Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hêzên ewlekariyê encama hemleyên salekê yên têkoşîna li dijî narkotîkê eşkere kir

27/06/2022
in NÛÇE
A A
Hêzên ewlekariyê encama hemleyên salekê yên têkoşîna li dijî narkotîkê eşkere kir
Share on FacebookShare on Twitter
Hêzên Ewlekariya Hundir, madeyên narkotîkê ku di hemleyên xwe yên li dijî sûcan û narkotîkê de desteser kirine, telef kirin. Herwiha ragihandin ku li herêmê 570 kesên di bazirganiya narkotîkê de kar dikirin, girtine.
Hemwextî Roja Têkoşîna li dijî Narkotîkê ya Cîhanê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn civîneke çapemeniyê li dibistana Mîrav a Ajotina Erebeyan ya li bajarê Qamişlo li dar xist. Nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn tê de beşdar bûn.
Di civînê de berdevkê Rêveberiya Xweser Luqman Ehmê axivî û desntîşan kir ku dewleta Tirk aloziyên li Rojhilata Navîn bi kar tîne da ku êrişên din li dijî herêmê pêk bîne û wiha domand: “Gelek dewletên herêmî hewl didin sûdê ji aloziyên li Rojhilata Navîn bigirin. Ji bo ku hegemoya xwe li herêmê zêde bike û qada dagirkeriya xwe firehtir bike. Mîna dewleta Tirk a dagirker ku hewl dide ji mijulbûna Rûsya û rojava sûd bigire da ku careke din destwerdana herêmê bike.”
Her wiha Ehmê teqez kir ku Rêveberiya Xweser li ser hemû astên dîplomatîk û siyasî gelek hewldanan dike da ku rê nede destwerdaneke din a Tirkiyê û wiha domand: “Rêveberiya Xweser beşek ji Sûriyê ye, parastina wê erkê hêzên leşkerî ye di nav de hêzên hikumeta Şamê. Em hewl didin ku hikumeta Şamê berpirsyariyên xwe ji bo parastina hevbeş a sînorên welêt, pêk bîne.”
Ehmê balkişand ser bandora narkotîkê li ser civakê û got: “Ciwan, bi rêya wê tên hedefgirtin. Di encamê de civak bi windakirina hêza ciwanan hildiweşe.”
Civakeke bê narkotîk
Paşê cîgirê giştî yê Meclisa Edaleta Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Etiye El-Nime axivî û hewldanên hêzên ewlekariyê, dozgeriya giştî û dîwanên edaleta civakî yên ji bo têkoşîna li dijî narkotîkê silav kir.
El-Nime destnîşan kir ku hêzên ewlekariyê bi hevkariya meclisên edaletê, dozgeriya giştî dîwanên edaleta civakî, hewl dan rê li pêşiya belavbûna vê diyardeyê bigirin da ku civakeke bê narkotîk ava bibe û ji bo ku bikaranînerên narkotîkê careke din tev li civakê bibin, stratjiyek ji bo perwerdekirina wan danî.
Paşê Rêveberiya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirên Elî El-Hesen daxuyaniya hêzê ya têkildarî vê boneyê xwend.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Îro cîhan Roja Têkoşîna li dijî Narkotîkê û bazirganiya ne rewa ya wê pîroz dike. Vê rojê wek boneyekê ji bo xurtkirina xebatan û hevkariyê dibîne da ku cîhanek bê narkotîk ava bibe.
Ev diyarde di serî de ciwanan dike hedef ku sirê dema niha û pêşeroja civakî ne.
Ji bo têkoşîna li dijî narkotîkê divê derfet bên xurtkirin û ev berpirsyarî ne tenê ya hêzên ewlekariyê ye, lê belê erkê hemû sazî, rêxistin û şêniyên herêmê ye.
Narkotîk, sedema sereke ya zêdebûna sûcan e. Cihê tevliheviya civakê ye. Hêzên me her tim li hember bikaranîna wê, bazirganiya wê tê koşiya. Bi hemû hêza xwe bazirganên wê şopand û girtin.
Hêzên me di vê çarçoveyê de gelek hemleyên bi bandor li dijî kesên bazirganiya vê madeyên dikin pêk anîn û madeyên pê re desteser kirin.
Daneyên hemleyên me ji dîroka 26-6-2021`an û heta îro wiha ne:
Barizgariya narkotîk û heşîşê:
Hejmara dosyayên bazirganiya narkotîkê gihaşt 102 dosyayan û di wê çarçoveyê de 203 kes hatin girtin.
Hejmara dosyayên bazirganiya narkotîk û heşîşê gihaşt 113 dosyayan û di wê çarçoveyê de 216 kes hatin girtin.
Dosyayên belavbûna narkotîkê li herêmê:
Hejmara dosyayên vî beşî 259 dosya ye.  Di çarçoveya wê de 570 kes hatin girtin ku têkiliyên wan di belavkirinê de hene.
Dosyayên bikaranîna madeyên hişbirê:
Hejamra dosyayên di vî warî de gihaşt 999 dosya. Di wê çarçoveyê de hezar û 410 kes hatin girtin.
Madeyên ku di hemleyan de hatine desteserkirin wiha ne:
Hêzên me 3 milyon û 442 hezar û 30 heb desteser kir.
167 şitlên heşîşê hişk û ernûs, 4 kîlo û 70 gram tovê heşîşê.
8 kîlo û 230 gram madeya krîstal, 127 gram heroîn, 22 gram cocaine.
510 kîlo û 780 gram heşîşê hevir.
Bikaranîna narkotîkê pirsgirêkeke cîhanî ye û divê li ser asta cîhanê hikumet, deste û rêxistin bi hev re kar bikin û girîngiyeke mezin bidin vî warî. Di çarçoveya hewldanên me ji bo pêşxistina kar de, me beşa Têkoşîna li dijî Narkotîkê di nav sazûmaniya giştî ya hêzên xwe de ava kir. Ev beş dê dest bi xebatên xwe ji bo şopandin bazirganên madeyên hişbirê û rêgirtina li pêşiya belavbûna wê di herêmê de me de bike.
Di dawiya civînê de, Beşê Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî, Têkoşîna li dijî Narkotîkê anku madeyên hişbirê, madeyên hişbirê yên ku hêzên ewlekariyê desteser kirine, telef kirin.
ANHA
ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.