Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dujminatiya R. Erdogan ya Rojava

09/06/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
Li Ukrayna mijara şervanên bi pere
Share on FacebookShare on Twitter
Ahmet Aktaş
Weke tê zanîn, Rêveberiya R.T.Erdogan, ji bo êrîşî her devera Kurdistanê bike, ji xwe re sedem peyda kiriye yan afirandiye.
Bi taybetî dema dixwest êrîşî Rojava bike, li hucetan/egeran digeriya, serokê MITê yê istixbarata wî Hakan Fidan, gotibû; “begê mîn, qet vî tîştî ji xwe re neke xem, emê derbasî binxetê bibin, li wir çend gule û topan bavêjin serxetê, emê bixin stikura PKK, PYD û hwd. û êdî em dikarin bi hêsanî êrîşên xwe yên dagîrkirinê bidin despêkirin”!
Wisa jî kirin û ewqas êrîş û ewqas dagîrkerî hemû li ser vê propaganda derewîn pêk anîn.
Îcar niha dîsa dest bi wê derewê kiriye û dibêje “emê bi tevgêrên (êrîşên) nuh him kêmesiyên xwe yên ewlekariya sînorê xwe yê Başûr temam bikin, him jî emê hemû hêzên xwe yên erdî, deryayî û ezmanî, ji bo her cûre peywiran amade bikin”
Bi kurtî armanca vê sextekariyê, bi navê parastina ewlekariyê êrîşeke nuh dest pê bike!
Jixwe heta niha li hemû cihên ku dagîr kiribûn, her cure amadekariyên van cih û waran bixe nava xaka Tirkiyeyê, pêk anîye. Jiyana civakî bi giştî li goreyî pergala dewleta Tirkan saz kiriye.
Niha jî, dixwaze ji vê alozî, mij û dûxana ku bi şerê Ukraynayê gurtir bûye, sûdê bigire û heke roniya kesk ji aliyê Rûsya û DYAyê ve standibe an bistîne, bê rawestan êrîş dike, li Rojavayê herêmên dagîrkirî zêdetir dike.
Li hundir çendîn cih lê teng bûye û ji her aliyê civakî û siyasî ve ketiye nava aloziyê û roj bi roj ber bi qeyran û kaosê ve diçe, li ber çava ne.
Erê, ji hundir ve, tirsa rêveberiya AKP-MHPê ji dijberiya CHP-IYI`yê nîne, berovajî vê, bi gelemperî xizmetê ji temendirêjiya desthilatiya AKP-MHPê re dikin.
Lê belê tirsa vê rêveberiya zalim û faşîst, gelek ji dijberiya hêza potansiyel a bi giştî ya gelê Tirkiyeyê û bi taybetî jî, ji Tevgêra Gelê Kurdistanê heye.
Jixwe niha vê rêveberiya qirker û dagirker, hemû giraniya êrîşên xwe daye ser Tevgêra Azadiya Kurdistanê û dijberiya gelê Kurdistanê. Lewma ewqas li gel xiyaneta PDK`ê peywendî û hevalbendiya xwe bi hêztir û leztir dike. Lewma hema bi çar çavan bendewarê derketina derfeteke ji derve ya rohniya kesk a hêzên hegemon ên cîhanî ye.
Di encamê de divê mirov li beramberê vê pêngava gef û derewan a dawî ya R.Erdogan û Bahçelî reşbînî nebe. Jixwe yek ji armanca van gef û propagandayên tûj jî, afirandina xof û tirsê ye. Herwiha di vê gefa wî de jî, bi afirandina tirsê re, dixwaze gelên herêmên Kobanê, Minbic, Til Rifat, Şehba û eger derfetê bi dest xwe bixe, hemû Rojava çol bike, gel benaber bike; ji gelê xwecî û bi taybetî ji gelê Kurd xalî bike
Bi vê re jî ranaweste, dixwaze gava dudan jî bavêje, ev jî; li şûna gelê xwecî û nexasim gelê Kurd kes û malbatên derve, yên ereb û hwd. bi taybetî yên ne Kurd bi cih bike.
Lê heta niha bi piranî li Tirkiyeyê, Bakur Başûr û Rojava nerazîbûn û dijberiya gel dihat zanîn û xuyabûn. Belê niha êdî ew malbatên ku li wan cih û warên dagirkirî jî, êdî serî hildan e û nerazîbûna xwe ya li dijî Tirkiyeyê nîşan didin.
Wê dirûşma “Sûriye Hurra Hurra, Tirkiye Itla-l Berra” nîşana ku êdî siyaseta dewleta Tirkan li wê herêmê nayê pejirandin! Ji bo man û nemana serweriya dewleta Tirkan ev ne elametên xêrê ne!
ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.