Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Belgefîlîma şehîd Nûjiyan ku bi çavê Nûjiyan heqîqetê parve dike wê li Qamişlo were pêşandan

22/06/2022
in NÛÇE
A A
Belgefîlîma şehîd Nûjiyan ku bi çavê Nûjiyan heqîqetê parve dike wê li Qamişlo were pêşandan
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

Ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn û bi kordîneya kompaniya Nûjiyan ya Hilberandinê, belgefîlma Nûjiyan piştî bajarê Hesekê, wê li Qamişlo seat 5’an were pêşandan. Belgefîlîm êş, zehmetî, xweşî û êrişa qirkirinê ya ku gelê Êzîdî rastî hatî, tîne ziman.

Îro saet 5’an de, li navenda çand û hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo, wê Belgefîlama şehîd Nûjiyan Erhan bê pêşandan.

Derhînerê Belgefîlîma Şehît Nûjiyan Jînda Asmen e, Pevxistinê wê Zinarîn Zinar û Jînda Asmen e, lîstokvan jî Ferîde Zade ye.

Belgefîlîm li ser têkoşer û rojnamevan Nûjiyan Erhan hatiye çêkirin.

Nûjiyan Erhan di 3’yê Adara 2017’an de li Xanesora Şengalê di encama êrişên çeteyên “Pêşmergeyên Roj” de di kêliyên şopandina êrişê de giranî birîndar dibe û piştî 19’ê rojan ango 22’yê Adarê de li nexweşxaneya bajarê Hesekê yê bakur û rojhilatê Sûriyê şehîd dikeve. Belgefîlm bi çavên Nûjiyan êş, zehmetî, xweşî û êrişên qirkirina ku gelê Êzîdî rastî hatine, tîne ziman. Her wiha Ev Belgefîlîm jinên, azadixwaz, tekoşer û şoreşger temsîl dike.

Ji ber ku Nûjiyan Erhan li Xanesora Şengalê birîndar dibe û piştre ji ber birînên xwe yên giran şehîd dibe, belgefîlm  yekem car 28’ê Gulanê  li bajarokê Xanesor ê  yê Şengalê hat nîşandan. Her wiha di 29’ê Gulanê de li navenda Şengalê hat nîşandan. Piştî Şengalê, belgefîlm cara yekê 17’ê Hezîranê li bajarê Hesekê hat pêşandan û bi sedan şênî, nûnerên rêxistinên jinan û ciwanan, nûnerên Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê, saziyên civaka sivîl, Yekitiya Rewşenbîran, partî û gelê bakur û rojhilatê Sûriyê tevlî pêşandana Belgefîlîma Nûjiyan Erhan  bûn. Herwiha îro seat 5’an de belgefilîma Nûjiyan Erhan li navenda çand û hûnera Mihemed Şêxo li Qamişlo wê bê pêşandan.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.