Xebatkarên medyayê yên ji başûr, bakur û rojhilatê Kurdistanê û Iraqê, nerazîbûn nîşanî dewleta Tirkan dan ku 21 rojnamevan destgîr kirine.
185 rojnamevanên ji Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê têkildarî 21 rojnamevanên li Bakurê Kurdistanê hatin destgîrkirin daxuyaniyek hevpar dan û destgîrkirina hevpîşeyên xwe şermezar kirin.
Daxuyanî wiha ye:
“Di 8’ê Gulanê de li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê ji aliyê polîsên Tirk ve 21 rojnamevanên li Jinnews’ê, Ajansa Mezopotamya, Rojnameya Xwebûn, Komeleya Dicle û Firat, û Produksunên Pel û Piya kar dikirin hatin destgîrkirin.
Destgîrkirina rojnamevanên Bakurê Kurdistanê ji êrişên berfireh ên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê ne cudane. Hewldanek ji bo guh û çavê welatiyan ji êrişan bigire ye.
Dewleta Tirk bi vê pêla destgîrkirinê hîmên demokrasiyê binpê dike û li dijî yasayê kar dike.
Em weke rojnamevanên Başûrê Kurdistanê û Iraqê û rojnamevanên Bakur û Rojhilatê Kurdistanê ku li Başûrê Kurdistanê karê rojnamevaniyê dikin, li dijî destgîrkirina hevpîşeyên xwe ne û hemû hewldanên ji bo tengkirina azadiya karê rojnamevaniyê şermezar dikin. Bang li rêxistinên parastina mafê rojnamevanan dikin ku ji bo berdana rojnamevnan zextê li dewleta Tirk bikin.”
ANF






