Piştî derbeya 12ê Îlonê li Tirkiyeyê di girtîgehan de pêvajoyek nû destpê kir. Girtîgeh bibûn wek kampên mirinê.
Hetanî 14ê Tîrmehê ev wiha dewam kir. Temamên rêbazan hatin ceribandin. Lê ji bor çareseriyê hewldanek hebû. Çalakiyek çawa? rêbazek çawa? nîqaş hebûn.
EWROJ…..
Di 14ê Tirmehê de, li Amedê, li dadgehê doza Hîlwan û Sîwerêk bi ber encambûnê diçû. Xeyrî çû ser kûrsî û ew axaftina dîrokî kir: “ Mirov ji bo parastina rûmet û nirxên xwe jiyana xwe didin ber çavên xwe. Em ê sucên mezin ên li vir pêk tên, raxine ber çavên raya giştî. Ji bo mehkûmkirin û rakirina îxanet û teslimiyetê, Mazlum Dogan û Çaran gavên pêşeng in. Wê li vir raneweste, wê bimeşe. Li vê derê her cureyê îşkenceyê li ser me tê meşandin, tu wateya jiyanê nema. Ez niha eşkere dikim ku ji bo protestokirina van kiryarên hovane ji vê demê û şûnde dest bi bi çalakiya `Rojiya Mirinê`dikim”
Ev gotinên Mehmed Xeyrî Durmuş 14 Tirmeha salan 1982an, li Amedê di dadgehê bilind bûn. Piştî Xeyrî Durmuş, ji kadroyên pêşeng ên PKK ê, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz, Alî Çîçek, Mustefa Karasu, Fuat Çavgun, Alî Kiliç, Bedrettîn Kavak û Hamîd Kankiliç jî tevlî rojiya mirinê bûn. Berxêdêrên rojiya mirinê anîn li koguşa 35an bicîh kirin. Li vêderê îşkence berdewam dikir. Ji bo dawî li vê çalakiyê bînin zextên dijwar hebûn. Lê çalekvan bi israr bûn.Êdî roj bi roj rewşa çalakvana xeter dibû. Mûstefa Karasû bû şahidên rojên dawî: “ Çavên Kemal piştî rojên 40’î êdî nedidîtin. Qet ji me re jî negot. Berê jî di greva birçibûna ya Adara 82an de cih girtibû. Ji wê demê de digot ku ez kêm dibînim. Bijîşk wî muayne dike, li Kemal dinêre, Kemal li cihek din dinêre. Piştî wê, tê famkirin ku çavên wî nabînin”Kadroyên pêşeng ên PKKê, ji roja 45emîn û vir ve, rakirin nexweşxaneyê.Mustafa Karasû jî li nexweşxanê bû: “Dema ku em di hucreyan de bûn, li aliyê min ê çepê Xeyrî li aliyên din Fuad Kav hebûn. Min birin nexweşxaneyê. Min li ser ranzayek dirêj kirin. Min deng kir, Akîf li wê derê bû. Min jê pirsî çi heye çi tune, got qasekî berî te li wî cihî hevalê Xeyrî şehîd ket. Min pirsa rewşê kir, tu tiştek ji min re negot, Min saet jê pirsî, got çavê min nabînin. Roja ez çûm wê derê roja 59an bû û çavên wî jî êdî nedidîtin. Me birin odeyek teng, li wê derê zincîr û 2 ranze hebûn. Diyar bû ku ev der demek dirêj nehatiye bikaranîn. Nizanim cihê nexweşên hariyê bûn, cihên nexweşên şêt bû nizanim. Çavên Akîf nedidîtin. Av didanîn navbera me, nikaribû avê billind bike vexwe, min av bilind dikir, wî devê xwe vedikir min avê diniqutand devê wî. “
Roja 7ê Îlonê Kemal Pîr, 12ê Îlonê Xeyrî Durmuş, 15 Îlonê Akif Yilmaz, 17 Îlonê jî aliyê Alî Çiçek, jiyana xwe ji dest dan. Di rojên dawî de daxwazên wan hatin qebûlkirin. Wê demê Mustafa Karasû dijiya û hevdîtin bi wî re hat kirin.
Piştî çalakiyê rejîm û îşkencekar neçar man paşve gav biavêjin û îşkenceyan bidin rawestandin. Girtiyan hin maf jî bidest xistibûn.
ÎROJ…..
Ji wê demê ve êdî li hember zilm û zordariyê ev çalakî wek mînak hat girtin. Bandora vê çalakiyê li her derê Kurdistan belav bû. Çalakvanên vê berxwedanê mîrasek hiştibûn; di kîjan rewşê de dibe bila bibe, teqez rêyek heye ku mirov pêvajoyê bide rawestandin. Heger di dawiya vê çalakiyê de mirin jî hebe. Wan bi şehadeta xwe dirûşima “Berxwedan Jiyan e” ev yek îsbat kiribûn.
Peyama 14’ê Tîrmehê gihîşt çiyayê Kurdistan. PKKê şerê çekdarî da destpêkirin. Îroj hên jî çirûskên berxwedana wan li her deverê Kurdistan di têkoşîna azadiya Kurdistan de wek ronahiyek e.
Farûk SAKIK