Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Çiya Kurd bang li hikumeta başûrê Kurdistanê kir ku lêpirsîn dest pê bike

20/06/2022
in NÛÇE
A A
Çiya Kurd bang li hikumeta başûrê Kurdistanê kir ku lêpirsîn dest pê bike
Share on FacebookShare on Twitter

Bedran Çiya Kurd ji hikumeta başûrê Kurdistanê xwest ku derbarê şehîdxistina têkoşer Ferhad Şiblî û hevriyên wî de lêpirsîneke zelal pêk bîne û got, rûdana kiryarên terorî li nava herêma başûrê Kurdistanê fikaran bi xwe re tîne.

Di 17’ê vê mehê de balafireke bê mirov a artêşa Tirk a dagirker wesayîtek ku cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ferhad Şiblî tê de bû ku wî ji bo tedawiyê berê xwe dabû bajarê Silêmaniyê kir armanc û di encam de têkoşer Ferhad Şiblî şehîd bû.

Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê êriş şermezar kir û daxwaz ji hikumetên Bexda û Hewlêrê kir ku bi erkên xwe rabin û helwesta xwe li hember vê kiryara terorî eşkere bikin.

Her wiha ji civaka navneteweyî xweset ku zextê li dewleta Tirk bike ji bo ku kiryarên xwe yên aramiya herêmê têk dibe û serweriya dewletan bin pê dike, bi dawî bike.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd ji ber şehadeta Ferhad Şiblî sersaxî ji malbat, gelên herêmê û gelê Kurdistanê re xwest.

‘Têkoşîna gelekî dikin hedef’

Bedran Çiya Kurd diyar kir ku di şexsê şehîd Ferhad Şiblî û hevalên wî de, têkoşîna azadiya gelekî û kesayeta têkoşer a azad ku di pêkanîna armancên dîrokî yên gel de xwedî biryar û vîn e, hat hedefgirtin.

Çiya Kurd ev êriş bi karekî tirsonek bi nav kir û got: “Sûcdar rihê têkçûna xwe eşkere kirin, dizanin ku kesên wekî Ferhad Şiblî dê dawiya wan bîne û rejîma wan a faşîst têk bibe.”

Çiya Kurd diyar kir ku rejîma Tirkiyê ji ber ku li hemû çeperên berxwedanê têk çûye dixwaze bi hedefgirtina gel û rayedarên wê serkeftineke sexte nîşan bide û da zanîn ku kiryarên terorî yên bi vî rengî vîna gel a ji bo têkbirina dagirkeriyê ji her demê zêdetir xurtir dike.

Bedran Çiya Kurd got: “Hedefgirtina hevalê me Ferhad dema ku karê mirovî û sivîl li herêma Kelar a ku 200 km dûrî sînorê Tirkiyê ye, di çarçoveya rêzekiryarên terorî yên li hember têkoşerên gelê me yên li Başûrê Kurdistanê de pêk hat.”

Çiya Kurd der barê hedefgirtina rayedar û kesayetên welatparêz li Başûrê Kurdistanê de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve got: “Ev tişt me xemgîn dike û diêşîne, li pêş çavê rêveberî, partî û hikumeta Başûrê Kurdistanê pêk tê, lê ew bêdeng in.”

Çiya Kurd teqez kir ku li ser hesabê azadiya gelê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê veguheriye qada dagirkeriya Tirk û hevkarên wê.

Bedran Çiya Kurd di dewama axaftina xwe de ev pirs kir: “Çawa binpêkirina serweriya herêmê û Iraqê qebûl dikin çawa em dikarin bi hêsanî van binpêkirinên hewayî û bejahî derbas bikin. Pêkanîna kiryarên terorî li nava herêma Başûrê Kurdistanê gelek fikaran bi xwe re tîne.”

Bedran Çiya Kurd bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku der barê buyera şehîdkirina Ferhad Şiblî û hevreyên wî de lêpirsîn dest pê bikin û encamên wê ragihînin.

Her wiha ji partiyên siyasî û gelê Başûrê Kurdistanê xweset kur li hember siyasetên dewleta Tirk û hevkarên wê helwest nîşan bidin.

Der barê bêdengiya hikumeta Iraqê jî de Çiya Kurd got: “Hikumeta Iraqê berpirsyara parastina serweriya Iraqê ye, divê li hember binpêkirinên dewleta Tirk û hebûna baregehên wê yên leşkerî li herêma Başûrê Kurdistanê tedbîran bigire.”

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd bang li civaka navneteweyî û rêxistinên navneteweyî yên peywendîdar kir ku parastina qanûnên navneteweyî bikin û sînorekî ji siyasetên dewleta Tirk ên li herêmê re deynin.

ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.