Sîpan Şînda
Em bi derbûmeseleyekê dest pê bikin. Dibêjin rojekê padîşahek ji wezîrê xwe aciz dibe û lê dikeve hêcetan da ku serê wî jê bike. Di koçka xwe de jê re dibêje divê tu ji min re tiştekê bînî di vê dinnyayê de ne jê xweştir û şirîntir hebe û ne jî jê tehltir û nexweştir hebe. Wezîr dizane ku padîşah lê ketiye hêcetan û dibêje bila ezbenî û bi dilekî kul ji koçkê derdikeve û berê xwe dide malê. Gelekî hizrê xwe dike, diçe li cem çend zana û aqilmendên li wî welatî hene digere û derdê xwe ji wan re dibêje. Lê ti kes bersiveke ku wî ji mirinê xilas bike nade wî. Dîsa vedigere malê. Jina wî dibîne ku ew gelekî xemgîn û bêmehd e. Jê re dibêje te xêr e camêr, ka çi derdê te heye tu hinde xemgîn î? Ew jî meseleya xwe û padîşahî jê re dibêje. Jina wî jê re dibêje ezê şîretekê li te bikim, heke tu bi ya min bikî tuyê ji mirinê xilas bibî. Ew jî dibêje bila. Jinik dibêje ka tu here pezekê bîne ser jê bike. Wezîr şaqis dimîne. Lê ti çareya wî nebûye û ew diçe pezekê tîne ser jê dike. Jinik goştê wê dipijîne û tejî sînîyekê goşt dike û zimanê pez jî datîne ser goştî. Dibêje here vê ji pedîşahê xwe re bibe û bêje heke wî tiştek him ji zimanî xweştir û şirîntir û him jî jê nexweştir û tehltir dît bila hingê serê te jê bike. Wezîr jî bi ya jina xwe dike û sîniya goştî dibe û diçe cem padîşahê xwe. Padîşah dibêje wezîrî tu hatî? Dibêje belê ezbenî. Dibêje ka te bersiva pirsa min anî? Dibêje belê ezbenî. Padîşah gazî celadî dike û tîne wê derê. Dibêje wezîrî deka ji min re jî bêje, ez gelek mereq dikim. Wezîr sîniya goştî datîne ber wî û dibêje ezbenî bersiva pirsa te ev zimanê ha ye. Ez li vê dinyayê hemûyê geriyam û min tiştek ji zimanî hem xweştir û şirîntir û hem jî nexweştir tehltir nedît. Padîşah matmayî dimîne û jê re dibêje tu rast dibêjî wezîr. Ya rast ez li bendê bûm ku serê te jê bikim, lêbelê te bersiva herî rast anî.
Belê zimanekî xweş mifteya çareserkirina hemû pirsgirêkan e. Di jiyanê de tiştek nîne ku mirov bi pêwendiyê careser neke. Çi di hevaltiyê de be, çi di jin û mêrantiyê de be, çi di navbera dê û bava û zarokan de be mirov bi pêwendiyeke xweş dikare hemû pirsgirêkên xwe çareser bike. Bi taybetî di navbera jin û mêran de gelek pirsgirêkên kiçik bi pêwendiyeke hişk vediguherin pirsgirêkên mezin û têkiliyan dixetimîne. Ji ber ku ew nizanin ka wê çawa nêzîkî pirsgirêkê bibin û ji bo pirsgirêkê careser bikin jî bi pirranî erênî hizir nakin û pitirê xwe dikevin rikê hev. Her yek dibêje divê tu li ber min bidî nîrê nivz û dikevin di xeterê. Di rastiyê de peyvek yan jî lebatek dikare wê pirsgirêkê çareser bike, lê mixabin derûniya wan ji bo vê ne guncaw e. Her yek dibêje ez heq im û aliyê din neheq e, nêrîna min û nêzîkbûna min rast e, ya aliyê din şaş e. Halbiku ne hewce ye kes li ber kesî bide nîrê nivz, ji bo pirsgirêkê çareser bikin pêdiviya wan tenê bi peyv, liv û nêzîkbûnên rast heye. Hev fêmnekirin û xwenexistina şûna hev de pêwendiyê hişk dike. Qîr û heqaret, xeber û dijûn dil şikandineke neyê cebarkirin bi xwe re tîne. Ne pêkan e ku mirov di hemû mijaran de li hev bike, lê her çi dibe bila bibe divê mirov hewl bide ku nakokiyan bi zimanekî xweş çareser bike. Pêşiyan gotiye, zimanê xweş marî ji kunê derdixe.






