Navenda Nûçeyan/Qamişlo
Ji bo şermezarkirina êrişên dewleta tirkî ya dagîrker û kiryarên wê yên hovane, Yekîtiya Ragihandina Azad ya bakur û rojhilatê Sûriyê îro saet 11`an li ber çerxereya şehîd Rûbar li bajarê Qamişlo daxuyaniyek da.
Daxuyanî wiha ya:
“Dewleta tirkî di çarçoveya qirkirina gelê kurd û hemû gelên herêmê de siyasetên xwe yên dijber didomîne. Ev ji piştgiriya DAIŞ’ê û komên wekî wê bigire û heta bi cih kirina serçeteyên wan li herêmê dagirkirî mînaka herî zindî ya li ber çavane. Ji dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û guhertina demgorafî ku li wan herêman tê kirin bi gire û heta topbarana rojane ya li dijî gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku pêk tê, her wiha hedefgirtina sivîlan û rêveberiyên herêmê ku bi balafirên bê mirov li dijî gelê bakur û rojhilatê Sûriyê pêk tîne. Ev hemû sûcên li dijî yasa û peymanên navdewletî ne ku dewleta tirkî pêk tîne.
Gef û êrişên dewleta tirkî yên li dijî gelê kurd tu carî sînordar nebûye, lê belê hemû sînor derbas kirine. Ev ji kirinên wan ên li dijî mafê mirovan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û derveyî û di hindirê sînorê xwe de jî pêk tîne, zelal e. Çend roj berê li dijî xebatkarên ragihandinê û siyasetmedarên kurd ên li Bakurê Kurdistanê rastiyên wan a faşist aşkere dikirin, opersyon dan destpêkirin û ew xistin girtîgehan.
Bikaranîna balafirên bê mirov û yên şer çi li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û çi li dijî êzidyan li Şengal û deverên din ên Başûrê Kurdistanê, rojane dibe sedema mirina welatiyan. Di heman demê de siyasetmedar û rêveberên gelê kurd û gelên din dikin armanc û bi vê jî hemû yasa û qanûnên navdewletî derbas dikin.
Di binpêkirin û derbaskirina serweriya xaka welatan de, balafirên bê mirov ên dewleta Tirk bi sedan kîlometer li derveyî sînorên xwe welatî û çalakvanên sîyasî li şengal û deverên din ên Başûrê Kurdistanê jî hedef digre û bombebaran dike, Pê re hema bêje rojane gund û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê topbaran dike.
Di ser de jî gefa êrişên nû li dijî herêmên me yên bi ewle ku bi sedhezaran koçberên herêmên din ên Sûriyê bi cih kirin dixwe. Li aliyê din jî kampên niştecihbûnê yên nijadperst li herêmên dagirkirî ku xelkên wê yên resen bi zorê hatine koçberkirin, ava dike. Niha jî kar dike zêdeyî milyonek koçberên Sûriyê yên li cem xwe, li wan herêmên dagirkirî li şûna şêniyên wê yên resen ên bi darê zorê hatine derxistin, bi cih bike.
Hikûmeta AKP’ê bi van kirinên xwe hemû yasa û qanûnên navdewletî binpê dike. Her wiha hemû kirinên dermirovî yên li dijî welatiyan pêk tîne. Ev guhertina demgorafî heger dewam kir, dê bandoreke neyînî li ser rewşa mirovî û ewlekariya herêmê bike. Di heman demê de wê veqetandineke mezin û nakokiyê di nava civaka Sûriyê bi giştî de çêbike.
Em wekî Yekîtiya Ragihandina Azad, Sazî û dezgehên ragihandinê û Rojnamevan û xebatkarên ragihandinê van kirin û êrişên berdewam ên dewleta Tirk ku li dijî îradeya gelê me ya azad pêk tîne, bi tundî şermezar dikin. Em hemû kirin û sûcên dewleta Tirk a faşist ji hedefgirtina çalakvanên siyasî û welatparêzên azad û berpirsên Rêveberiya Xweser bi tu awayî qebûl nakin.
Em rojnamevan û xebatkarên ragihandinê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji vir radighînin ku em ê ji bo aşkerekirina siyasetên kirêt ên dewleta Tirk xebatên xwe duqat zêde bikin. Em ê her dem û li her derê dengê gelê xwe yê azadîxwaz bin. Em tekez dibêjin dê îradeya me tu carî sist nebe. Ev kirin û êrişên wan dê tu carî me dûrî berpirsyarî û erkên me derbarê gelê me de, neke.
Em soz didin hevalên xwe yên rojnamevan ên ji bo veguhstina rastiya gelê me di her şert û mercan de tekoşîn kirin û canê xwe feda kirin, em ê xeta wan bidomînin û bibin deng û îradeya rast a civakê.
Li ser vî esasî jî em bang li rojnamevan, xebatkar û saziyên ragihandinê, hemû hêzên şoreşger û demokratîk ên cîhanê dikin ku bi yek destî li dijî êrişên dewleta Tirk li kêleka doza gelê me bi hemû pêkhateyên wan bisekinin.”