Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Enternasyonalîst: Emê piştgiriya xwe ya ji bo Rojava bidomînin

10/06/2022
in NÛÇE
A A
Enternasyonalîst: Emê piştgiriya xwe ya ji bo Rojava bidomînin
Share on FacebookShare on Twitter

Enternasyonalîstên ji bo piştgiriya Şoreşa Rojava berê xwe dayîn herêmê û ji aliyê PDK’ê ve hatîn astengkirin, diyar kirin ku wê piştgiriya Şoreşa Rojava bidomînin.

Di binê sîwana Tûgayên Xebatê yên Navneteweyî de, ji welatên cuda yên cîhanê 26 enternasyonalîst li hev civiyan û berê xwe dan Rojava. Dema ciwanên enternasyonalîst gihan Deriyê Sînor yê Pêşxabûr, hêzên PDK’ê bi behanyeên vala pêşiya wan girtin û rê nedan ku derbasî Rojava bibin. Li ser vê yekê enternasyonalîstan daxuyaniyek da û di daxuyaniyê de ev hat gotin: “Em komek çalakvanên navneteweyî ku ji gelek welatên cîhanê pêk tên piştgiriya xwe ya ji bo şoreşa Rojava û Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhialtê Sûriyeyê nîşan didin.”

’PDK’ê rê neda em derbas bibin’ 

Di dwama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Destpêkê em çûn başûrê Kurdistanê. Ji bo derbasî rojavayê Kurdistanê bibin me berê xwe da Deriyê Sînor yê Pêşxabûr yê di navbara başûr û rojavayê Kurdistanê de. Deriyê sînor di binê rêveberiya PDK’ê de ye. Hêzên PDK’ê rê nedan ku em derbasî Rojava bibin û rê li me girtin. PDK’ê bi hevkariya Tirkiyê ambargo daniye ser Rêveberiya Xweser. ji ber vê ambargoyê PDK rê neda ku em derbas bibin.”

’Bêdeng nemînin û dawî li qedexeya li ser PKK`ê bînin’

Enternasyonalîstan di dirêjiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Em vê ambargo û zexta PDK’ê û dewleta tirkî ku bakur û rojhilatê Sûriyê dike hedef, şermezar dikin. Şerê ne hiqûqî yê dewleta tirkî yê li ser Tevgera Azadiyê ya Kurd şermezar dikin. Balkêş e ku NATO û dewletên din li ber sûcên şer yên Tirkiyê bêdeng in û şirîk in. Divê firotina çekên kîmyayî, firotina balafirên şer, qedexekirina li ser PKK’ê û piştgiriya Tirkiye bi dawî bikin. Em dixwazin dawî li girtina deriyê sînor bê anîn û ambargo bi dawî bibe. Divê NATO û Yekîtiya Ewropa dawî li qedexeya li ser PKK’ê bînin, dawî li desteka xwe ya Tirkiye bînin, rêgiriyê li çalakvanên şoreşger yên li seranserî cîhanê berê xwe didin Rojava nekin.”

’Piştgiriya me ya ji bo şoreşa Rojava wê dewam bike’

Enternasyonalîstan soza dewama piştgiriya xwe ya ji bo şoreşa Rojava da û daxuyaniya xwe wiha qedandin: “Em ji hemû çalakvanên Navneteweyî û kesên demokrasîxwaz yên cîhanê daxwazî dikin ku piştgiriyê bidin şoreşa Rojava û hemû kar û xebatên ji bo aştiya li Kurdistanê tê kirin, bikin. Em piştgiriyê didin dawîanîna ambargoya li ser Rojavayê Kurdistanê. Ji bo wê wê meha pêşiya me koma duduyan ya çalakvanên Navneteweyî bê Kurdistanê û piştgiriya xwe ya ji bo şoreşa Rojava û şkandina ambaroyan bikin. Rê nehat dayîn ku em sînor derbas bikin, ev tenê beşeke ya xebata me ye ya li dijî faşîzim û milîtarîzmê. Hewldan û tevgera me ya ji bo jiyaneke azad bi dawî nabin.”

ANF

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.