Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Belgefîlîma Şehîd Nûjiyan Erhan li bajarê Qamişlo hat pêşandan

22/06/2022
in NÛÇE
A A
Belgefîlîma Şehîd Nûjiyan Erhan li bajarê Qamişlo hat pêşandan
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

Li Navenda Çand û Huner ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo Belgefîlîma şehîd Nûjiyan hat pêşandan û bi dehan jin, ciwan û gelên bakur û rojhilatê Sûriyê beşdarî pêşandana Belgefîlîmê bûn.

Beriya ku belgefîlîm destpê bike derhênera belgefîlmî, Jînda Asmen bixêrhatina beşdaran kir û da zanîn ku, ev belgefîlîe bi tîmekê ji 3 kesan hatiye çêkirin û wiha got:” Divê em bizanibin ku xwediyên vê keda mezin şehîdên wek, heval Nûjiyan yên vê şoreşê ne. Me jî xwest çirûskek ji keda van şehîdan bi geklê xwe û yê cîhanê re bidin nasîn.”

Herwiha Jînda Asmen teqez kir ku armanca wan bîranîna şehîd Nûjiyan û hemû şehîdên azadiyê ye.

Belgefîlm bi deqîqeyekê rêzgirtinê li ser giyanê şehîdên azadiyê dest pê kir. Di belgefîlmê de, kurtedîroka têkoşîna Nûjiyan Erhan li Şengalê, kiryarên hovane yên DAIŞ`ê li dijî êzidiyan, kurtejiyana wê ji Ruha heta çiyayên Kurdistanê, Mexmûr, Şengal û Rojava tên bibîrxistin.

Belgefîlm behsa rastiya jina şoreşger, civaka kurd ya êzidî û rastiya êrişên qirkirinê yên dagîrkeriyê dike.

Di belgefîlmê de, zaroktiya Nûjiyan û dîmenên birîndarbûna wê, dîmenên kesên ku nas dike, çîrokên jinên şoreşger û têkoşîna jinan di pêkanîna azadî û edaletê de hene.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku amadekariyên belgefîlmê sala 2019`an li Şengalê cihî ku çalakvan û rojnameger Nûjiyan Erhan ser erkê xwe yê xebatê Rojnemegeriyê dest pê kiribû. Fîlm sala 2021`an bi dawî bû û cara yekemîn di 26`ê Gulana 2022`yan de li Şengalê hate pêşandan.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.