Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Divê Rûsya li hemberî dagîrkerên Tirk bibe xwedîhelwest

14/06/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
Faşîzma tirkî li Sûriyê plana dagîrkeriyeke nû dike
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî Bedran

Dema Erdoganê faşîst plana dagîrkirina nû ya bakur-rojhilatê Sûriyê ragihand, daxuyaniya wazîrê karê derve yê Rûs balkêş bû. Qaşo Amerîka dixwaze bi Kurdan dewletekê bide avakirin, ji ber wê Tirkiye bêdeng namîne. Lavrov berî hingê jî daxuyaniyên wisa dabûn. Di demên krîtîk de daxuyaniyên wiha ne bêwate ne. Piştî wê daxuyaniyê jî Lavrov hat Tirkiyê û bi rayedarên wê re hevdîtin kir. Tê fêmkirin ku hevdîtin li ser derxistina hin herêman ji destê Rêveberiya Xweser e.

Lavrov dibêje, Tirkiye li hemberî geşedanên li herêmê nikare bêdeng bimîne. Li herêmê çi qewimî, ango tişta bûyî çi ye? Tişta nû ew e ku Tirkiye plana dagîrkirinê ya nû ji Efrînê heta Dêrikê bi kûrayiya sî km dixe rojevê. Ji bilî vê tiştek nîne. Bi taybetî ku faşîstên Tirk ku Minbic û Til Rifet dikin amanc nîşan dide ka niyeta wan çiqas xirab e. Li ser Minbicê rayedarên Amerîka û Tirkiyê li hev kiribûn û pêk hatibû. Piştî hingê li Minbicê ti guherîn çênebûn. Minbic ne li ser sînorê Tirkiyê ye. Ji wir ti êriş jî li ser Tirkiyê çênebûne. Til Rifet jî wisa. Di ser de ev herêm ji aliyê çeteyên Tirkan ve her tim tên topbarankirin.

Qeneeta giştî ew e ku Rûsya dixwaze herêmên weke Minbicê rêveberiya Şamê ve girê bide. Rûsya gefên Tirkiyê bi kar tîne û dixwaze gel neçarî xwespartina Şamê bike. Rûsya bi vê siyaseta xwe wê serkeftinên sexte bi Erdogan bide qezenckirin û di hilbijartinê de destê wî xurt bike. Herwisa bibe sedem ku bibe belaya serê Tirkiyê û herêmê û temenê xwe dirêj bike.

Tikiyê bi dijminiya Kurdan navê xwe li dinyayê derxist. Bi itîfaqa Erdogan-Bahçelî ev dijminî xurttir bû. Armanca vê itîfaqû ya bingehî temamkirina qirkirina Kurdan e. Divê hêzên weke Rûsya ji vê senaryoya bixwîn re nebe alîkar. Li aliyê din gelên li bakur-rojhilatê Sûriyê û Kurdan navcîtiya Rûsya qebûl kirine. Bila bi Şamê re pirsgirêkên navbera xwe çareser bikin û yekbûna welat biparêzin. Rûsya ji her kesî pirtir dikare ji bo yekbûna Sûriyê bibe alîkar. Herêmên xweser ne li dijî vê navcîtiyê ne.

Rûsya, li şûna ku ji çareseriya pirsgirêkan re bibe alîkar, bi dagîrkerên Tirk re ku dijminiya Sûriyê dike, li ser planên dagîrkirinên nû bazadê dike. Di serdana lavrov ya li Enqere de helwesteke bibiryar ya Lavrov nehat dîtin. Rûsya dikariya pêşiya van planên dagîrkeriyê bigire û helwesteke zelal diyar bike. Lê ev nehat dîtin. Hat gotin wê bazar dewam bike.

Dibe ku Rûsya di zorê de be. Li Ukrayna welatên Rojava blok ava kirin. Tirkiye dixwaze ji rewşa zoriya Rûsya sûdê bigire. Tirkiyê her tim keysbazî kir. Li Sûriyê ji nakokiyên navbera Rûsya û Amerîka sûd girt û herêmên fireh dagîr kirin. Zorî çi dibin bila bibin bê Amerîka û Rûsya Tirkiyê nikare Sûriyê dagîr bike. Lewra qada hewayî ya Sûriyê di navbera her du welatan de hatiye parvekirin. Bê qada hewayî artêşa tirkî nikare di erdê de pêş bikeve û şer bike. Çiqas çeteyan bide pêş jî encamê nagire.

Dema Erdogan dengê xwe bilind kir û got, emê Til Rifet û Minbicê bistînin, yên herêmê nas dikin gotin, bê erêkirina Rûsya nikarin wiha biaxivin. Dinya tev dizane eger Rûsya nebêje erê, Tirkiye nikare bikeve van herêman û encamê nagire. Gelên bakur-rojhilatê sûriyê di vê mijar de pir bitecrûbe û zana ne. Bê lihevkirina bi Rûsya re Tirkiyê nikariya bikeve Efrînê. Bê lihevkirina bi Amerîka re jî nikariya bikeve Girê Spî û Serê Kaniyê. Niha jî bê lihevkirina bi van dewletan re wê plana Tirkiyê di destê wê de bimîne.

Tirkiyê, hem zorê dide Rûsya hem Amerîka û NATO. Dibêje hûn di şerê min yê li hemberî Kurdan de destekê bidin min. Di êrişên Iraqû de jixwe desteka Amerîka û NATO heye. Dibêje ezê li Sûriyê Kurdan tasfiye bikim, divê hûn jî bibin şirîkên min.

Herêmên Sûriyê yên herî ewle û demokratîk herêmên xweseriya demokratîk lê hatîn avakirin ew in. Bi sedhezran mirov ji herêmên din yên Sûriyê reviyane û li van herêman bi cî bûne. Dewleta tirkî ji van herêman re dibêje herêmên terorê. Li herêmên wê dagîr kirîn her rengê sûc tê kirin. Ji DAIŞ’ heta El Qaîdeyê her kes li van herêman e. Dewleta tirkî ji van herêman re dibêje herêmên ewle û li ser wan bi dinyayê re bazarê dike. Li hemberî van lîstikan divê gelên Sûriyê şiyar bin û parastina xwe ya rewa bigirin ser xwe. Lîstik enceq bi berxwedana gelan ya birêxistin bên bêbandorkirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.