Sîpan Şînda
Jixwebawerî, serwextiya mirovî ya derbarê jêhatîbînî, zîrekî, fêhmayî û destûçeniyên mirovî bixwe de ye. Ev serwextî sekna mirovî ya di jiyanê de diyar dike. Ne tenê sekna mirovî, herwiha paşroja mirovî jî di asteke bilind de diyar dike. Heyîna wê ji bo mirovan zêdahiyek gelekî berketî ye.
Kesên jixwebawer, di jiyanê de pirtir erênî ne. Nêrîna wan ya li ser jiyanê û bûyeran ji ya kesên din cudatir e. Ew kes di jiyanê de serkeftîtir û bistetir in. Pirtir dikarin biryaran bi serê xwe bistînin û zêde di bin bandora derdora xwe de namînin. Çi di warê kar de be, çi di têkiliyên civakî de be, çi di têkiliyên jin û mêrantiyê de pirtir dikarin bi awayekî serbixwetir biryaran bidin. Dema biryarekê didine yan jî dema dixwazin tiştekê bikine bi serê xwe biryara xwe didin û berpirsyariya wê ji digirin ser xwe. Di biryarên xwe de zêde nakokiyan najîne û di kiryarên xwe de bizirav in. Pirrê caran hewce nabînin ku derbarê kar û biryarên xwe de pirsa xwe ji keseke din bikin. Heke vê bikin jî ji bo biryareke baştir bidin dikin. Dema ew di karê xwe de jî bi ser neketin, vê weke dawiya dinyayê nabînin û dibêjin divê ez careke din jî biceribînim. Ew girêdayî armanca xwe ne û bi biryar in. Hêrsa wan ya serkeftinê zêde ye û zêde ji xwe re hêcetan çênakin. Lê dema bi ser jî nekevin lê nagerin ku sûcdarekê bibînin. Ew dibêjin min kir û vê carê çênebû, lêbelê wê careke din çêbe. Bi taybetî di warê kar de bi awayekî erênî nêzîkî karê xwe dibin.
Mirovên jixwebawer ji rexneyan re vekirî ne. Dikarin rexneyên derdorê qebûl bikine û wan weke qitîskên pêşiya wan ronî dikin ji xwe re dibînin. Ew li ser xwe mikur tên û dixwazin bizanin ka wan di kû de kêmasî kirine. Taybetmendiya wan yêk jê ew e ku her tim xwe pêş de dibin û ji tiştên nû re vekirî ne. Dikarin xwe li gorî şertên jiyanê eyar bikin. Jiyanê li ber çavên xwe reş nakin. Ew aliyên xwe yên xurt û zeîf dizanin. Dema bi mirovan re dikevine nava peywendiyê jixwebawer in û bi awayekî realîst nêzîkî meselan dibin. Ew baweriyê didin derdora xwe. Ew xwe bi kesên din re zû bi zû nadin ber hev û ew ne li gorî serkeftinên kesên din xwe eyar dikin. Jixwe danaberheva bi kesên din re dibe ku ji bo wan bandoreke neyînî bike û wan ji armanca wan dûr bixe. Ew bi ti kesî re ne di nava pêşbirkê de ne, ew tenê bi xwe re di nava pêşbirkê de ne. Ew ne hesûd in û keyfa wan ji serkeftina mirovên din re jî tê. Ew dibêjin dibe ku serkeftina hineke din roniyê bide derdora wan û hineke din jî sûdê ji wan bigirin û pirtir li ser karê xwe bisekinin û girêdayî armancên xwe bibin. Ew qedrê xwe digirin û cil û bergên herî baş layiqê xwe dibînin. Felsefa wan ya jiyanê, dibêjin ez carekê tême vê dinyayê û divê heta ku ji min bê ez baş bijîm. Herweha girîngiyê didin tenduristiya xwe û ji jiyanê hes dikin. Kesên jixwebawer ji axaftinên neyînî dûr in û her tim erênî diaxivin.
Bi kurtayî, kesên jixwebawer di jiyanê de erênî ne û dizanin çi ji jiyanê bixwazin û çi jê nexwazin.