Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Darika Xweziyan

01/06/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
Civak û welatê dînîtî lê ne serbest be, azadî jî lê ne serbest e!
Share on FacebookShare on Twitter
Sîpan Şînda
Xwezî loriyek bûma li ser zimanê dayîka xwe, di landikê de bihejiyam. Xwezî stiranek bûma li ser zimanê bavê xwe, di wan gelî û newalên kûr de deng veda û şêr û pilingan ji levftigên xwe baz bidana. Xwezî çîrokek bûma li ser zimanê bapîrê xwe ku her tim di tûrikê xwe de bigerandama. Xwezî bendek bûma di kuçke û civatan de û guhdaran li min guhveçîngî bikira, bila carnan jî dilop bere bikiran û guhdarî min bikiran. Xwezî aşkîlokên sêv û karçînan bûma û di denê diya xwe yê kesk de ji bo şevên payîz û zivistanê di quncikên tarî û mezelên derî miftekirî de bihatama hilanîn. Xwezî payîzokek bûma li ser zimanê dengbêjan di şevbihêrkan de biherikîma li ser dilên kul. Xwezî helbestek bûma ji hibra pênûsa hozanan û li ser lêvên evîndaran bihatama honan. Xwezî pariyek nanê tisî bûma di destê zarokên pêxwas de li kolanên bajarê min di bin qijîna tava Temîz û Tebaxê de dilehîzin. Xwezî têlek ji bisk û keziyên te bûma yarê û geh li ser eniya te de bihatam xwarê û geh li ser milên te ber bi jêr ve daheliyam. Xwezî ramûsenak bûma li ser gardena yarê, di binê qulfên guhara. Xwezî xweziyek bûma li ser zimanê xwezî xwaza. Xwezî, xwezî, xwezî….
Belê xwezî ji perçeyek yê jiyana me Kurdan e. Em bêxwezî nikarine bijîn. Em diçin nava cihê xwe em xweziyan dixwazin, em ji xew radibin em xweziyan dixwazin, em bi rê ve diçin em xweziyan dixwazin; hema bêje hemî saet û gavan em dibêjin xwezî û xwezî. Lê ka çire em hinde dibêjin xwezî û xwezî? Di serî de em civakek bê tedbîr in û em her tiştî dihêlin hêviya Xwedê ve. Dema li gorî dilê me jî neçe, em paşê dibêjin xwezî min wisa nekiribûya. Em deriyê mala xwe dihêlin vekirî û em dibêjin de ka xem nake ma wê çi bibe. Paşê diz dikevin mala me em jî dibêjin xwezî min deriyê xwe mifte kiribiya. Em zarokên sê-çar salî berdidin kolanê û em dibêjin bila ji xwe re bilîzin, paşê seyareyek li wan dide û em ji dibêjin xwezî min stûyê xwe bişkanda min nehêla ew biçe kolanê. Em ji ber tiştekî tine devjeniyan dikine û paşê ji şerî dikin, em hevdu birîndar dikine û dikujin, paşê jî em dibêjin xwezî me wisa nekiribûya. Em siwarê cihê heqê wê 100 km be li ser 180 km diajon, paşê em qeza dikin û em dibêjine xwezî min ewqas bilez ne ajotibiya. (Heke em sax jê bifelitin). Em her tiştî dikin û paşê jî em jovan dibine û em dibêjin xwezî wisa çênebûya, xwezî min wisa nekiribûya, xwezî, xwezî, xwezî…
Ka ez ji we re bêjim, xwezî we tedbîrên xwe di dema xwe de bigirtan, xwezî we seyare di hedê wê de biajota, xwezî we zaroka 3-4 salî tenê nehişta di kolanê de, xwezî we deriyê xwe kilît bikira, xwezî we ji ber tiştên pûç şer nekira… Bes xweziyan bixwazin, êdî Xwedê jî şaqis maye û nizane bi kîjan xweziyên we ve bibeze. We dît, min li jorê ewqas xwezî xwestin, lê bi Xwedê kim yekê jî pêk nayne. Bavê min, ‘darika xweziyan ber negirtiye (pê ve nehatiye)’!
ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.