Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Ji ber nebûna zelaliyê xelkê herêmê dixwaze hatina herêmê radestî Bexda were kirin’

13/06/2022
in NÛÇE
A A
‘Ji ber nebûna zelaliyê xelkê herêmê dixwaze hatina herêmê radestî Bexda were kirin’
Share on FacebookShare on Twitter

Parlamenterê Herêma Kurdistanê Şaxewan Reuf got, eger biryara Dadgeha Federal ya li ser nefta herêmê pêk bê, di warê neteweyî û nîştimanî de, wê Kurd 100 gavî paş ve biçin. Parlamenter dibêje; “Ji ber ku dosya nefta li Kurdistanê ne zelal e û bi aweyekî wekhev nayê belavkirin, xelk dixwazin hatina herêmê radestî Bexda were kirin.”

Di Sibata 2022’an de Dadgeha Federal ya Iraqê yasaya neft û gazê ya herêmê bi ne destûrî bi nav kir. Dadgehê ragihand ku firotina neftê ji aliyê Herêma Kurdistanê ne yasayî ye.

Parlamenterê Fraksiyona Tevgera Goran ya li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Şaxewan Reuf derbarê mijarê de ji RojNews re axivî.

Şaxewan got ku di dema borî de dosya neftê li Herêma Kurdistanê ne şefaf bû, ev jî bû sedem ku bi çavek guman li dosya neftê were nêrîn û wiha pêde çû; “Lê niha herêm di rewşek wiha deye ku divê hikumet kar li ser gumanên heyî bike û qeneetê bide Hikumeta Iraqê ku di rêvebirina dosya û belavkirina neftê ya ser bi welatiyan de şefafî heye.”

Parlamenter Şaxewan di dewama axaftina xwe de balkêşa ser biryara Dadgeha Federal ya Iraqê ya li ser nefta herêmê û wiha axivî; “Biryara Dadgeha Federal ya Iraqê ji du beşan pêktê, beşek siyasiye û peywendiya xwe bi pêşbaziya siyasî ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de heye. Beşa din jî peywendiya xwe bi berhemhênan û firotina neftê ku ji aliyê Hikumeta Herêmê ve ku gumanek zêde li ser heyeve, girêdaye. Ji ber ku di dema borî de di proseya neftê de şefaftî nebû, gilî û gazindên zêde li ser hebûn. Ger Dadgeha Federal li ser wergirtina dosya nefta herêmê bi israr be, wê ziyanek mezin bigihi Hikumeta Herêmê û xelkê Kurdistanê. Ji bo vê nabe Hikumeta Herêmê li ser vî şêwazê xwe yê rêvebirina dosya neftê dewam bike. Pêwîstî bi şefafî û wekheviyê heye. Ger biryara Dadgeha Federal pêkbê, wê Herêma Kurdistan 100 pêngav paşde biçe.”

Şaxewan got ku ji ber zelalî û ne şefafiya di dosya nefta Kurdistanê de, niha piraniya xelkê Kurdistanê dixwaze hemû dahata herêmê, xalên ser sînor, dahata navxweyî û hemû dahatên din bi Bexdayê ve were girêdan. Şaxewan got ku welatî dixwazin ji Bexdayê mûçeyê wan were belavkirin.

Şaxewan herî dawî li ser dijberiya PDK’ê û bêdengiya hizbên din ya li hemberî biryara Dadgeha Federal a Iraqê got; “Nabe tenê PDK xwe bibe xwediyê dijbertiya biryara Dadgeha Federal. Pêwîste hemû hizb bi hevre xwedî biryar bin.”

ROJNEWS

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.