Zekî Bedran
Rêveberiya faşîst ya Tirkiyê plana êrişa ser Sûriyê çêkiriye. Ev êriş di demên guncaw de û parçe parçe dibin. Egereke Tirkiyê ya heq û rewa nîne. Yek ji hêzên Sûriye xistîn gêrava bixwîn û berpirsên xwîna hatî rijandin û roxînê Tirkiye bixwe ye. Li Sûriyê dema tevlîheiyê dest pê kir di cî de ketin tevgerê. Gotin, berî niha me li bakurê Iraqê şaşîtî kir em li Sûriyê heman şaşîtiyê nakin. Mebesta wan ji vê li başûrê Kurdistanê bidestxistina Kurdan ya statûyê bû. Gotin wê demê em bi Amerîka re tevlî şer nebûn, ji ber wê em ji derve man û Kurdan statû bi dest xist. Vê carê em dest werdin da Kurd tiştekî bi dest nexin.
Erdoganê faşîst li rex dijminiya Kurdan xwest Bihara Ereban bike bihara Ixwaniyan. Hizirî ku wê bi rêbertiya Ixwaniyan li Rojhilata Navî desthilatdariya xwe xurt bike. Digot, çawa be li Rojhilata Navî rejim diroxin. Yên bi rêxistin û bibandor Ixwanîne. Em wan biparêzin û pêşengiyê ji wan re bikin di alema islamê de payeya serokatiyê ji min re bimîne. Bi vî awayî wê Rojhilata Navî ji bermayiyê Osmaniyan re bima. Wê heta bixwaze petrol bi des bixista û çawa bixwesta hespê xwe bibezanda. Hem wê ji Kurdan rizgar bibûya hem wê bibûya xelîfe. Li Tirkiyê jî wê bê astengî dîktatoriya xwe ava bikira.
Lê çawa hesab dikir Sûriyê di jî de neket. Ixwanî jî li Rojhilata Navî nebûn hêza serdest. Sûriye bi roxîneke giran re rûbirû ma. Ji ber têkoşîna li hemberî DAIŞ’ê hêzên dinyayê yên mezin jî ketin Sûriyê.
Tirkiyê ev kir firset û bi artêşa xwe di dawiyê de dest bi dagîrkeriyê kir. Di hedefa Tirkiyê de Kurd hebûn. Çileya 2018an bi lihekirina bi Rûsya re Efrîn dagîr kir, Cotmeha 2019an jî bi lihekirina bi Amerîka re Girê Spî û Serê Kaniyê dagîr kirin. Herêmên dagîr kirîn li Sûriyê herêmên herî ewle û demokratîk bûn. Li seranserê dinyayê jî li ser dawîkirina şer û peydakirina riyeke çareseriyê ya siyas lihevkirin hebû. Lê Tirkiyê e tev avêtin aliyekî û bi zordariyeke mezin êrişî herêmên Kurd lê dijîn kir û qirkirina etnîkî kir. Mafên Sûriyê yên serweriya dan aliyekî û dest bi amadekariya dagîrkirinê kir.
Dewleta tirkî ya faşîst dixwaze ji Efrîn heta Dêrikê deverên Kurd lê dijîn ji serekî heta serê din dagîr bike. Erdogan ev bê ku pakiyê ji ti kesî bike li NY ragihand. Dibêje ezê bi kûrayiya sî km bikim qaşo herêmên ewle û bi milyonan Ereban ji derve bînim li wan herêman bi cî bikim. Ji bo pêkanîna vê planê bi awayekî eşkere dibêje min amadekariya êrişan kiriye. Erdogan dibêje, kî çi dibêje bila bêje ev harêm herêmên min yên ewleyiyê ne û tişta min gotî ezê bikim. Ango erdê dewleteke din ji bo xwe dike herêma ewle.
Erdogan dixwaze şerê Ukrayna ji xwe re bike firset. Dibêje çawa be Rûsya di tengiyê de ye, muhtacê min e û wê tawîzê bide min. Amerîka û NATO jî min navêjin wê çavê xwe ji min re bigirin. Jixwe Amerîka û Ewropa, dixwazin Swêd û Îskandînavya bixin nava NATO. Ezê hinekî nerihetiyê çêkim Kurdan bixim bazarê û ji bo dagîrkeriyê destûra wan bigirim. Dibêje, çawa be derdê van dewletan berjewendiyên wan in, ti kes ji bo Kurdan xwe naxe tengayiyê. Di vî fikrê xwe de ne neheq e jî. Lewre berî niha ev ceribandiye û Efrîn û Serê Kaniyê dagîr kirine.
Dinya tev dizane ku Tirkiye li Efrîn û Serê Kaniyê qirkirina siyasî dike. Di vê mijarê de rapor hane. Çeteyên di emrê Tirkiye de sûcên kirîn di ragihandinê de didin. Digel wê li hemberî van sûcan helwestek nehat nîşandan. Tirkiyê jî ji vê cesaret girt ji bo dagîrkirinê behaneyên xwe domandin. Qaşo ji herêmên xweser êrişî sînorên Tirkiyê tê kirin. Halbiku heta niha ji bakur-rojhilatê Sûriyê êrişek jî li hemberî Tirkiyê nebûy. Tersê wê her tim dewleta tirkî êriş kiriye. Heta niha Tirkiyê û çeteyên wê li herêmên sînor bi sedan sivîl kuştine.
Dewletatirkî li herêmên dagîrkirê DAIŞ û El Nusra bi rêxistin kirine û bi kar anîne. Ev hem ji bo herêmê hem ji bo dinyayê xetereke mezin e. Ev çete ji Libya heta Azerbaycanê dane şerkirin. Amerîka û NATO her tim dibêjin em fikarên dewleta tirkî yên ewleyiyê li ber çavan bigirin. Lê Kurd û dinya di binê gefeke mezin de ne. Ji bo vê ti kes tiştekî nabêje. Hêzên Sûriyên yên welatperwer û demokratîk mafê wan yê berxwedan û parastine erdê wan heye. Ji bo wê divê bêdudilî amadekariya xwe bikin. Wê sûriyekî Sûriyê biparêzin. Divê dersa dagîrker, çete û bikujan bê dayîn.