Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rojnamevanên dîlgirtî: Emê her binivîsin

10/06/2022
in NÛÇE
A A
Rojnamevanên dîlgirtî: Emê her binivîsin
Share on FacebookShare on Twitter

Rojnamevanên ku nêzî hefteyekê ye dîlgirtî ne, diyar kirin ku êriş li ser pîşeyê wan tê kirin û gotin, “Emê her tim nûçeyan çêkin.”

Ji 20 rojnamevanên ku sibeha 8’ê Hezîranê li Amedê hatin destgîrkirin Hevserokê Komeleya Rojnamevanan ya Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û rojnamevan Omer Çelîk, bi rêya parêzerên xwe yên Komeleya Karên Hiqûqî û Medyayê (MLSA) peyam dan.

‘Êrişên li ser rojnemevaniyê ne’

Serdar Altan: Krîza aborî giran dibe. Bi operasyonên leşkerî pêvajoya hilbijartinê destpê dike. Rojnamevan jî van dişopînin û dikin nûçe. Sedema destgîrkirina me tenê dibe ku ev be. Hefteya derbasbûyî rojnamevan Dîcle Muftuoglû hatibû destgîrkirin. Çar rojan girtî ma. Hincet jî piştevaniya bi hempîşeyên xwe yên rojnamevan bû. Piştî ku Muftuoglû hate berdan em girtin. Kî zane bê wê me bi çi sûcdar bikin. Lê belê em rojnamevan in. Em ê nûçeyan timî çêbikin.

Azîz Orûç: Biryara destgîrkirinê hate dayin û çar rojan hate dirêjkirin. Tişta ku em zanin ev e. Em sedema destgîrkirinê ji polîsan dipirsin, lê haya wan jî jê nîne. Tenê dibêjin ‘biryar heye’. Bêguman desteserkirina hard dîskên saziyên çapemeniyê û destgîrkirina rojnamevanan sedemê nîşan dide: li karên me yên rojnamevaniyê dipirsin. Demeke dirêj e li kolanan hevpeyvînan dikim. Temamiya van hevpeyvînên min jî têne weşandin. Di vê weşanê de sûcek nîne. Dibe ku ji ber vê yekê dest danîn ser hard dîskan û wê hewl bidin ji wir tiştekî peyda bikin. Hewldaneke pûç e. Hewldanên destgîrkirinê û bêdengkirina rojnamevanan pûç in.

Omer Çelîk: Hewl didin rojnamevantiyê krîmînalîze bikin. Hewl didin ku rojnamevantiyê weke metirsiyê nîşan bidin. Çend roj in em destgîrkirî ne, em baş nizanin bê bi çi têne sûcdarkirin. Bi dîtina min ew jî pê nizanin. Lewma dema destgîrkirinê dirêj kirine û hewl didin hin tiştan peyda bikin. Yekane tişta ku peyda bikin jî nûçeyên me ne.

ANF

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.