxistinkirinê. Divê di pêşengiya jin û ciwanan de civak tev bê birêxistinkirin û wan tevlî şer bikin. Dema gelekî berxwedêr derkeve meydanê, şansê dagîrkeran namîne. Bi wî awayî wê hem pêşiya dagîrkeriyê bê girtin, hem herêmên dagîrkirî bên paqijkirin. Eşkere ye ku gel vê zordestiyê û dagîrkeriyê qebûl nake û zerereke mezin jê dibîne. Ji bo wê divê jin û ciwan di nava civakê de bi gel re li hemberî dagîrkeriyê li ser erkê xwe bin. Herêmên xweser li Rojhilata Navî herêmên azadiyê ne û modela herî baş e. Ji bo parastina wê divê her kes seferber bibe.
ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.