Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Di Roja Penaberan ya Cîhanê de Komîteya Koçberan banga piştgiriya penaberan kir

20/06/2022
in NÛÇE
A A
Di Roja Penaberan ya Cîhanê de Komîteya Koçberan banga piştgiriya penaberan kir
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Bi pêmana Roja Penaberan ya Cîhanê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê daxuyaniyek da û tê de bang li civat û rêxistinên navneteweyeyî kir ku piştgiriya penaberan bê kirin û vegereke ewle bê misogerkirin

Di sala 2000`î de, roja 20`ê Hezîranê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve wekî roja penaberan hat pejirandin, û yekem car di salvegera 50`emîn ya peymana 1951`an ya têkildarî rewşa penaberan di 20`ê Hezîrana 2001`ê de hat pîrozkirin.

Bi vê boneyê, Komîteya Koçberên Serêkaniyê daxuyaniyek da.

’Divê roja penaberan ya cîhanî  bibe bingeha piştevaniya penaberan’

Komîteyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku pêwîste ev roja cîhanî ya penaberan li ser bingeha hestyarî û piştavaniya penaberan li cîhanê bê kirin û wiha got: “Ji bo ku wek xelatkirina penaberan bê nasîn û rojevê bibe ser rewşa penaberan, divê ev roja cîhanî ya penaberan li ser bingeha piştavaniya penaberan li cîhanê bê kirin.”

Komîteyê di dewama daxuyaniya xwe de da zanîn ku ev roj ne tenê ji bo bîranîn û mafê koçberan hatiye destnîşankirin, lê belê ji bo piştevaniya cihdana ji penaberan re da ku bikarin jiyana xwe berdewam bikin. Her wiha penaberên ku bi darê zorê ji cih û warên xwe hatine derbiderkirin, bên vegerandin li cih û warên xwe.

Şerê ku dibe sedema êş û penaberiyê bi erêkirina hêzên navnetewyeyî pêk tê

Komîteyê destnîşan kir ku li Sûriyê ji ber şer, her ku diçe hejmara penaberan zêde dibe, bi taybet kesên ku bi darê zorê ji cih û warên xwe hatine koçberkirin û wiha got kir: “Ji ber siyaseta heyî ku li ser jiyana wan dibe metirsî weke siyaseta ku îro li Serêkaniyê, Girê Spî ji aliyê dewleta tirkî û çeteyên wê ve tê kirin ku bû sedema koçberkirina gelê me.”

Komîteyê bal kêşa ser rewşa gelê Serêkaniyê ku ji sala 2019`an ve ji ber dagirkirina bajarê wan ji aliyê dagirkeriya tirkî ve, di mercên zehmet yên penaberiyê de dijîn û got: “Şer dibe sedema penaberiyê û zêdekirina êş û azarê, ev yek jî di encama erêkirina hêzên navneteweyî li ser hesabê civakan pêk tînin.”

Komîteya Koçberên Serêkaniyê di dawiay daxuyaniya xwe de bang li cîhanê, civak û rêxistinên navneteweyî kir ku piştevaniya penaberan bê kirin û vegera ewle li bajar û gundên xwe bê mîsogerkirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.