Em birçî ne… birçî ne heyran
Dijwar Ehmed Axa
Erê rast e, em birçî ne, hûn bixwe jî birçî ne, çima hûn matmayî man! Xelkê her dem em birçî hiştine. Lê mebesta min, ne birçîbûna zik tenê ye, belê birçîbûna hiş û mejiyê me zanist û fêrbûnê ye.
Ne hewce ye mirov bêje, kesê têrilm û têrzanîn be, ti kes nikare fen û fûtan lê bike û bixe binê kontrola xwe. Lê yê birçî be, xelk dikarin bi hesanî ji rê bibin û henekên xwe pê bikin.
Ku insan birçiyê zik be, wê her dem çavê wî li xwarunê be. Birçîbûna Ilm û zanebûnê jî wisa ye. Ku mirov nezan be wê tim çavê mirov li devê xelkê be, tim koleyê wan be. Xelkê em kirine birçiyê xwarin û zanebûnê herduyan jî. Ji berê ve pêşiyên me gotine “çavê li deriya, xwelî li seriya”. Ango divê çavê me ne li xelkê be. Ti kes ji birçîbûna zik namire, lê birçîbûna zanînê gelan diqelîne.
Di salên 1982’yan de, li paytexta Sûriyê Şamê, min li zanîngehê di gel du hevalên xwe beşa hiqûq dixwend. Li taxa Zorava me xaniyek kirê kiribû. Me hem kar dikir, hem di ber re xwendina xwe dikir. Jiyaneke zor bû lê biwate jî bû. Lê dema em diçûn zanîngehê û me hevalên xwe yên din didîtin ku rojane cilên nû li xwe dikirin û xwarina herî xweş dixwarin, di hundirê xwe de em pir diêşiyan. Lewra me nikariya weke wan bikin. Yê me di salê tevî de ew panteron û ew gumlek bû. Ew zaroyên dewlemendan bûn. Em jî feqîrên her du aliyan bûn, ilm jî zik jî. Loma me deh caran ji wan pirtir dixwend.
Ew bixwe ne muhtacê tiştekî bûn. Bav û kalên wan yên diz, her tişt ji wan re amede kiribûn. Lê yê me tiştekî me tinebû, ne milk û ne mal, heta zimanê me qedexe bû, diviya em bi zimanê wan bixwînin. Lê tevî wilo jî, em ji wan jîrtir û xurtir bûn hta di zimanê wan bixwe de jî.
Niha em bên ser rewşa xwe ya heyî binerin û binirxînin. Emê bi hezaran Dibistanên bi zimanê kurdî perwerdeyê didin û bi hezaran mamosteyên zimanê kurdî, bi sedhezaran jî nifşê zarokên Kurdan bi zimanê wan perwerde dikin. Ne dibistan tenê êdî peymangeh, zanîngeh bi gelek beşên xwe ve, wek fakûlteyên bijîşkî, parêzerî, zanista civakî, jinolocya, ragihandin herwiha Pirtûkxane ku mirov bikare lê rûnê û bixwîne jî hatine vekirin. Lê mixabin kesên diçin wan cihan, pir kêm in.
Memduh Selîm beg, Kemal Fewzî, Hemzeyê Muksî, Dr. Fuad Berxo, Mîr Celadet û Kamuran Bedirxan, Cegerxwîn, Keleş û Tîrêj, Reşîdê Kurd, Osman Sebrî, Dr. Nuredîn Zaza, Musa Enter…. E. Van Navdara û Rewşenbîr û Zanyarên me, ji me re digotin li xwendinê xwedî derkevin û bixwînin. Fêr bibin da hûn bikarin xwe ji bindestiya dijminan rizgar bikin.
Ez jî dibêjim gelî keç û xortên Kurdan, li zimanê xwe xwedî derkevin. Imkan û derfetên di destê we de, dîrokî ne. Vê fersenda dîrokî ji derstê xwe bermedin. Rast e zikê têr haya ji yê birçî nîne. Lê birçîbûna mezin ya zanîn û merîfetê ye, ya xwendin û siyasetê ye. Li bav û kalên xwe binêrin û li yên xelkê binêrin. Em bê tiştekî ne, bêxwedî û bêxwedan in, li welatê xwe perîşan in, koçber û penaber in
Keç û xortên Kurdan, hûn hewceyî ilim û zanînê ne. Muhtacî xwendin û danînê ne. Li zimanê xwe xwedî derkevin û bibin pêşengên azadiya gelê xwe. Ji herve bêjin “Rojbaş”, Sebt û Ehedan ji bîr bikin, Şemî û Yekşemê bi kar bînin. Bi kurdî bixwînin, bi kurdî biaxivin, bi kurdî bikenin, bi kurdî bistirînin û dîlanê bikin. Bi kurdî bijîn. Jiyan bi burdî pir xweş e delalno.






