Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Pêşdîtinên Rêber Apo

05/06/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
4’ê Nîsanê
Share on FacebookShare on Twitter
Faruk Sakik
Rêber Apo derbarê gelek bûyer û pêşketinan de şîroveyan dike. Pêş de hin tiştan dibîne û hişyariyê dide. Dixwaze li gorî vê paradîgmaya wî tev bigerin. Her pêşdîtina wî jî rast derketiye. Dawiya sala 1970’yî, li Stenbolê lokala DDKO. Kesek semînerek bi navê “Dîroka civakê û Pirsgirêka Kurd” dida. Digot: ” Li Kurdistanê mêtingerî heye.” Di axaftina xwe de peyva “dewleta kurdî” bi kar dianî. Her kes matmayî ma lê kesî ew nas nedikir. Li Stenbolê nû bû. Gotin, ev kî ye, ev çi ye, ew çawa diaxive? Kesek ew nas dikir û got: “Ew, ji Rihayê ye û navê wî Abdullah Ocalan e.”
Dema ku ev peyva  ‘li Kurdistanê mêtingerî heye’ got, her kesî ev yek weke xeyal û dewleteke kurdî jî wek fikreke pir zû dît. Lê piştî ku partî ava kir, di rêziknameya xwe de rasteras cîh da vê nêrînê. Li Tirkiyê darbeya 12’ê Îlonê pêk hat, her kesî got; êdî her tişt qediya û ne pêkan e ji nû de vegerin Tirkiyê. Rêber Apo got; ‘emê li derve bi rêxistin bibin û ji nû ve vegerin.’ Hemû rêxistin belav bûn, lê ji ber ku ew bi rêxistin bû, tersî wan wî şerê çekdarî da destpêkirin.
Gelê Kurd hatibû asîmîlekirin. Li çar aliyê Kurdistanê kurdiyetî êdî li ber tunebûnê bû. Rêber Apo got; ‘ez ê vî gelî ji nû de zîndi bikim û ji xewa salan şiyar bikim”, kesî bawer nekir û keniyan. Lê ew betona li çiyayê Agirî paremparçe kir û pêvajoya serhildanan da dîtin ku, fikr, raman û paradigmaya wî wê berjewendiyên wan ên li Rojhilata Navîn tehdît bike. Di sala 1998’an de komplo dane destpêkirin. Gotin wê şerê Kurd û Tirkan bidin destpêkirin, Rêber Apo behsa agirbestê kir û gerîla derxist derveyî welat.
Dema ku bihara gelan dest pê kir û eniya Sûriyê dest pê kir, Rêber Apo xeta sêyem pêşniyar kir. Kurd li gorî vê xeta sêyem tevgeriyan û di 19’ê Tîrmeha 2012’an de li Rojava şoreşek pêk hat. Bingeha vê şoreşê Rêber Apo ji berê de ava kiribû. Li gorî perspektîfên Rêber Apo sîstema konfederalîzma demokratîk hat avakirin. Û di rêveberiya vê herêmê de, ne bi tenê kurd, gelên din ên li herêmê jî cîh girtin.
Di sala 2015’an de, talûkeyeke mezin li Kobanê dît û berê herkesî da wê derê bi baweriya wî Kobanê ji êrişên DAIŞ’ê hat rizgarkirin. Dîsa dema DAIŞ’ê berê xwe da Reqa û Mûsil, wî talûkeya li Şengalê îşaret kir û hin hêzên gerîla şandin wê derê. Ev hêzên li ser pêşdîtina wî çûbûn wê derê, Şengalî ji felaketên hîn mezintir parastin.
Li Tirkiyê ji bo komara demokratîk were avakirin pêngavek da destpêkirin. Rexnekirin kesî bawer nekir. Gotin civakek li ser nirxên nijadperezî û dijminatiya kurdan hatine perwerdekirin ne mimkûn e, bi kurdan re komara demokratîk ava bikin.
Li ser perspektîfên Rêber Apo gel bi rêxistin dibûn. Di destpêkê de bi navê Kongreya Demokratîk a Gelan û piştî demek jî wek partî, “Partiya Demokratîk a Gelan-HDP” hat avakirin. Ev partî di hilbijartinên 7’ê hezîrana 2015’an de da îspatkirin bi van paradigma û nexşerêya Rêber Apo wê demokrasî were Tirkiyê. Hin gelên Tirkiyê ku bi salan bû bi dijminatiya kurdan hatibûn perwerdekirin, piştî ku Rêber Apo nas kirin ew nêrînên xwe yên nijadperestî danîn aliyekî.
Di sala 2014’an de di hevdîtineke muzekereyan de,  Sirri Sureya Onder dibêje; Erdogan got; Rojava xeta me ya sor e û em ê destûr nedin li wê statuyeke azad ava bibe. Rêber Apo dibêje; “Ji bo me jî Rojava xeta sor e.” Û metirsiya li ser Rojavaya ya îro wî wê demê dîtibû. Gotibû hejmara şervanan derxin 150 hezarî.
Bi êrişên Erdogan ên dagirkeriyê yên îro em dîsa dibin şahidê pêşdîtina wî.
ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.