Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Malbatan ji bo Îmralî serlêdan kir

10/06/2022
in NÛÇE
A A
Malbatan ji bo Îmralî serlêdan kir
Share on FacebookShare on Twitter

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û parêzerê wî ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komara Tirkiyê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmralî dan.

 

Mehmet Ocalan ku birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, tevî parêzerê wî Mazlûm Dînç, Alî Konar yê ku birayê Omer Hayrî Konar e, Polat Yildirim ku birayê Hamîlî Yildirim e, Melîhe Çetîn ya ku xwişka Veysî Aktaş e bi daxwaziya hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Malbatan bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serî li Midûriyeta Saziya Cezayê Înfazê ya Ewlekariya Zêde ya Girtîgeha Tîpa a F Îmraliyê dan.

Parêzer ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hefteyekê de du caran serî li van saziyan didin lê daxwaziya hevdîtinê bi awayekî sîstematîk bêbersiv tê hiştin. Carinan piştî mehan tê diyarkirin hevdîtin hatine qedexekirin û hincet tê nîşandan.

Di 18’ê Tebaxa 2021’ê de Serokatiya Destaya Dîsîplînê ya Îmraliyê diyar kiribû ji bo 3 mehan hevdîtina Ocalan a bi malbatê re hatiye qedexekirin. Qedexeya hevdîtina bi malbatê di warê teorîk de di 18’ê Mijdara 2021’an de qediyabû lê serlêdanên ji bo hevdîtinê bêbersiv tê hiştin. Parêzeran di 28’ê Adarê de jî dîsa serî li Hakîmtiya Înfazê ya Bûrsayê dabûn xwestibûn hemû astengiyên li pêşiya hevdîtina bi malbatê ji holê were rakirin û malbat karibe biçe serdanê. Di 29’ê Adarê de hakîmtiyê bersiv dabû û ev daxwaz red kiribû. Hakîmtiyê diyar kiribû derbarê Abdullah Ocalan dîsa cezayê dîsîplînê hatiye dayîn û ji ber vê nabe ku hevdîtin pêk were.

Di biryara redkirinê de hatibû gotin “Di 3’ê Sibata 2022’an de wekî cezayê dîsîplînê hevdîtina bi malbatê ji bo 3 mehan hatiye qedexekirin û ev tişt di 21’ê Sibatê de teqez bûye.”

Di 12’ê Cotmeha 2021’an de jî hevdîtina Abdullah Ocalan a bi parêzeran re ji bo 6 mehan hatibû qedexekirin. Ev qedexe di 22’ê Nîsanê de qediyabû lê daxwazên hevdîtinê yên parêzeran bêbersiv tê hiştin. Herî dawîn parêzeran di 29’ê Nîsanê de serî li Hakîmtiya Înfazê ya Bûrsayê dabûn û li sedema vê qedexeyê pirsîbûn.

Hakîmtiyê di heman rojê de serlêdana parêzeran red kir û diyar kiribû ku di 13’ê Nîsanê de ji bo 6 mehan hevdîtina bi parêzeran hatiye qedexekirin. Derbarê hinceta qedexeyê jî tu agahî nedan parêzeran. Parêzeran di 6’ê Gulanê de serî li Hakîmtiya Înfazê ya Bûrsayê dan û îtîrazî qedexeyê kirin.

ANF

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.