Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Tîr…Gelo em li benda kê ne!

12/06/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
Xulamên Xulama…Êdî Bes e…
Share on FacebookShare on Twitter

Dijwar Ehmed Axa

Di dîroka mirovayiyê de, pir tiştên cuda hene ku qewmîne û bi serê gelan yan jî mirovan hatine. Mînaka şer û pevçûna di navbera du miletan, yan jî êrîşên hin welatan li ser welatin din. Lê min ti kes bi qasî me Kurdan ku şer û pevçûn û êriş hatine ser wan û ji ber wan ewqas kul, êş û derd kişandine qet nedît. Çiqas min dîroka gelên cîhanê xwend û pelbipel qulipand û lêkolîn kir, bawer bikin, min ti kes weke me Kurdan nedît.

Em Kurd li derdora 60-70 milyon kesî ne, beşa herî mezin hê li ser xaka xwe dijî. Lê em li xaka xwe xwedî dernakevin, her tim bi xwe ne bawer in û ji dijmin pir ditirsin. Tevî eger em jimara xwe Kurdan di nava Tirk, Ereb û Farisan de bijimêrin, dû Ereban emê neteweya duduyan derkevin. Ango em ji Tirk û Farisan pirtir in, lewra em li ser xaka xwe dijîn. Lê wan welatê me li xwe bar kirin û dewletên xwe yên neteweyî li ser ave kirin.

Yê me Kurdan, ji ber serhişkbûn û bêbaweriya me bi hev û çavreşiya me diavêt hev, em li paş man.

Jiyana miletan weke ya mirovan e. Çawa mirovên belengaz, perîşan û yên dewlemend û têr hene, wisa milet jî hene.

Meseleyek heye, dibêjin dema yekî dewlemend cilekî nû li xwe dike, her kes lê pîroz dike û kêfa xwe tine. Lê dema yekî xizan kincekî nû li xwe dike, dibêjin te ji kû anî? Kê da te?

Mesele ne tenê cilûberg in, di zanebûnê de jî wisa ye; dema yekî belengaz û feqîr zane be jê re dibêjin “qure” lê dema yekî xwedîpere û dewlemend biaxive her kes pesnê  wî dide û dibêje weleh xebera te ye, wey maşele çi alim e û zana ye .

Îcar em bên ser desthiladarên welat û miletê me xistîn bin mêtingeriya xwe em ji xwe re li wan temaşe bikin û binerin ka çi çand û şaristaniya Tirkên faşist heye? Gelo di dîroka wan de ji bilî kuştin, talan, xwînrijandinê çi yê wan heye? Gelo çend alim û zanyarên wan hene? Çend helbestvan û nivîskarên wan yên mezin hene? Çi wêje li cem wan heye! Bi rastî jî ez meraq dikim. Kesekî navdar û zana ku di nava wan de derketibin jî yan Kurd, yan Rûm, Laz, Çerkes û Ermen in…..

Dibêjin “şeb û şekir çûn Diyarbekir şekir rûnişt deng nekir şeb rabû pesnê xwe kir” Heta niha em şekir bûn, em rûniştî bûn, me deng nedikir, şebê pesnê xwe dida. Hûn zanin şeb tehl, şor û bêtam e û nayê xwarin. Ji xwe şekir tê zanîn bê çiqas şîrîn e.

Em Kurd weke şekir in xwînşîrîn in, Tirk weke şebê ne, xwîntehl û kal in.

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.