Navenda Nûçeyan/Qamişlo
Li herêma Kelarê ya bajarê Silêmaniyê yê başûrê Kurdistanê, dagîrkeriya tirkî bi balafira bêmirov wesaitek bombaran kir. Di encamê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû.
17’ê Hizêranê, 2022’an, li herêma Kelarê ya bajarê Silêmaniyê yê başûrê Kurdistanê, balafireke bêmirov ya dewleta tirkî ya dagîrker wesaitek bombebaran kir.
Hat ragihandin ku wesait li gundê Berlut yê bakurê Kelarê hatiye bombebarankirin. Li gorî çavkaniyên xwecehî di dema êrişê de 5 kes di wesaitê de bûn, di encama êrişê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da û kesek birîndar bû. Têkildarê vê êrişê, heta niha raeeyarên herêmê ti daxuyaniyên fermî nedane.
Bi bêdengiy hikumeta herêma Kurdistnê, hikumeta Iraqê û rêxistinên Navneteweyeyî , dagîrkeriya tirkî bi dehê caran e balafirên bêmirov wesaitên welatiyan li başûrê Kurdistanê dike hedefa êrişên xwe û di encamê de bi dehan welatî şehîd dikevin û birîndar dibin.






