Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Encamnameya civîna MSD, QSD û Rêveberiya Xweser hat eşkerekirin

13/06/2022
in NÛÇE
A A
Encamnameya civîna MSD, QSD û Rêveberiya Xweser hat eşkerekirin
Share on FacebookShare on Twitter

MSD, QSD û Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê encama civîna sêalî ya hevbeş ku piştî gefên dewleta Tirkan ya dagîrker hatibû lidarxistin, eşkere kirin.

 

FacebookTwitterWhatsAppTelegram

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê encamnameya civîna sêalî ya hevbeş ku li Hesekê hatibû lidarxistin, eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê, rêveberiya QSD`ê teqez kir ku heke êrişeke muhtemel a dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê pêk were, ew amade ye û tevahiya tedbîrên meydanî girtine û hêza xwe ya berxwedanê heta demeke dirêj xurt kiriye.

Her sê aliyan di encamanmeyê de diyarkirin ku ji encamên êrişê û sînordarkirina hewldanên QSD`ê ya berdewamkirina têkoşînê li djî terora DAIŞ`ê hişyarî da û diyar kir ku ev yek dê rê li pêşiya DAIŞ`ê veke ku careke din çalak be û ewlehiya neteweyî bixe xeteriyê.

Her wiha her sê aliyan bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku hevgirtî bin, li hember projeyên li dijî ewlehiya wan û pêşeroja wan li ber xwe bidin. Her sê aliyan, teqez kir ku rêya yekane ya binxistina dagirkeriyê û projeyên wê, yekitî ye.

MSD, QSD û Rêveberiya Xweser destnîşan kirin ku gefên dewleta Tirk xeteriyeke mezin e û bang li hemû hêzên nîştimanî yên demokratîk li Sûriyê kir ku van gefan red bikin. Her wiha bang li Komkara Erebî û Meclisa Hevkariya Kendavê kirin ku li hember terorê destekê bidin sûriyan, dagirkeriya Tirk a li ser Sûriyê red bikin ji ber ku armanc dike axa Sûriyê parçe bike û dagir bike.

Encamname wiha ye: “Di 11`ê Hezîrana 2022`yan de, bi beşdarbûna Fermandariya Giştî ya QSD, rêveberiya MSD û hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser, bi armanca nirxandina rewşa heyî û geşedanên dawîn li herêmê, gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û helwestên hêzên navneteweyî û rêbazên têkbirina van gefan, civîneke awarte ya hevbeş li dar xist.

Di civînê de Fermandariya QSD`ê şert û mercên navneteweyî, zêdekirina asta êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Til Temir, Zirgan, Minbic, Kobanê û Şehba bi hurgilî şîrove kirin. Her wiha fermandariyê, şert û mercên navneteweyî yên dawîn, bandora wê, hewldanên hikumeta Tirkiyê ku dixwaze ji nakokiyan sûdê bigire, şîrove kirin. Fermandariyê teqez kir ku ew amade ye û hemû tedbîrên meydanî girtine da ku heta demeke dirêj li ber xwe bide.

Beşdaran destnîşan kir ku her êrişeke ji aliyê dewleta Tirk ve bi hemû awayî tê şermezarkirin û diyar kir ku dewleta Tirk armanc dike beşên din ên erdnîgariya Sûriyê dagir bike. Dê ev yek bi xwe re karesateke mirovî ya din bîne. Beşdaran hişyarî da ku ev êriş, dê hewldanên QSD`ê ya ji bo berdewamkirina têkoşîna li dijî terorê sînordar bike. Mijulbûna QSD`ê bi vê êrişê re li bakur derfetê dide ku DAIŞ careke din şaneyên xwe çalak bike û ewlehiya navneteweyî careke din bixe xeteriyê. Dê destwerdana dewleta Tirk herêmê ji nû ve bike qubleya hêzên tundraw. Her wiha dê encamên vê destwerdanê li ser rewşa mirovî wêranker be û dê karesateke rastîn pêk bîne û dê pêleke mezin a koçberiyê çêbibe. Ev yek dê rewa mirovî ya herêmê aloztir bike. Dê hewldan û însiyatîfên pêkanîna çareseriyeke siyasî li Sûriyê li gorî biryarên navneteweyî yên têkildarî têk bibe.

Beşdaran teqezî bi girîngiya hewldanên dîplomatîk û cidîbûna helwestên navneteweyî kir ku dikarin rê nedin vê destwerdanê û nebin sedema windabûna firsenda aştiyê û xurttirkirina ewlehiyê li herêmên ji DAIŞ`ê rizgar bûne. Dewleta Tirk hewl dide binkeftina xwe ya dîplomatîk, di nava gelê Tirkiyê de û aloziya aborî li ser hesabê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbas bike. Beşdaran bang kir ku divê hêzên navneteweyî daxwazên dewleta Tirk qebûl nekin ku hewl dide wan îqna bike ku hemleya li dijî herêmê dê sînordar û demkurt be. Lê hemû hemleyên wê yên berê jî qaşo sînodar bûn, di encamê de bi milyonan şênî ji warên xwe koçber bûn.

Beşdaran îşaret bi girîngiya rola pêkhateyên herêmê, êlan, hêz û partiyan kir û diyar kir ku pêkhateyên herêmê di hemû şert û mercên dijwar de bi lehengî li ber xwe dan, axa xwe bernedan, jiyana bi rûmet li welatê xwe dan pêşiya her tişî, her wiha qebûl nekirin ku di destê dagirkeriyê de bibin amûr. Beşdaran bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li hember projeyên li dijî ewlehî û pêşeroja wan, hevgirtî bin. Ji ber rêya yekane ya têkbirina wan planan, vîna gelan e ku bûn yek.

Beşdaran gefên dewleta Tirk bi xeteriyeke mezin bi nav kir, ji ber wê divê hemû hêzên sûrî û sûrî di nav de Artêşa Sûriyê bi hev re bi yekrêzî li hember van êrişan bisekinin. Nexasim ku di cewherê xwe de yekitiya Sûriyê û têkbirina nirxên jiyana hevbeş di navbera gelan de dike hedef.

Di dawiyê de beşdaran, bang li hêzên nîştimanî yên demokratîk li Sûriyê kir ku helwest nîşan bidin û dagirkeriya Tirk red bikin. Her wiha bang li Komkara Erebî û Meclisa Hevkariyê ya Kendavê kir ku piştgiriyê bidin sûriyan di şerê wan a li dijî terorê de û dagirkeriya Tirk a li ser welatê xwe red bikin. Ji ber ku armanca vê projeyê, dagirkirina beşên din ên axa Sûriyê, parçekirina gelê wê û veguherandina bakurê wê dikek girêdayî Tirkiyê ku bi rêya wê gef li ewlehiya herêmê bi giştî bixwe. Beşdaran bang li saziyên navneteweyî û hiqûqî kir ku siyastên dewleta Tirk a dagirker û binpêkirina peymanên navneteweyî bişopînin. Di nav de koçberiya bi zorê, bicihkirin û dagirkirina wêranker heye. Her wiha diyar kirin ku divê ev hêz, helwestên cidî û û pratîk nîşan bidin. Beşdaran li ser pêwîstiya lîstina roleke girîng ji aliyê hêz û saziyên civakî û sivîl ve teqez kir da ku hevgirtina di navbera hemû aliyan de li hember van sûcan xurttir be. ”

ANHA

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.