Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

HPG: PDK amadekariya tevlîbûna şer dike

06/06/2022
in NÛÇE
A A
HPG: PDK amadekariya tevlîbûna şer dike
Share on FacebookShare on Twitter

HPG’ê got, PDK xwe amade dike ku tevlî ‘şerê dîrokî’ yê di navbera gelê Kurd û dagîrkeriya tirkî de bibe. Herwiha bang li hêzên Kurdistanî kir ku erk û berpirsyariyên xwe pêk bînin û pêşî li êrişeke bi vî rengî bigirin.

Navenda Nûçeyan

FacebookTwitterWhatsAppTelegram

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê ev hişyarî da: “Li gorî daxuyaniya rayedarekî PDK’ê ku bi navê Alîkarê Wezîrê Pêşmergeyan axivî, daxuyaniya Waliyê Duhokê û li gorî hin agahiyên îstîxbaratî yên gihîştine ber destê me, hêzên PDK’ê amadekariyê dikin ku dest li vî şerê stratejîk ê navbera me û dewleta Tirkan werde.”

şerê ji avaşînê heta metînayê

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“Tê zanîn ku ji Avaşîn heta Metînayê li qadeke berfireh em bi dewleta Tirk a dagirker re di nava şerekî giran de ne. Bi taybetî ji 25’ê Gulanê û vir ve li aliyê girê Metîna-Amediyê di navbera hêzên me û artêşa Tirk a faşîst mêtinger de şerekî mezin diqewime. Dewleta Tirk li hemberî hêzên me teknîka serdemê û çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar tîne û tevî vê yekê jî xitimî ye, nikare bi pêş ve biçe.

PDK amadekariyan dike ku tevlî şer bibe

Ev şer di navbera gelê Kurd û dagirkeriya Tirk de şerekî gelekî dîrokî ye. Lê belê li gorî daxuyaniya rayedarekî PDK’ê ku bi navê Alîkarê Wezîrê Pêşmergeyan axivî, daxuyaniya Waliyê Duhokê û li gorî hin agahiyên îstîxbaratî yên gihîştine ber destê me, hêzên PDK’ê amadekariyan dike ku dest li vî şerê stratejîk ê navbera me û dewleta Tirk werde. Li bakurê Metînayê di navbera hêzên me û dewleta Tirk de şer diqewime. Li rojhilatê Metînayê jî şerekî gelekî giran dewam dike. Dema ku hêzên PDK’ê aliyê başûr ê Metînayê bigire, hingî plana dorpêçkirin û îmhakirinê ya dewleta Tirk wê temam bibe, ku li ser hêzên me ferz dike. Bi vî rengî wê PDK tevlî vê pêvajoya tunekirinê bibe. Ev plana xetere ya PDK’ê ya li ser Metînayê ji bo me tê wateya îlana şer. Ji ber ku li cihên girîng ên Serê Metîna hêzên me hene. Bidestxistina wê derê tenê bi êrişê dibe. Ev jî tê wateya destpêkirina pêvajoyeke nû ku qet ne bi dilê me ye.

Rîsk heye ku şer belav bibe

Ev rewş wê were wê wateyê ku PDK piştgiriya heta niha dide dewleta Tirk bigihîne asteke bilind. Ev jî tê wateya bicihanîna plana dewleta Tirk ku ji berê ve dixwaze û hewl dide şer bike şerê nava Kurdan. Divê were zanîn; tevlîbûna PDK’ê ya bi vî rengî ya li nava şer, yanî êrişa li ser hêzên me yên li Metînayê, wê tenê li Metînayê nemîne û wê bê wateya destpêkirina şerekî giştî. Ji ber vê yekê em bang li hêzên siyasî yên xwedî berpirsyarî, rewşenbîr, hunermend û saziyên welatparêz ên Başûrê Kurdistanê, bang li hêzên Kurdistanî hemûyan dikin ku bi berpirsyarî rabin û pêşî li êrişeke bi vî rengî bigirin.

Banga li hêzên kurdistanî: pêşî li êrişê bigirin

Ji bo şer nebe şerê nava Kurdan me heta niha di asta herî bilind de berpirsyariyên xwe bi cih anîn. Lê belê eger êriş li ser hêzên me yên li çeperan bê kirin, hêzên me jî wê xwe biparêzin. Lewma eşkere ye ku pêvajo ber bi asteke gelekî xetere ve diçe. Ji ber vê yekê em bang li gelê xwe û hêzên welatparêz hemûyan dikin ku di vê mijarê de bi erk û berpirsyariya xwe rabin.”

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.