Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hêkên Erdogan Lê Asê Mane

12/06/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
Li Efrînê berxwedan bijardeya bênîqaş bû
Share on FacebookShare on Twitter

 

Fener…

 

Idrîs Henan

Yek ji taybetiyên nûjen yên desthilatdaran ew e ku; weke mirîşkan berî hêkan bikin qîreqîj dikin û derdorê bi dengê xwe yê çirimî gêj dikin. Ev demek e wisa li hêkkerê çelq Erdogan hatiye ku; hewl dide li şûna pînikan li ortan hêkan bike û her kesî li dora xwe kom bike. Fena morikên ku ecel û mirina wan nêz dibe, bi bask bûye.

Demek e fena gurê devbixwîn belaya xwe li têkoşîna gelan çi li hundir û çi li derve dide. Li derve hewl dide êrişên xwe dewam bike û xeta ku bi salan e jê re amedekariyê dike, serguha bike. Ji bona wê jî li hundir zemîna wê dide avakirin ku pêşengên civakê binçav dike û dengê heqîqetê ditepisîne. Hemû hêza xwe ya stûxwariyê xistiye meriyetê û berê xwe geh li Amerîka û geh jî li Rûsyayê dide. Êdî şertên zeman û mekan rê nadinê û ne jî teşeya desthilatdariya dixwaze ava bike, rê didiyê ku van projeyên xwe zindî bike. Ji lew re, em dibînin ku mutefiqên wî yên bingehî jî wî red dikin û gotegotên wî paşguh dikin. Eger fêm neke jî, rasterast jê re dibêjin. Lê weke her kesê xurifî bawer nake ku yê serê wî li kêvir dikeve ew e ne kesekî dîtir e.

Bi êrişên 17ê Nîsanê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê re, hewl da dinyayê bide iqnakirin ku xwedî projeya çareserker yê li herêmê ye. Ji lew re, weke şansê dawî, piştgiriya mutleq ya teknelojî, siyasî û aborî danê ku van êrişên xwe bi ser bixe. Lê hesabên firoşkarên ser ker û qantiran li hesabên dikanciyan û peyasê nehatin û ne jî hev û din girtin. Wî – Erdogan – digot; çend roj in û ezê qira gerîla bînim û hemû çiyayên Kurdistanê desteser bikim. Pişt re jî ezê berê xwe bidim kurtêlxwarên xwe – PDK – û ji nav bibim ku heya ebûecdadan bibin ders û ibret. Lê ev yek nebû. Kilît di derî de asê ma û “pencên” dirêjî deriyên Zagros-Torosan bûn hatin şkandin. Ji ber vê jî, her bostek qadên berxwedanê yên Zap, Avaşîn, Xakûrkê û Metîna veguherî mayînekê û di rûyê celadên dîrokê de teqiyan. Ne teknelojiyê û ne jî çekên kîmyayî, ne teqemeniyê û ne jî bombebaranê feyde li azweriyên faşîst Erdogan kirin. Berûvajî; projeya xeyal ku rojê deh caran lê israr dike û sond dixwe ku wê pêk bîne, bi derbên gerlîlayên azadiyê re li ber candanê ye. Ji bona wê, careke din berê xwe da bakur û rojhilatê Sûriyê û hewl da plana ‘B’ pêk bîne û mesela penaberên Sûriyê xist dewrê. Lê weke şagirtê ku erkên malê pêk neanîbin lê hat. Jê re hat gotin; pêwîst e plana xwe ya ‘A’ biqedînî û pişt re berê xwe bidî pêngava duyem. Ji bo wê jî hinek peywirên jê dihatin xwestin hebûn.

Di berxwedana gerdûnî û qehremaniya li hemberî êrişên dagîrkeriyê hatine raberkirin de, hemû hesabên li ser kaxezan û ên di bin maseyan de li hev ketin. Fena çêlçûkên xwe çeteyên DAIŞ lê hat, dema xwestin êrişî Kobanê bikin, bi berxwedan û lehengiya wê çaxê hatiye nîşandan re, hemû mutefiqên DAIŞ ji paş reviyan û lê qulibîn. Wan rojan jî çeteyên DAIŞ mîna mirîşka hêkan dike, ji ber derbên gerîlayên Kobanê, kirin qîreqîr û hêkên tê de asê man. Îro jî hêkên Erdogan asê mane. Baş dizane li kû derê dibe bila bibe, dixwaze Minbic an jî Til Rifet be, dê encamên qîreqîra wî fena encamên çeteyên wî DAIŞ ên li dora Kobanê bin û dê mutefiqên wî jî, bi saya berxwedana bête raberkirin, ji paş vekişin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.