Xalid Etê/Qamişlo
Bi dehhezaran ji gelên bakur û rojhilatê Sûriyê, bi maresimeke biheybet Şehîd Ferhad Şiblî li Dêrikê spartin axê
Îro (21`ê Hezîranê) saet 16:00 li Goristana Şehîd Xebat ya bajarê Dêrik ê, bi dehhezaran ji gelên bakur û rojhilatê Sûriyê û nûneriyên Rêveberiya Xweser, QSD û saziyên civakî bi merasimeke biheybet şehîd Ferhad Şiblî spartin axê.
Merasimê, bi beşdariya welatiyên herêma Cizîrê, Firat, Reqa û Tebqa bi erebeyan ji bajarê Dêrikê dest pê kir û li Qada Gulistanê ji aliyê nûnerên Rêveberiya Xweser û YPG, malabatên şehîdan, PYD û malbata şehîd Ferahd ve axaftin hat kirin. Pişt re şehîd Ferhad Şiblî ku 16ê vê mehê li Kelara Silêmaniya başûrê Kurdistanê bi balafireke bêmirov ya dewleta tirkî şehîd bûbû, sparstin axê.
Merasim bi slogana şehîd namirin, şehîd rêberên têkoşîna me ne, emê şopedarên riya şehîdên xwe bin, qediya.






