Rojnameya Ronahî

Serkeftina me têkçûna projeyên wan e!

Dilyar Cizîrî
Di sedsala 21’ê de pêşketina teknîkî ya mirovan cîhan piçûk kiriye, ji lewra êdî bandora hemû deveran bi şêwayekî ji şêwayan li ser hev dike. Ev jî bi êrişa Rûsya ya li ser Ukrayna diyar dibe. Dema Rûsya dest bi êrişa xwe ya li dijî Ukraniya kir, Ewropa jî di nav de yekser bandora aborî li gelek welatên cîhanê kir.
Ev bandor di aliyê xwe yê aborî tenê ve sînordar nema, di aliyê siyasî de jî gelek guhertinên berbiçav çêbûn û hê jî çêdibin. Êdî sîstema cîhanê ya yekalî ku bi hilweşîna Yekîtiya Sovyêtan re destpê kiribû, bi dawî dibe. Çiqas piçûk be jî her welatek dixwaze ji bo berjewendiyên xwe sûdê ji vê rewşê bigire.
Ji aliyan zêdetir jî dewleta Tirkan û serokê wê Erdogan ketiye nava liv û tevgerê. Ji aliyekî ve xwe xistiye wekî navbênkar di navbera Rûsya û Ûkrayna û ji aliyê din ve jî milê xwe daye ser NATO û bi wan re jî bazaran dike. Di vê de jî destê xwe ne bi temamî dide aliyê Rûsya û ne jî bi NATO re ne birêkûpêk tev digere. Armanca hikûmeta Tirkan û serokê wê Erdogan ew e beriya hilbijartinan karibe di nava vê rewşê de bi qezencek derkeve û berê girseya Tirk di hilbijartinan de bîne aliyê xwe.
Ji wê jî pêk bîne, dibînin pêwîstiya wan pê heye, di yek ji qadên Kurdistanê de qezenekê bi dest bixin. Gava wan a yekê herêmên Parastinê yên Medya û hêzên gêrîla bû. Sala derbasbûyî 23’yê Nîsanê êrişî herêmên gêrîla yên Başûrê Kurdistanê kirin. Bi sedan car çekên kîmyawî bi kar anîn, lê nikarîbûn vîna gêrîla têk bibin. Îsal jî ji 17’ê Nîsanê ve êrişî gêrîla dikin, lê nikarin îradeya gêrîla bişkînin.
Berûvajî, ragîhandina HPG’ê ji qadê parve dike, rojane derbên giran li Artêşa Tirk dikevin. Li Bakur jî siyaset tecrîdê him li Imralî û him li dijî HDP’ê zêde kirine. Lê tekoşîna Bakurê Kurdistanê û berxwedana li wir planên wan bêencam dike. Erdogan ji lewra bi xurtî berê xwe daye Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dixwaze QSD’ê û Rêveberiya Xweser ên li dijî projeya wan a Mîsaqa Milî bûne mertal, bêbandor bikin.
Wer xuya dike gefên Erdogan ên têne kirin wê her dewam bikin. Erdogan ji bo armanca xwe ya pêkanîna êrişekî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, wê her tiştê di destê xwe bi kar bîne. Wê di hevdîtina bi wezîrê Rûsya re jî hemû kartên di destê xwe de bi kar bîne. Li ser van esasan jî ihtîmala êrişeke li dijî herêmê heye. Îcar pêwîst e li ser vî esasî hemû gelê herêmê bi hemû pêkhateyên xwe amadekariyên xwe yên mezin pêk bînin. Divê hemû gelê herêmê xwe li gorî rewşa şer serferber be.
Em di vir de jî dikarin gotina Serokê Navenda Çavdêriya Sûriyê ya Mafê Mirovan Ramî Ebdulrehman a dibêje ji bo Erdogan niha gundekî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike, qezencekî mezin e. Rast e heta niha çira kesin bi dest ne xistiye, lê her pêwîstî pê heye, em rewşa heyî di ber çavan re derbas bikin û li gorî wê rewşê amadekariyê bikin. Pêwîst e em ti carî ji bîr nekin, serkeftina me bi têkçûna projeyên Erdgoan ên guhertina demogafî û planên dagirkeriyê re derbas dibin.