Navenda Nûçeyan / Qamişlo
QSD`ê bîlançoya sûc û binpêkirinên dewleta tirkî ya dagirker yên meha Hezîranê yên li dijî bakur û rojhilatê Sûriyê eşkere kir û wiha got : “Ev êriş ji bo berdewamkirina projeya guhartina demografiya herêmê pêk tên.”
FacebookTwitterWhatsAppTelegram
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê bîlançoya sûcên dewleta tirkî yên ji destpêka meha Hezîranê ve pêk anîne, eşkere kir.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin :
“Artêşa tirkî û çeteyên wê sûcên li dijî bakur û rojhilatê Sûriyê bi hemû cureyên çekan dewam dikin. Her wiha hewl didin bikevin nuqteyên hêzên me yên li herêmên şer, lê hêzên me hewldanên wan têk birin, ruxmî piraniya wan herêman niştecih lê hene û dikevin nava peymanên agirbestê ku deweleta tirkî ya dagirker bi DYA û Rûsyayê re di Cotmeha 2019’an de îmze kirine.
Di nîvê meha Hezîranê de ev sûc hatine kirin:
Balafirên bêmirov ên artêşa tirkî 35 caran li asîmanê bakur û rojhilatê Sûriyê geriyan û maleke li Qamişloyê kir armanc.
Artêşa tirkî ya dagîrker bi 982 topên giran û bombeyên qedexekirî, herêm kir armanc.
Li herêmên Til Temir û Zirganê bi taybet gundên Til Şenan û Til Cuma yên Asûriyan bi dehan mal bi topan kirin armanc, nexasim perestgehên olî ku dêrek hate bombebarankirin.
Gundê Um Kêf ê Til Temirê bi 150 topên giran hat topbarankirin.
Li gundê Qesir Dîb zevî hatin şewitandin û cotkaran nekarî berhemên xwe biçinin, di encamê de gef li debara herêmê tê xwarin.
Bajarokê Eyn Îsa û bi dehan gundên wê yên li rojhilat û rojava bi 324 top, moşek û hewanan hat armanckirin, her wiha li navenda bajarok jî sivîl hatin bombebarankirin da ku wan bitirsin û bidin koçberkirin. Di heman demê de erebeyên li ser rêya M4 jî hatin hedefgirtin.
Bi 365 topban gundewarên bakurê rojavayê bajarê Minbicê hatin topbarankirin, mînaka wê jî burcê peywendiyan û perestgeha olî û malên sivîlan in.
Herêmên Şehbayê yên li gundewarên bakurê Heleb û navçeyên Şera û Şêrawa yên gundewarên başûrê Efrînê 141 caran hatin topbarankirin, ji wan klînîka li bajarokê Til Rifetê û topbarankirina malên welatiyan ên li wan herêman ku di encamê de ziyanên madî gihaştin mal û milkên wan, şivanek û pezê wî li gundê Tinib ê navçeya Şêrawa hatin hedefgirtin.
Li gelek herêmên gundewarên Efrînê ya dagirkirî bi armanca bicihkirina çeteyan, avahiyên mêtingeriyê lê tên avakirin, nemaze li navçeya Şiyê ya Efrînê.
Di dawiyê de em dibêjin; artêşa tirkî bi sûc û kiryarên xwe yên terorî û siyasetên revandin, talankirin û qetilkirinê dixwaze niştecihên resen koçber bibin û projeya xwe ya guhartina demografiyê pêk bîne. Ji ber ku siyaseta tirkkirinê heta niha li herêmên dagirkirî ranewestiyane. Hem navên gund û deverên giştî diguhere, hem jî al û wêneyên tirkî li ser saziyan û avahiyên fermî bilind dike. Li hemberî van siyasetan jî dewletên hêzên wan li Sûriyê û rêxistinên hiqûqî û mirovî, her wiha NY bê deng in.”






