Dilyar Cizîrî
Dewleta Tirkan ji 17’ê Nîsanê ve êrişên xwe yên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn bênavber didomîne. Gêrîlayên HPG/YJA-STAR derbên giran li êrişkaran xistin. Ev bi çalakiyên bi dîmen ên Gêrila TV diweşîne hatine belgekirin. Di heman demê de bîlançoya 2 mehan a navenda ragîhandinê ya HPG’ê weşand, têkçûnên Artêşa Tirkan xweş diyar dike.
Dewleta Tirkan ev têkçûn tehemûl nekirin, li bakurê Kurdistanê dest bi hemleyên girtin û serdegirtinê kir. Di encamê de 20 rojnamevan jî di nav de hejmarek welatî binçav kirin. Di heman demê de zext û zordariya xwe ya li ser HDP’ê û sazî û dezgehên bakurê Kurdistanê zêde kirin.
Di heman demê de gefên li ser bakur û rojhilatê Sûriyê zêde bûn. Erdogan bênavber ket nava lêgerînê da hêzên navdewletî yên wekî Rûsya û Amarîka razî bike. Ji bo wê mijara firehkirina NATO û derbasbûna Swêd û Filenda istismar kir.
Li aliyê din jî zext û zordariya li ser Şingalê û bikaranîna alîgirên PDK’ê bi xurtî xistin dewrê. Bi riya agahiyên ji rêxistina PDK’ê Parastin, digirtin kesayetên Kurd bi dirûnan bombebaran dikirin. Bûyera dawî jî ya Kelera Başûr ku di encamê de Ferhad Şiblî jî di nav de komek welatparêz tê de şehîd bûn, yek ji mînakên li ber çavan e.
Ev xalên behsa mijarê di çarçoveya heman konseptê ji aliyê dewleta Tirkan ve tên kirin. Pê re jî niha li Rojava û bi taybetî ji Efrîn, Bab û heta Cerablus û sînorê Kobanê çembera reş ava dikin. Di vê çembera ji aliyê QSD’ê ve hate eşkerekirin de komên radîkal û tundrew ên mîna DAIŞ’ê (Cebhet El-Nusra, Huras El-Dîn, Ehrar El-Şerqiye û hew…) li xetên eniyên pêş bi cih dikin.
Bi vê plana xwe jî dewleta Tirkan wê çawa berê DAIŞ’ê bi kar anî, wê van çeteyan niha bi kar bîne. Wiha jî wê zemîna têkbirina Rêveberiya Xweser û tengavkirina wê piratîze bikin.
Lê di vir de tişta hişt planên dewleta Tirkan ên wekî guhertina demografî ya di herêmê de û heta serkeftinên leşkerî yên lê digeriya bi ser nexistin, serkeftinên gêrîla ne.
Bi wate eger ne serkeftinên gêrîlayan li Zap, Metîna û Avaşîn bûya, wê Erdogan soza xwe ya êrişa nû ya li dijî Rojava pêk baniya, herwiha wê bi xurtî li dijî Şingalê planên xwe piratîze kiribana.
Li Bakur jî wê tecrîda li ser xebatên HDP’ê û tevgera siyasî hîn zêdetir kiribana. Lê di vir de hêja ye, mirov wan çalakiyên gêrîla û berxwedana li Zap, Metîna û Ava Şîn di dîrokê de belge bike.
Ji ber bi van serkeftinan hêmanên bingehî yên avakirina sengerên zêrîn ji bo parastina destkeftiyan hate sazkirin. Ev jî wê di demên pêş de bi têkçûna çembera reş û rizgarkirina herêmên dagîrkirî li bakur û rojhilatê Sûriyê tacdar bibe. Di heman demê de wê bibe xeta têkçûna xayîn û koleyan. Bi bandora wê jî dibe aramî li herêmê pêk were û ev jî hêmanê bingehî yê têkçûna siyaseta AK û MHP be.






